Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirtûka “mirovek li ser piyan” ji nivîsîna Dr. Firêdrîk Têso hate nîşandan

20:07 - 1 Çirriya paşîn 2016

Kurdistanmedia: Pirtûka “mirovek li ser piyan” ji nivîsîna Dr. Firêdrîk Têso hevalê nêzîk ê Dr. Qasimlo li bajarê Silêmaniyê de hate nîşandayîn.

Roja Yekşemiyê heyeteke Komîsyona Ragehandinê a PDKÎ li roja 9’ê Xezelwerê beşdarî di rêûresma nîşandana Pirtûka “mirovek li ser piyan” ji nivîsîna Dr. Firêdrîk Têso, dostê nêzîk ê Dr. Qasimlo de kir, ku di nawenda çapemeniya “Xezelnûs” li bajarê Silêmaniyê de bi rê ve çû.

Di vê rêûresmê de heyeteke Deftera Nûnertiya PDKÎ li bajarê Silêmaniyê bi serperestiya Tahir Mehmûdî jî beşdar bû.

Di vê rêûresmê de, Tahir Mehmûdî endamê Komîteya Nawendî ya PDKÎ, sê bergên kitêban, ku li ser dîtingeh û nivîsîn Dr.Qasimlo hatibûn nivîsandin, yan jî hatibûn wergerandin, pêşkêşî Dr. Têso kir.

Dr. Firêdrîk Têso bi beşdariya nivîseran, û endamên nawenda çapemeniya Xezelnûs, û hejmarek ji wergerên Kurd, pirtûka xwe ya bi navê “mirovek li ser piyan” nîşan da.

Di destpêkê de Dr. Firêdrîk Têso kêfxweşiya xwe nîşan da, ku cardin xwe di nava koma dostên xwe de dibîne, û hêvî xwest ku bikare hertim di nava wan dostên xwe de be, û hertim xizmeta gelê Kurd bike.

piştre navbirî got ku ez vê pirtûkê pêşkêşî Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî dikim, ku dostên herî mezin ên min bûne.

piştre navbirî bas ji vê kir, ku ez hez dikim ku vê pirtûkê û gellek pirtûkên din, li Kurdistana Rojhilat çap bikim, lê rewşa siyasî li Îranê û rejîma Îranê, ew derfet ji her kesî standiye û serkuta xelkê dike.

wî qala vê yekê jî kir ku niha derfeta herî baş e bo serbixweyiya Kurdistanê, û dibe vê derfetê ji dest nedin, jiber ku piraniya welatên Erebî û Rojavayî piştevaniyê ji serbixweyiya Kurdistanê dikin, û dizanin ku Kurd dostê rasteqîne ê azadî û denokrasiyê ye.

Herwis bas ji vê kir, ku bi boçûna wî Kurd ne tenê li perçeyekê de, belkû li her beşeke Kurdistanê de, mafê wê heye ku dewleta xwe hebe û bixwe xwe îdare bike. Dr. Firêdrîk Têso di dawiyê de, dîsan got ku ew kêfxweş e ku xwe di Kurdistanê de dibîne.