Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 70emîn salwegera avakirina Komara Kurdistanê li Norvêce hate li darxisitn

20:57 - 1 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Rêûresmek bi boneya bîranîna 70hemîn salwegera avakirina Komar Kurdistanê li Norvêcê hate li darxistin.

Roja Şemiyê, 30’ê Çileya Paşîn a 2016’an, li bajarê Oslo a paytexê Norvêcê, rêûresmeke ji aliyê komîteya giştî a Partiya Demokrata Kurdistana Îranê li welatê Norvêcê, bi boneya 70hemîn sal wegera avakiirna Komara Kurdistanê bi rê ve çû.

Ev rêûresim bi serûda neteweyî a Ey Reqîb ji aliyê kora seroda Yekîtiya ciwanan û herwiha deqeyek bêdengî ji bo rêz anîn bo riha pak a şehîdên rêya azadiya Kurd û Kurdistanê destpêkir.

Piştre bi boneya derbaz bûna 70’ê sal ji ser temenê Komara Kurdistanê û momên 70’ê saliya komara Kurdistanê, ji aliyê Mihemedemîn Mecîdiyan û xaton Çinûr Mêhrperwer agir bê hate berdan.

Di beşeke din a vê rêûresmê de, peyama komîteya Partiya Demokratê li welatê Norvêcê ji aliyê Vefa Mistefa pûr endamê komîteya giştî a Partiya Demokrata Kurdistana Îranê li Norvêcê, hate pêşkêşkirin.

Her di vê rêûresmê de, peyama hevpar a Yekîtiya ciwanan, Jinan û komela çanda giştî ji aliyê serdar fêyzî ve hate xwenidin.

Piştre seroda Aferîn Qazîmihemed Aferîn ji aliyê kora seruda Yekîtiya ciwanên Demokrata Îranê li Norvêcê hate pêşkêşkirin.

Herwiha peyamên pîrozbahiya komîteya alîkar a hêzên siyasî yên Kurdistanê ji aliyê Mihyedî Husênî ve hate xwanidin.

Herwiha peyama pîrozbahiya kongireya neteweyên Îrana federal, ji aliyê Hebîb Qadirî ve hate pêşkêşkirin.

Herwiha nûnerên çend partî û saziyên yên Norvêcê peyamên xwe pêşkêş kirin bi wî awaî ne:
Olav Aîluvestun ji aliyê Partiya çep a Norvêcê
Yan Burîer Vîndheym ji aliyê Partiya Kesk
Herwiha ev partî û aliyê ku bi wê boneyê beşdariya vê rêûresmê kiribûn û peyam û destegullên pîrozbahiyê pêşkêş kiribûn bi wî away ne:
¬-Nûnerayetiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Stokolmê
-Komela Şoreşger a Zehmetkêşana Kurdistana Îranê li welatê Norvêcê
-Partiya Demokrat a Kurdistanê taya Norvêcê
-Yekîtiya Nîştîmanî a Kurdistanê taya Norvêcê
-Kongreya neteweyên Îrana fedrila taya Norvêcê
-Tevgera Goran taya Norvêcê
- Partiya Azad a Kurdistana Bakûr li Norvêcê
-Rêxisitna Xebata Şoreşger a Kurdistana Îranê li Norvêcê
- Saziya Xebat li Norvêcê
- Partiya Serbet a Kurdistanê
- Yekigirtiya Îslamî li Norvêcê
- Komîteya giştî a Partiya Demokrata Kurdistana Îranê li Swîdê
- Navenda Yekîtiya Kurdan li Swîdê deste gull
Ceifer Hamidî û Xaton Suxre- deste gull
Herwiha rêûresim bi gowend û Dîlanê bi dawî hat.