Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Rasan”a Rojhilat

20:56 - 20 Çirriya paşîn 2016

Kerîm Perwîzî

Xebata micid û pilandarêtî, û di heman demê de bixwîn, a Kurdistana Rojhilat, di qonaxeke hestiyar ya dîrokî de, di pêxema berjewendiya beşeke din ya Kurdistanê de ber bi sariyê ve çûbû, û çerxên wê, bi tewahî bûbûn, yan sekinîn!.

Bîst sal bi ser vê sarbûnê re derbaz bû, û xebat bi lawazî berdewam bû. Di van bîst salan de, Başûra nîştiman geşe kir, û berjewendiyên xwe di hinek aliyan de misoger kirin, û di hinek biyavan de jî, şêweyeke din bi xwe ve girt.

Di van bîst salan de, rejîma hov di Tehranê de hovtir bû, û xelkê Kurdistana Rojhilat jî, xwazyarê basa vegerxistina xebatê di şêwazeke cidîtir de bûn, û pêdagirî dikirin li ser berbirûbûna bi rejîmê re.

Berjewendiya xelkê Kurdistanê tu carî di bêdengiyê de nebûye, berjewendiya beşên din ên Kurdistanê jî hekî serdemekê wisa hatibe lêkdan jî, lê niha di bêdengiya Rojhilata nîştiman de nîne. Xortên welat jî amade ne, bo serhevxistina şoreşê.

Ew qonaxa xebatê, ku tê de şoreşê radikin ser piyan, û bi “Rasana Rojhilat” nav derxistiye, nabe di çarçoveyeke teng de bimîne. Dibe bi wateya tewaw ya peyvê bibe “Rasana Rojhilat”.

Dibe ew yek di bîra me de be, ku hêşta destpêka rakirina li ser piyan a şoreşê ye, û li ser piyan sekinîn û birêveçûna şoreşê demê dixwaze, û têçû hewce ye, û mirovên şoreşger dixwaze. Lê dibe ku di çend biyavên sereke de, ew Rasan bibe rasaneke tevalî.
Ew biyav pêk tên ji: Coxrafiya, tex û qatên civakê, aliyên siyasî, şêwazên beşdariya gel.

Her yek ji wan biyavan, pêwîstî bi hûrkirin û nirxandin û verojandin û radaneke zêdetir heye, da ku em bikarin, xalên bihêz û ên lawaz ên xwe di wan beşan de, û şêwaza xistina wan xalên bihêz di pratîkê de bi kar bînin, û piştre jî ji cerbeyan û şaşiyan dersa zêdetir werbigrin.
Şirovekirina hemû wan pirsên girîng, karekî berfireh û tevalî dixwaze, û dîtinên cuda û berhevdanên cuda jê dikevin, û dibe bikin destpêkek bo diyalogeke nîştimanî a sertaserî. Jiber ku pirsa serekî, pirsa jiyan û xebatê, û pirsa îro û sibehiya gel e. Dibe di vê verdan û berhevdanê de, dengên gel beşdar bin, û di pratîkê de jî, bi wateya tewaw ya peyvê gel beşdar be.

Em xortên vê neteweyê di vê qonaxa hestiyar de, li pêşberî çend rêbazên dîrokî de ne, û helwesta me ya îro nasnameya me ya sibehiyê diyar dike.

Erka li ser milên me ye, ku em riyên pêşiya xwe nas bikin, û îmkanan bibînin, û hemû gel û xelk, her yek di cihê xwe de, û bi şêwaza xwe, berbe canê dijmin, û bona bidestxistina azadiyê, em li ser piyan bin.