Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 70 saliya avabûna Hizba Demokrat li bajarê Hewlêrê birêve çû

15:34 - 16 Tebax 2015

Kurdistan Media: 70’mîn salvegera avabûna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di rêûresmekê li hola “Pêşewa”ya bajarê Hewlêrê de hat pîrozkirin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, piştînîvroya roja Şemî, 15’ê Tebaxa 2015’an (24’ê Gelawêja 1394’an a Rojî), rêûresma 70 saliya temenê pir ji serweriya PDKÎ li “Hewlêr” serbajarê Herêma Kurdistana Başûr bi beşdariya endamên rêberiya hizbê, kadr û pêşmerge û endamên Hizba Demokrat, nûnerê part û aliyên siyasî, kesayetî û rewşenbîran û dostên hizba Demokrat li hola Pêşewa de birêve çû.

Destpêka vê merasîmê bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û sekinîna bîstek bêdengiyê jib o rêzgirtin ji canê paqije şehîdên riya rizgariya Kurdistanê destpêkir.

Piştre Mihemedsalih Qadirî, endamê Komîteya Nawendî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bixêrhatina hemû mêvan û beşdaran û pîrozbahiya yada 70hemîn salvegera avabûna Hizba Demokrata Kurdistana Îranê kir.

Piştre “Têmûr Mistefayî”endamê Deftera Siyasî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê peyamek bi vê boneyê ve pêşkeş kir.

Têmûr Mistefayî li gotinên xwe de îşare bi xebat û tekoşîna 70 salî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê kir û da zanîn: “Dîroka Hizba Demokrat li her qonaxekê de cihê şanazî û serweriyê ye ji bo endamên vê partiyê û xelkê Kurdistanê, li serdema xebata çekdarî de Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ne tenê bi zirara partiyên din ên Kurdistanê nexebitî,belkî selimandiye ku bi sûd û mifaha partiyên Kurdistanê kar kiriye.

Mistefayî li beşek din ya axaftina xwe de basa qonaxa xebata çekdarî ya PDKÎ kir ku ji aliyê rejîma Komara Îslamî bi ser de hatibû sepandin û gelê kurd jî li hember van cinayet û êrîşên rejîma Îranê berevanî ji keramet û namûsa xwe kir.

Mistefayî da zanîn ku “ew cinayetên ku Komara Îslamî li 36 salan berî niha li Kurdistanê de encam didan, niha Daiş dike û Daiş ji Komara Îslamî ve hînî vê hovêtî û cinayetan bûye.

Navhatî li doma axaftina xwe de ragihand ku rejîma Îslamî ya Îranê zehniyet û mentalîteya çareseriya doza kurd û danûstandinê nine, eva jî eyankerê vê rastiyê ye ku rejîma Îranê dostê gelê kurd lit u yek ji parçeyên Kurdistanê de nine.

Têmûr Mistefayî li dawiya axaftinên xwe de bas ji wê kir ku em endamên Hizba Demokrat li yad û bîranîna 70 saliya avabûna Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê de soz û peymanê nû dikin ku heya gihîştin bi armancên xwe ji xebatê nasekinin û wekî Dr. Şerefkendî keremk iriye “ yan emê biser bikevin yan jî tevlî karwana şehîdan bibin” û dest ji xebata rewa û berheq ya gelê xwe bernadin.

Li beşek din ji karê merasimê de, koma hunerî ya PDKÎ, sirûdek şoreşvanî li jêr navê “Riyek heya aso” pêşkeşî beşdaran kir.

Dûre helbestek ji aliyê “Gulbax Behramî” ve hat pêşkeşkirin.

Li beşek din ji karê rêûresmê desirûda “Bijî Demokrat” ji aliyê zarokên Hizba Demokrat ve hat pêşkeşkirin.
Her bi munasibeta yad û bîranîna 70 saliya avabûna Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li hola Pêşewa de pêşangehek wêneyî a pêwendî bi 70 sal sal xebat û berxwedana Hizba Demokrat hatibû vekirin.

Rêûresma han bi çend stranan ji aliyê Koma hunerî ya Hizba Demokrat ve bidawî bû.

Bi boneya 70 saliya avabûna Hizba Demokrat, hejmarek peyamên pîrozbahiyê bi destê birêveberên rêûresmê gihîştibûn ku nave wan pêkhatibûn ji:

- Partiya Demokrat a Kurdistanê
- Komeleya Şoreşgir ya Zehmetkeşên Kurdistana Îranê
- Yekîtiya Netewî Demokratîk a Kurdistanê (YNDK)
- Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê
- Rojnameya Xebat, organa Partiya Demokrat a Kurdistanê
- Partiya Sosyalîst a Kurdistanê- Bakûr
- Sazimana Xebat a Kurdistanê
- Hizba Şiyûî a Kurdistanê
- Tevgera Demokratîk a Gelê Kurd
- Melbenda 3 ya Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê
- Tevgera Aştî û Demokrasiyê bo Kurdistanê
- Desteya Serokatiya Hizba Zehmetkeşên Kurdistanê
- Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê
- HDP
- Osman Ocalan
- Sînemxan Bedirxan
- Selam Ebdula, Sernivîskarê Rojnameya Xebat

alboma wêneyan



vidoe