Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rasan û jeopolîtîka Îranê!

21:44 - 20 Nîsan 2017

Cemîl Kolahî

Bi dirêjahiya dîrokê, ew welatê ku îro rojê bi navê Îran, em nas dikin, di warê jeopolîtîkî ve xwediyê girîngiyeke taybet bûye. Dagîrkirina împeratoriya Sasanî ji aliyê hêza Ereban ve, girîngiyeke taybetî bona serxistina Îslamê û bicîhanîkirinê hebûye, û bi bê têkşikandina vê împeratoriya Îslamî nedikarî, bi vî awayî bo her ciyekî belav bibe, û ajar bide. Dema ku em zêde nêzîk dibin, Împeratoriya Osmanî heye, ku gefa dagîrkirina Ewropayê dike, û metirsiyeke mezin e li ser Ewropayê! Di vir de welatên Ewropayî û bi taybetî Berîtanya, Spaha Îranê bihêz û pirrçek dike, û li dijî Osmanî bi kar tîne, û parsenga hêz radigre.

Ewropa di vir de, ji dijberiya mezhebî mifahê destine. Wate Sefewiya Şî`e meseb li dijî Osmaniya Sunî meseb mifah jê tê standin. Di serdema şerê sar de jî, Îran yek ji welatên herî girîng ên pêkhînerê kembera ewlehiyê bo pêşîgirtina ji belavbûna komonîzmê bû ku li dijî Yekîtiya Soviyetê pêk hatibû!.

Piştî şoreşa 1979`an a Îranê û hatina ser kar a rejîma Îslamiya Îranê, Îran hêdî hêdî girîngiyeke taybetî ya jeopolîtîkî bi dest tîne!.

Ew girîngiya jî hebûna Îsraîlê di navçeyê de ye. Girîngiya Îranê bo Îsraîlê heya radeyekê ye ku li şerê Îran û Îraqê de, bo ragirtina parsenga hêzê, Îsraîl yarmetiya Îranê dide û çek û cebilxaneyan bo dişîne! Îran xwediyê du taybetmendiyên sereke ye ku ji bo Îsraîlê girîng e, yekem eva ku nasyonalîzma zal bi ser Îranê de, nasyonalîzmeke berçavteng a dijî Ereb e, û ya duyem jî ew e ku mezheba fermî ya Îranê Şî`e ye, û mezheba piraniya herî zaf ya akinciyên Îranê jî Şî`e ye!.

Hekî em çavekî bi ser pêkhateya nifûsa welatên navçeya Rojhilata Navîn û bi taybetî derdora Îsraîlê de bigerînin, em dibînin ku Ereb û Sunî meseb in!. welatên Îslamî û bi taybetî welatên erebî bi sedema kêşeya Felestînê, û şerên sedsala pêşîn di navbera Îsraîl û Ereban di gel Îsraîlê kêşe hene, û bîr û raya giştî ya Misilmanan, li dijî Îsraîlê ye!. Her lewra di vê navçeyê de, zexteke zêde li ser Îsraîlê heye!

Bona derbazbûna ji ji vê zext û givaşê Îsraîlê hewcehî bi cihekî din heye, ku vê zextê li ser rake! Di Rojhilata Navîn de, çi welatekî din, ji Îranê baştir nine, jiber ku hem di warê nasyonalîstî de, û hem jî di warê mezhebî de, li dijî welatên Ereb e!.

Du cîranên Îranê wate Taliban û rejîma Sedam Husên ji aliyê Amerîka û hevalbendan ve hatin rûxandin. Ew kar bû sedema bihêztirbûna pêgeha Îranê!. Jiber ku li gora amaran zêdetir ji %60 a rûniştiyên Îraqê, Şî`e ne, û beşek ji rûniştiyên Efxanistanê jî Şî`e ne! Cuda ji vê jî, rûxana rejîma Sedam bûye sedema hêsantirbûna pêwendiyan, û şandina alîkariyên rejîma Îranê bo Sûriyê û Lubnanê ji riya Îraqê ve!. Lewra rûxandina du rejîmên rikeberê Îranê, nikare bi bê bername bûbe! Piştî rûxandina van du rejîman hêdî hêdî basek li jêr navê çêbûna kembera Şî`e pêk hat! ku ew kember ji Îran, Îraq, Sûriye û Lubnanê pêk tê!. Ku Îran rêbertiya wê dike! Wate pirojeya Rojhilata Navîn a nû ku li serdema Corc Bûş de bas jê dihate kirin, mijûl e ku pêk tê, ku ew jî li ser bingeha dabeşbûna mesebî ye!.

Rewş ber bi cihekî ve diçe, ku hevsengiyek di navbera welatên Sunî û kembera Şî`e de pêk tê.

Di vir de hewce ye ku ew yek bihê zelalkirin, ku Îsraîl bi du sedema dijberiya pirojeya navikî ya Îranê dike, yekem têkneçûna hevsengiya hêz di navbera eniya Sunî û Şî`e,û ya duyem jî, di bernameya Îsraîlê de ye ku îznê nede tu welatekî, ku ji Îsraîlê bihêztir be. Her lewra jî, em dibînin ku Îsraîl êrîşê dike ser navenda navikî ya Sedam Husên û wê kavil dike.

Berî Buhara erebî jî, navendeke nêzîk Dîmeşqê, ku gumana wê li ser bû ku navendeke navikî be, bombebran kir!.

Lewra dijberiya Îsraîlê ne tenê bi wateya rûxandina rejîma Îranê belkû bi wateya ragirtina hevsengiya hêz e! jiber ku rûxandina rejîmê di berjewendiya Îsraîlê de nine! Niha rewşek pêk hatiye ku bas ji hevpeymaniya Îsraîl û Ereban dike ku li dijî kembera Şî`e ne.

hevpeymaniyek ku ne tenê zext û givaşê li ser Îsraîlê vêde dibe, belkû rola hêzeke navçeyî û parêzerane dide Îsraîlê. Niha hemû ew zext û givaşên ku li ser Îsraîlê bûn, bo ser Îranê têne kanalîzekirin, rewşek ku bi tewahî di berjewendiya Îsraîlê de ye, û tu demekjê bi qasî niha ewlehiya Îsraîlê çi di warê siyasî û aborî, û çi jî di warê leşkerî de nehatiye parastin!

Di vir de pirs ew e ku Rasana Rojhilat di kuderê ya vê hevkêşeyê de ye! Rejîma Îranê û beşek ji opozisyona vê rejîmê her di destpêka Rasanê de, bi destçêkiriyê biyaniyan û girêdayî bi hêzên din bi nav kiriye.

Ew piropagendeya tenê bo îzolekirin û serkuta Rasanê ye, hekî ne bo aliyê rastiyê de naçe! Jiber ku di rastî de, Rasan hekî bihê bihêzkirin, Îran herwekî ku hate gotin, yek ji fakterên girîng e, bona parastina ewlehiya Îsraîlê, wê lawaz dibe!. Bona vedîtina dost û hevpeymanan bo Rasanê, dibe ku em vê rastiyê berçav bigrin, ku Îran li gora vê îdeolojiya ku heye, û diruşma şandina şoreşê, destêwerdanê di nava welatên derdorê de dike, lewra dijberên zaf hene, û dibe li ser şêwaza pêwendiyên Îran û welatên din lêkolîn bihê kirin.!

Niha ku opozisyon û beşek ji bi nav opozisyona rejîmê bi awayekî eşkere li dijî Rasanê yek girtine, û ji edebiyatekê mifahê werdigrin, PDKÎ dibe ku hêla xebata xwe ji vê opozisyonê cuda bike, û tenê giringiyê bide gotara Kurdî, û ji tu tohmet û boxtanekê netirse, û pêngavên wê sist nebin!

Gotarek ku bersivderê asta hişyariya civaka îrorojê ya Rojhilata Kurdistanê be! Civaka Rojhilata Kurdistanê di newroza îsal de, asta bilind ya xwe nîşan da, û dibe PDKÎ bi hawara vê asta bilind ve here, û gotara neteweyî ya xwe toxtir bike!.

Bona derbazbûna ji benda girîngiya jeopolîtîk a Îranê, dibe Kurdên Rojhilat bibin hêzeke bibandor!.

Dema ku bû hêza bibandor, bi wateya vê ye ku dibe metirsiyek li ser berjewendiya gelek welat û aliyan !. tenê di vê demê de ye ku wê guh bidin daxwaziyên Kurdên bindest di Îranê de! Eva tê vê wateyê ku dibe sînorên Rasanê berfirehtir bikin, û rûbereke mezintir bigre xwe! Bo vê armancê dibe hewl bihê dayîn, gellek aliyên Kurd ên xwedîhêz bi kar bînin.

Jiber ku hekî Rasan bihê bihêzkirin, dengvedaneke zêde ya cîhanî ji xebata parçeyên din ên Kurdistanê zêdetir dibe, eva girêdayî ye bi vê ku Kurdistana Rojhilat di nava sînorên Îrana niha de, ku her wek hate baskirin, xwediyê biyaveke jeopolîtîk a şaz be di navçeyê de!

Herwek ku sala derbazbûyî me dît, ku ew şer û pevçûnên di navbera pêşmergeyan û Spaha Pasdaran di çend navçeyên Kurdistanê de dengvedaneke cîhanî hebû, û nûçegihaniyên girîng ên cîhanê bas jê kirin, Îran ku di heyama temenê xwe de, baykûta belavkirina nûçeyan xistibû ser çalakiya pêşmergeyan, bi awayekî berfireh ew bêdengî şikand, û dest kir bi gefxwarinan! Eva jî vedigere ser vê ku berjewendiya welatan dikeve metirsiyê de! Ku ew yek xaleke erênî ye! Dema ku ew yek rû da, wê welat bikevin hizra çareserkirina kêşeyê de!.

Êdî ji vir ve Rojhilat dikeve nava havkêşeyên siyasî ên Îran û navçeyê û heya cîhanê de jî!. Wate PDKÎ wekî rêkxerê Rasanê, dibe jeopolîtîka Îranê ku yek ji astengiyên ser riya Rasanê ye, bike derfet, wate biderfetkirina gefan! Ew jî bi pêdagiriya li ser çalakiya zêdetir, û vegeşandina Rasanê ser digre!.