Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêresma 26’ê Sermawezê li welatê Swêdê wê birêve here

16:06 - 1 Kanûna pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Bi merema bilindragirtina roja “Pêşmergeyên Kurdistanê” wate roja 26’ê Sermawezê, rêûresmek wê li welatê Swedê birêve here.

Li gorî nûçeya gehiştî destê malpera Kurdistanmedia yê, komîteyên Orêbiro, Vêstros û Îskîlstûnay yê PDKÎ, bi merema rêzgirtin ji 26’ê Sermawezê roja Pêşmergeyên Kurdistanê, roja Şemî berwarê 17’ê Çileya Pêşîn a 2016’an, wê rêûresmekî li “Gilobên Biron Sparkên”ê û bi pişikdariya hunermenan Şêrko Merîwanî û Hejar Dihokî lidar bixin.

26’ê Sermawez a sala 2016’an, 32 sal biser diyarîkirina 26’ê Sermawezê weke roja Pêşergeyên Kurdistanê derbaz dibe.

Endam û alîgirên PDKÎ di roja 26’ê Sermawezê de, çalakiyên teblîxatî lidar dixin û rêzê ji xebat û fidakariyên pêşmergeyên Kurdistanê digirin li dijî dagîrkerên Kurdistanê.

Hêjayî basê ye ku di pilînoma Duhemîn a Kongireya Şeşemîna a PDKÎ de, ku sala 1984’an hate lidarxistin, roja 26’ê Sermawezê weke roja Pêşmergeyên Kurdistanê hate diyarîkirin.

ڕێوڕەسمی
Rêresma 26’ê Sermawezê li welatê Swêdê wê birêve here