Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşenbîr yan jî xulamokên deshilatê

15:55 - 4 Hezîran 2015

Kehyan Yosif

Hinek kes bi şaşî, û bi çend sedeman dibûne qehremanê netewe, û berevankarê mafê gel. Di vê navberê de jî gellek aliyên Kurdî wate partiyên Kurdî têrîbonên xwe kiribûn havînewarê wan kesan, û hem ji têrîbona wan partiyan ve bi hizra xwe bergirî ji mafê gel dikirin, û hem jî di navxwe ya welat de, ji riya terîbûnên rêpêdayî ve xwe derdixistin?

Gellek caran jî wan bi nav qehremanan bas ji dîrokê jî dikirin, û di tewahiya bûyerên salên borî yên Kurdkuştin û qirkirina xelkê Kurdistanê û paşvemana aborî û hebûna rewşa ewlehiyê, girê didan bi xebatkarên Kurd ên demên şerê dasepayî bi ser Kurdistanê, û partiyên Kurdistanî, bi bê vê ku biwêrin deshilata rejîmê tawanbar bikin. Ew kesane naznavê rewşenbîr û êlîtan li ser xwe danîn, û bi gotinekê xwe kiribnûn kincsorê pêşiya leşker.

Kuştina bi guman ya keça Mehabadî ya ciwan, û serhildana xelkê Mehabadê û piştgiriya xelkê Kurdistanê bi tewahî, bedela vê ku piştgiriya wan êlîtan pê re be,lê kete ber rexne û lomeyan, û heya êrîşî ser xwenîşanderan kirin, û hêcet anîn bo hêzên serkutkar yên rejîmê, û dîsan jî tometbarkirina partiyan. Têgeha rewşenbîr û erkên wê wisa dixuye ku li cem me rojhilatiyan wateya wê guhertin bi ser de hatibe!.

Reweşenbîr di hemberî deshilata serberedayî û zalim di her astekê de disekine, û dibe deshilatê rexne bike, ew nûner û peyamhînerê rastiyan e di hemberî her deshilatekê de, û di her astekê de be, dijberiya serberedayiyê dike.

Erkek û karek ku digel pîşeya rewşenbîrên me gellek cuda ye, piraniya rewşenbîrên Kurd bi taybetî di Rojhilata kurdistanê berî vê ku li pey heqîqetê de bin, sergerdan in di nav dem û dezgehên deshilatê de, û nan û pile û paye jê re girîng in. Rewşenbîran jî wekî tewahiya tex û qatên civakê xwast û hewcehiyên wan hene, û deshilat jî bi tewahî ji vê rastiyê têgihîştiye. Tirs, pere, pile û paye û ...hwd, ew find û fêl in ku deshilat bi kar tîne ji bo kedîkirina rewşenbîran.
Di rastî de ew rewşenbîr xwediyê wê deshilatê nînin, ku bikarin bandorê li ser hikûmetê danên, û eva ew in ku dikevin bin bandora deshilatê, û lewra jî deshilat di baştirîn forma xwe de ji wan digere, da ku mijûlî karê lêkolîna li ser deshilatê bin.
xeyidîna kesên wekî Rehîm Ferehmend, Ebdullah Ebrîşemî, Selah Xedîw, û çend kesên xuya yên Mehabadî, û rexnekirina meşvanan, û tometbarkirina wan û girêdana nerizayetiyan bi partiyan ve, bêy vê ku tu sedem û belgeyek di ber destên wan de be, û eva ku ew bûne destrastê rejîmê, û herwisa rondikrijandina wan ji bo hikûmetê, û ji bo xwediyên sermayeyan di vî bajarî de, gelo dikare çi wateyek hebe, ji bilî vê ku ew jî dixwazin ku mil bi milê batom û çek bi destên deshilatê bi awayekî din koşka deshilatê biparêzin, gelo ew kesane ku xwe wekî rewşenbîr û xemxorê gel û welat dizanin, çima ji xwe napirsin ku tometbarkirina nerewa ya meşvanan, wateya parêzgarî ji xak û gel û nîştiman e, yan hikûmeta dagîrkar?.

Gelo ew vê pirsyarê ji xwe dikin ku dehsilat berhemhînerê tundûtîjiyê ye, yan xelk?. Meşvanên medenî çima bi çekên saçmeyî bêne birîndarkirin, ew jî di demekê de ku bi gotina berpirsyarên rejîmê bi xwe, diruşmên meşvanan li dijî deshilatdarên hikûmetê nebûne, û rûyê wan li xwdiyê hotelê bûye.

Ferehmend û Ebrîşemî di axivtinên xwe de nîgeranê jidestçûna derfeta sermayedariyê li Mehabadê ji aliyê hikûmetê ve bûn, gelo ji xwe dipirsin ku rejîmê di heyama wan hemû salan de çi sermayedanîneke bingehîn di Kurdistanê de kiriye, ku niha êdî nexwaze bidomîne? Gelo çima tenê di Kurdistanê de, bi sedema meşekê ve, dibe pêvajoya sermayedanîna hikûmetî paş bikeve? Di Îsfehan û Terwrêz û Şîrazê çima wisa nebû? Ew bajar jî di heyamên derbazbûyî de, şahidê meşên aram û ne aram bûn, xemxorên xwediyê hotêlê, û xemxorên deshilatê çima di hemberî wan hemû zextên ku li ser xelkê hene, bêdeng in? Ebrîşemî ku nîgeranê bêkariya karsazên hotelê ye, gelo hûn bêjin navbirî guhdarê teqeya pasdar û hêzên li ser sînor nebe, ku rojane kasibkar û kolberên Kurd dikuje?

Helwestên derheq vê bûyerê gellek tişt selimandin, gellek tişt ku tal û cihê şermê ne, lê rastî ne, rastiya beşek ji bi nav rewşenbîr û êlîtên me, ku mixabin ew xulamokên hikûmetê ne, ne bergirîkarên mafên xelkê.

Di wan rojan de, di nivîsînên wan de diyar bû ku çende perîşe ne bo herifîna deshilatê. Rejîmek ku ne bawerî bi wan heye, û ne jî bi mafê neteweya wan.