Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rasan û nîştimanfiroş

14:32 - 9 Çirriya pêşîn 2016

Helgurd Rojhilatî

Kurd zêdetir ji hovîtiya dijmin û dagîrkar, şikest ji destê kirêgirtiyan û nîştimanfiroşan xwariye. Jiber ku Kurd neteweyke cesûr û camêr e, têkbirina wan di qada şer de dijwar e, û sedem jî hêza wî ya baweriya bi armancên xwe, û xesletên wê ên cesûrane ye.

Lê berdewam kirêgirtî û welatfiroşan kariye ku Kurdan ji armancên wê dûr bikin. Pirsyar ew e ku çima û bi çi nirxekê kirêgirtî wê îxanetê dike. Dîrok pirr e ji wan çîrokan, ku dijmin di dawiyê de bona têkbirina Kurdan hawara xwe bo nîştimanfiroşan dibe, û tenê bona vê ku bikare serkevtinê bi dest bixe, yan dagîrkariya xwe bidomîne, hinek ji bi nav îmtiyazan ku gellek caran jî gellek biçûk in, û gellek caran jî mafê vî kesê kirêgirtî ye, lê berdewam kirêgirtî û nîştimanfiroşan kariye ku Kurdan ji armancên wê dûr bixin. Pirs ew e ku çima û bi çi nirxekê kirêgirtrî vê îxanetê dike.

Vê yekê ew qas di kultura me de deng vedaye, ku navê “caş” li ser wan hatiye danîn, ku ew yek vedigere ser nivîskarê navdar ê Kurd Mamosta Hejar.

Felsefeya vê bi nav kirinê jî, vedigere ser vê yekê ku caş tenê jîndarek (canliberek) e ku pêş diya xwe dikeve. Herwek çawa ku li ber bêçareyiya dijmin di têkbirina Kurd de, ew kirêgirtî bi xwe pêş dijmin dikeve. Heya ew yek di şerê herî dawî ê pêşmergeyên PDKÎ ên qehreman de xûya ye. Herçend ku dîroka nîştimanfiroşiyê vedigere bo demên kevn, lê di Komara Îslamî de vedigere ser destpêka şoreşa gelên Îranê, piştî vê ku taqma deshilatdar di kontrola Kurdistanê de şikest xwarin, û hawara xwe birin ber avakirina hêzeke wisa ku navê pêşmergeyên Misilman li ser wan danîn, û ew hêz di çarçoveya hêza Hemze de, kete bin deshilata Mihemed Birûcirdî de.

Armac ew bû, ku ew hêz pêş dijmin bikeve di dema şer de. Eva kengê ew bîrkirin li cem nîştimanfiroşan çê dibe, ku bo çi li ser xaka Kurdistanê ew bikevin pêş dijmin de, bona parastina dijmin û Kurd jî birayê xwe bide kuştin û gelo ev nirx çiqas e ku bi wan tê dayîn, bo karekî wisa?. Di rastî de êdî sebra kurdan di vê mijarê de nemaye, û her kes xwe bi piştevanê Komara Îslamî bizane eva wê bikeve ber kerb û kîna pîroz ya gel.

Ew çenda jî di gotinên sekreterê giştî ê PDKÎ de derdikeve, ku daxwaz ji kirêgirtiyan dike, vegerin himbêza gel û nîştiman, jiber ku dijminê me tenê Komara Îslamî ye. Ew gotinane gellek girîng in, û şoreşa Kurd berdewam e heya wê demê ku ew dev ji karê xwe ê qirêj berdidin, û gel wan efû dike. Di heman demê de ew yek îradeya bilind ya gel bo serkevtinê nîşan dide. Jiber ku bi hewce zaniye ku peyameke bi vî awayî bigehîne, bona vê ku hindî dereng nebûye, ew dev ji karê xwe ê qirêj berdin, hekî ne ewê ji aliyê xelkê ve bêne cezakirin. Lê em dibînin ku Komara Îslamiya Îranê her wekî salên berê dest kiriye bi besîckirina xelkê li dijî “rasan” a PDKÎ, û bona serkevtina di vê siyasetê de hawara xwe bo derevan û bo zextxistina li ser xelkê biriye.

Eva ku dijmin dest bi siyaseteke wisa dike, cihê heyrîmanê nine, jiber ku şikesta xwe di derketina “rasan”ê de dîtiye, lewra jî bi hemû awayekî ketiye tengasiyan de, û kar dike bona besîckirina xelkê, bi her nirxekê be. Lê cihê matmayînê ye ku kurdek carna ji hevtayê xwe yê Fars jî kêmtir pere werdigre, lê amade ye ku birayê xwe bikuje, û dikeve pêşiya pasdaran de û amade ye ku canê xwe jî bike qurbanê wan pasdaran. Ew pasdarên ku mijûlî talankirina Kurdistanê ne.

Ya cihê heyrîmanê ew e ku kesê kirêgirtî û caş piştî çend dehikan xizmetê jî, di navçeya xwe de nikare bibe kesê yekem di warê berpirsayetiyê de.

Cihê heyrîmanê ye ku kesê xwefiroş serbarê vê ku encama karê caşan û serşoriya wan di Herêma Kurdistana Başûr de dibînin, lê dev ji karê xwe bernadin. Lewra dibe ew bilez dev ji karê xwe berdin û pêşwaziyê ji peyama sekreterê giştî ê PDKÎ bikin. Ew dibe bizanin ku ew dahata ku dest wan dikeve di karê xwefiroşiyê de, ew dahat mafê wan e, lê ji wan hatiye zewtkirin û tenê di hemberî xwefiroşiyê de bi wan tê dayîn, û ew jî amade dibe di hember de birayê xwe jî bikuje.