Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rebet/ Çekdarekî rejîma Îranê hevwelatiyekî Kurd birîndar kir

16:50 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Hevwelatiyekî Kurd li nav bajarê Rebet’ê û li nêzîkî mizgeftek wî bajarî de ji aliyê çekdarekî ser bi rejîma Îranê ve kete ber destdirêjiya gulleyan.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja duşemî, 25’ê Tîrmeha 2015’an, hevwelatiyekî Kurd li pêşberî mizgevta “Camie” ya bajarê Rebet’ê bi bêy tu sedeman ve ketiye ber destdijêrjiya guleyên çekdarekî rejîmê.

Nasnameya wî hevwelatiyê Kurd “Mihemed Westa Rehmanî” hatiye ragehandin ku ji aliyê çekdarekî naskirî yê ser bi rejîma Îranê ve gule jê hatine reşandin.

Heya belavbûna vê nûçeyê, kesê êrîşkar nehatiye binçavkirin.

Tê gotin ku du salan berî niha jî birayekî din yê “Mihemed” bi navê “Ceifer” bi teqeya çekdarên rejîma Îranê di bajarê “Serdeştê” de hatibû kuştin.

Rejîma Îslamî ya Îranê li gor vê siyaseta Besîckirinê ya xwe, li hewla “besîc”kirina xelkê Kurd de ye û pir caran jî deste û girûpên girêdayî xwe çekdar dike daku zext û givaşan bixine ser xelkê Kurd û wan azar bidin.