Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rabûneke dijminhejîn

18:41 - 22 Gulan 2016

Kerîm Perwîzî

Dijminê sereke yê Kurdan, Komara wilayeta sêdarê, li ser vê baweriyê bûye, û heye ku bi înkar û haşakirinê dikare neteweyekê bihelîne û tevgerekê di dîrokê de winda bike.

Yek ji parametrên sereke ên siyaseta şaş a rejîma Komara Îslamî haşalêkirin, û di nav bêdengiyê de helandina aliyên din e, ku ew siyaset ji serdema Xomêynî ve hate darêtin, û hate birêvebirin, û heya niha jî ew li ser vê pêvajoya dijî mirovî berdewam in.

Xomêyniyê tawanbar bona nehêştina neteweya Kurd biryara cîhadê da, û ew partiya xebatkar û pêşeng wekî partiya “munhele” ya Demokrat bi nav kir, da ku wisa nîşan bide ku ew partiya di jiyan û di cîhanê de nemaye. Lê di sala 1979’an de, heya dema mirinê, Xomêynî û heya çend salan piştre jî, wan li dijî PDKÎ şer kir, û xortên xelkê dane kuştinê, û li goristanan de jî, li ser kêlên qebrên wan nivîsandine “zidê inqilab” (dijî şoreş), û Hizba “Monhele”.

Çend salek e jî ku PDKÎ li ber berjewendiya bilind ya neteweyî, xebata çekdarî ragirtiye, û Komara Îslamiya Îranê jî ragehandiye ku wan “Girûpa Me’idûm” û “jinavçûyî” ji nav birine.

Niha ku PDKÎ biryar daye ku xebata çiya û bajaran pêkve girê bide, û biryara “rabûb”eke din daye, Komara Îslam teb û lerz ketiye laşê wê de, û her rojê bîr ji pîlanekê dike, û her rojê gefekê dixwe.

Rojekê manora Spaha Pasdaran heye, û rojekê çekdarkirina caşan, û rojekê daxistina bazarçeyên sînorî, û heya kar digihîje ser şandina berpirsyarên dezgeha ajantî û çewsînerên wan, bo vir û wir, ew yek jî, tenê kêmek ji wan hemû hewlên rejîmê yên li dijî tevgera Kurd in.

Her demekê reh û rîşeyên civakê, darebena partiyke şoreşger li ser bê avakirin, û ragirê van kok û binkokan bin, reşeba û bahoz û bi dehan pîlanên dijminan jî nikarin ku wê bihejînin, û piştî her zext, û givaş û lawaziyekê cardin serî hildide, û bi her livlivînekê çiloyeke hêviyê dide xelkê, û tirs û sameke bi gurr dixe nava dilê dijmin de.

Lewra bi hûrbûna li xebata PDKÎ, wekî xebateke rastîn, û rastiya şoreşa wê, ji me re eşkere dibe, ku: “Hekî PDKÎ hizbeke jinavçûyî û hilweşiyayî ye, û bandora wê nemaye, çima dijmin ew qas jê ditirse, û bona dijberîkirina digel wê amade ye ku her nirxekê bide, û heya di paytextê deshilata xwe de jî “binêr”ên propagendeyî li dijî PDKÎ dadinê,û vê partiyê wekî partiyeke terorîst dihesibîne.

Tenê bersiv bo vê pirsyarê û pirsyarên bi vî rengî ew e ku hekî libekê jî ew hizba ku hilkeliyê reh û rîşeyên civakê ye, xwe bilivlivîne, û bikeve nava tevgerê de, dikare koka rejîma wilayeta sêdarê biqelîne.