Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rasan dikare guhertinên herêmî bigehîne Îranê

14:26 - 9 Çirriya pêşîn 2016

Azad Kurdî

Gellek şirovekar û zanayên siyasî berî deh salan digotin, Rojhilata Navîn a niha bi van sîsteman nikare dom bike, wan digotin ku divê guhertinên bilez di van sîsteman de pêk bên ku qewimîn jî, yek li pey yekê. Sedema sereke jî ev e ku ev dever bi derdê hebûna sîstemên totalîter, ne demokratîk dinale û vala ne ji hhemû pîvan û buhayên mirovî û demokrasiyê. Xala sereke ya wan guhertinan, hêrişa hevpeymaniya navdewletî bi serkêşiya Amerîka bû di sala 2003an de bo ser Iraqa dîktatorlêdayî. Di rastî de ev yek bû bingeh ku di welatên din de jî hêdî hêdî ramana serhildan û nerazîbûnan li dijî dewletên totalîter dest pê bibe. Lê gelo stratêjiya azadkirina Iraqê ji hêla Amerîka ve weke xwe rêve çû ? Gelo Amerîka tê de serket ?

Di vî warî de pirr pirs û bersivên eşkere hene piştî 13 salan bi ser vê proseyê. Lê ya ku xuya ye, Amerîka di Iraqê de serkevtinên berçav bidest nexistin û ev welat du destî radestî rejîma Îranê kir da ku derfetên wê yê ajawe xulqandinê zêdetir bibin. Guhertina stratêjiyên Amerîka li Rojhilata Navîn gellek bi qazancê rejîma Îranê xilas bûn.

Sedema sereke jî rejîma totalîter a Îslamî ya Îranê bû. Ji ber ku pêla ev guhertinan negîjin rejîma Îranê, wan her zû şerê xwe ligel Amerîka li ser axa Iraqê dest pê kir û piştî çend salan û gellek evraz û nişîvan, Amerîka li ser rêvebirin û pirsên çarenûssaz ên Iraqê li Bexdayê bi eşkere ligel Îranê civiya û ji wê demê pê de Îran bi eşkere bû desthilatdarê Bexdayê.

Niha jî rakirina dorpêçên aborî yên dijwar li ser Îranê ku aboriya wî dewletê rastî têkçûnê kiribû, destê rejîmê vekirîtir kiriye bona berdewamkirina van pîlan û projeyên gemar. Ji xwe armanceke berçav a rejîmê bona lihevhatin ligel Rojava ev bû ku barê dorpêçên aborî li ser xwe sist bike da ku rejîm bi hêsanî bikare li Sûriye, Yemen, Lubnan, Iraq û … mijûlî pîlanên xwe yên gemar be û di hewla bihêzkirina hîlala xwe ya îdeolojîk bibe. Rêjîma Xomêynî her ji destpêka bidestvegirtina desthilatê ve di fikra şandina şoreşa Îslamî ya Xomêynî de bûye bo cîhanê û avakirina împeratoriya Îranê li ser bingeha nasyonalîzma Farsî û bingeha din ayîna Şîe. Ev 37 sal in li Rojhilata Navîn bi hemû hêza maddî û fikrî mijûlî pîlangêrîyê ye bona bihêzkirina hîlala îdeolojîk a Şîe.

Lawazbûna stratêjiyên Rojava li hemberî vê rejîmê derfetên mezin afirindine bo desthilatdarên dîktator li Tehranê ku li gor dilxwaza xwe hemû liv û tevgerên navxwe serkut bikin û zextên gellek zêde bixin ser neteweyên Îranê yên azadîxwaz ku heta ser hestiyan li dijî vê rêjîmê ne, ji aliyê din jî bi keyfa dilê xwe li herêma Rojhilata Navîn tenê di çarçoveya berjewendiyên xwe yên îdeolojîk de rimbazêniyê bike.

Zêdebarê hemû wan lêger û pirsan û gellek fakterên yên din ên têkildar, Îran yek ji welatên herî na seqamgîr e li deverê. Bi awayekê ku vê rejîmê çi bingeh û pêgeheke xelkî ya berfireh nîne. Ji xeynî desthilatdarên rejîmê û kirêgirtiyên wan nebin, pirraniya xelkê dijberên vê rejîmê ne.

Rejîm bi rêya hêzên ewlekarî û leşkerî xwe yên hov, hewl daye hemû liv û tevgerên navxwe serkut û kontrol bike û rê nede çi dengeke nerazî li hundirê welat rabe, bona ragirtina desthilata xwe dest bi hemû kiryarekê birine û dibin. Bê xeber ji vê yekê ku ev îrade û dengê nerazî yê xelkê mîna bombeyên mezin in, ger roja xwe biteqin, êdî dar û ber li ser text û dethilatdariya wan nahêlin. Di encam de jî gel e ku serdikeve û rejîma totalîter û îdeolojîk a Xomeynî ye ku ji nav diçe. Rojhilata Kurdistanê di serdemên berê ve xwedî çendîn serhildan û tevgerên netewî û maf û nasnamexwaz bûye. Armanca hemû şoreş û serhildanan heta Komara Kurdistanê û niha jî bidestxistina nasnameya netewî ya kurdî ye li vê beşa Kurdistanê û rizgarî ji destê dagirker hevdem ligel hemû parçeyên din. Ji ber ku heta pirsa kurd li Rojhilata Navîn çareser nebe, dever ewlehiyê bi xwe ve nabîne.

Destpêkirina qonaxa nû ya xebata PDKÎ li ser navê Rasan (rabûn), hêviyên bihêz dayîne gel, her tişt di nav dilê xelkê de guherî ye, bawerî bi xwebûn ketiye qonaxeke micid û nû û hêvî bi asoyeke ron per vedane. Rabûnê di hundirê welat de hêzeke mezin daye xelkê. Stratêjiyeke mezin a rabûna nû ev e ku li çiya Pêşmerge û li gund û bajaran gel rabe ser pêyan û bi îrade û hevkariya hev, xebatê bikin bona hiloşandina nîrê zordarî û desthilata gemar a Tehranê û cihgirkirina serweriya gel bi ser xwe.

Di vê pêvajoyê de hêza Pêşmerge û gel hev du dikemilînin. Rojhilata Navîn çavrê guhertinên pirr mezin û berfirtir ji yên niha dike, lewma Rabûn dest pê bûye û li gor strajêjiyên xwe dikare pêlên guhertinên herêmê bigehîne Îranê jî û dawî ji evrên reş û tarî ser welat bîne û esmanê welat bi tevahî ronî û şîn bibe.