Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rohnkirinek li ser gotinên vê dawiyê ên rêzdar Xalid Ezîz

15:03 - 21 Nîsan 2016

Kurdistanmedia: Komîsyona Ragehandinê ya PDKÎ rohnkirinek li ser gotinên birêz Xalid Ezîzî weşandê ku eva jêr deqa wê rohnkirinê ye:

Ragehandina peyama newrozî ya rêzdar sekreterê giştî ê PDKÎ ku digel pêşwaziya germ ya gellek ji çalakên siyasî û texên cur bi cur ên civatên xelkê Kurdistana Rojhilat berbirû bû, gengeşeyeke zêde jî di nav kom û civat û medyayên Îranî di navxwe û derveyî welat pêk anî, ku her yek ji wan ji dîtingeha boçûn û şiroveya xwe ve bo xebata Kurd di vê beşê de û ji bo mafên wê yên rewa, ew peyam şirove kirine.

Beşek ji mîdyayên Farsîziman ku her wekî hertim nîgeranê parvebûna xaka Îranê ne, û her hawareke Kurdan û neteweyên din ên mafxwaz ên Îranê û her cure xebateke wan neteweyan nîgeraniyên wan bihêz dike, bi çavê şik û guman ve ew peyam nirxandin, ku me jî çavnihêriyeke dinê ji wan tunebû, jiber ku di tewahiya dîroka xebata Kurd bo gihîştina bi mafên zewtkirî ên xwe de, û bi taybetî xebata 70 salan a PDKÎ de, ji bilî vê bîrtengiya xwe, bîrkirineke din ya wan di biyavê mafê Kurdan, bi vî qasî ku ew ji xwe re bi rewa dizanin, û heya kêmtir jî me nedîtiye.

Lê eva ku em anîne ser vê baweriyê ku derheq vê mijarê de em dengê xwe derxînin, eşkerekirina hinek ji bîrûboçûnan yan baştir e ku em bêjin hinek dijkiryar ji aliyê birêz Xalid Ezîzî ve bûn, (ku em hêvî dikin ew bîrûboçûn, ên partiya wî nebin, û yên şexsî bin).

Herçend ku kak Xalid di bersiva pirseke kanala televîzyonî ya “Kurdistan24” de dibêje: “Ew qisên ku di civîna nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê de kiriye, di bersiva gotinên kak Mistefa Hicrî de nebûye”. Lê kî ye ku peyama newrozî ya sekreterê giştî ê PDKÎ xwendibe, û guh lê bibe, û gotinên kak Xalid wekî bersiva vê peyamê nezane?

Xwe hekî kak Xalid berpirsatiya wî ya siyasî tunebaya, û wekî takekê boçûna xwe derheq vê peyamê (ew jî bi vî rengî) eşkere kiriba, cihê nîgeraniyê nebû, û hewcehiya wê bi bersivdayînê jî nebû, herwekî çawa ku hinek kesên din ew peyam erênî yan jî nerênî şirove kirine, û di boçûn û ramana xwe de azad in, û dadweriya (qezaweta) dawiyê ji xelkê re dimîne, lê kak Xalid wekî sekreterê aliyekî ku dijberê Komara Îslamî ye, û boçûnên wî wekî boçûnên partiya wî hesab li ser tê kirin, ew şêwe gotin bi dûr ji vê ku heya çi qasî rast yan nerast bin, herwekî ku bixwe dibêje li ser çend bingehên rastbînane hatina raçandin (ku eva jî di cihê xwe de cihê gengeşê ye) di naweroka xwe de hilgirê çendîn peyamên nerênî ne:

1. Nakokiyên bi hev re di nawerokê de
Kak Xalid her bona vê ku dijkiryara xwe di hemberî peyama newrozî ya sekreterê giştî ê PDKÎ de nîşan bide, û bi xeyala xwe ji buhagiraniya vê peyamê kêm bike, bi bêy vê ku bi hûrbînî bala xwe dabe vê peyamê, ji xwe re wisa daniye ku di vê peyamê de PDKÎ radigehîne ku pêşmergeyan dişîne navxwe ya welat bona vê ku êrîşê bikin ser hêzên rejîmê û meselen gundekî azad bikin û … ketiye nav axivtinên neteba bi awayekî berfireh, bi armanca retkirina vê armanca wehmî, bi bê tu hewcehiyekê.

Îca bona retkirina vê egera bi guman (îhtimala bi guman) hewl dide ku belgeyan bîne. Navbirî di gotûbîja digel “Kurdistan 24” de emir dike: “Xebata çekdarî ji dest me tê, û me tu carî ret nekiriye, û di hemû derfetekê de jî me bi kar aniye”. Herwisa dibêje ku: “Hêza pêşmergê Kurdistanê, berhema xebateke dûr û dirêj û mêjîn ya Partiya Demokrat e, û hêza hêza pêşmerge dibe bimîne, û bihêztir jî be, jiber ku xebata Partiya Demokrat li dijî Komara Îslamiya Îranê, xebateke çend alî ye”, di beşeke din de dibêje: “Di çend salên borî de pêşmergeyên PDKÎ bi şahidiya xelkê Kurdistanê, di kûrahiya herêmên Rojhilata Kurdistanê de bûn, û derbe li hêzên Komara Îslamiya Îranê dane, û me şehîd jî dane”. Xwe eva ku heya vir kak Xalid Ezîzî bas jê kiriye, ducarîkirina peyama newrozî ya sekreterê giştî ê PDKÎ ye, lê bi zimanekî din. Hekî ew tişt bo kak Xalid û partiya wî rewa bin, çima bo partiyeke din wekî PDKÎ nerewa ye, û dibe bihê retkirin? Ew heqaniyet û ne heqaniyet ji kuderê ve çavkanî digre?

Hekî rexneyên kak Xalid li ser vê yekê ne ku Mistefa Hicrî bi peyama xw eya newrozî şerê çekdarî ji şaşeya televîzyonan ve ragehandiye, lê ew xebata çekdarî ji şaşeya televîzyonê ve ranagehînin, bes çima bixwe ji şaşeya televîzyonê ve bas ji pêşmerge, xebata çekdar di navxwe ya welat, derbelêdana li hêzên Komara Îslamiya Îranê, û …hwd dike, û pêştir ji ji televîzyona xwe ve (Kurd chanal)’ê ve, ew çalakiyên xwe bi mezinkirin û bi şanazî ve ragehandine?

Ji gotinên Kak Xalid re wisa dixûye ku PDKÎ di heyama nêzî 40 salên borî de ku di beşeke zêde ya wê heyamê de em yek hizb bûn, heya wê demê ku ew ji hizbê veqetiyan, ji vê yekê tênegihiştiye ku xebata çekdarî “hewcehiya wê bi amadekariya leşkerî heye”. Her di doma vê hevokê de jî dibêje ku: “Hewcehî bi hevahengiya di navbera aliyan de heye”.

Bêguman pêkanîna hevahengiyê di navbera hêzên Kurdî ên dijberî Komara Îslamî de karekî gellek baş e, lê:
-Yekem pirsyar ku di vir de tê pêş, ew e ku gelo aliyê kak Xalid ji wan çalakiyên ku pêştir îşare pê kirin, tu hevahengiyek digel aliyan kiriye? Hindî ku em bizanin aliyê kêm digel PDKÎ çi hevahengiyek nekirine, hekî digel aliyên din jî hevahengî kiribin, em nizanin, lê wisa naxûye ku hevahengiyek hatibe kirin.

-Ya duyem, Xeynî vê yekê gelo ew şêweya bîrkirinê ya kak Xalid tu riyekî bona hevahenngîkirina digel aliyên din dihêle?
Ji wan hemû qisên nakok, mirov dikare du peyaman wergire-ku em hêvîdar in merema kak Xalid ew yek nebûbe:

A: Rejîma Komara Îslamî nîgeran nebe ji ber ku: “bi vê pirş û belawiya ku niha di nava hizbên Rojhilata Kurdistanê de heye, xebata çekdarî serkevtî nabe, û di vê rewşa niha de, hekî em bikarin gundekî jî rizgar bikin, gellek zehmet e ku em bikarin vî gundî di destên xwe de ragirin û bi rê ve bibin” bi vî awayî serbarê pesna pêşmerge xeteke tunekirinê jî bi ser de dikêşe, jiber ku bi baweriya navbirî ew xebat (xebata çekdarî) serkevtî nabe.

B- Peyamek jî bo xelkê Kurdistanê ye, bi vê wateyê ku jiber ku xebata çekdarî serkevtî nabe, û serê xwe berdin û guhdarî rejîma Komara Îslamiya Îranê û rênîşandanên rêberê Misilmanên cîhanê (weliyê feqîh) bin, û ew qas xwe mandî nekin, aliyê kêm çav bibirin encama hewl û tekoşîna karbidestên bajaran, û nûnerên meclisa rejîmê ku berevaniyê ji mafên neteweyî bikin, wekî van rênîşandanên ku kak Xalid li peyama newrozî ya xwe de bi vî rengî didan: “Herwisa erk li ser milên şêvra bajaran û ser nûnerên Kurd, û li ser nûnerên Kurd di parlementoya Îranê de ye, ku li wir nûnertiya nevçeya xwe dikin, bala xwe bidin navçeya xwe, ew li wir hene, ew di encama dengê xelkê herêma xwe li wir in, serbarê girêdayîbûna navçeyî, girêdayîbûna milî jî hene, ku girêdayîbûna millî ew in ku ew berevaniyê ji mafên neteweyî ên xwe bikin”.

“Herwisa erkê dixin ser milên Şêvra bajarn, li ser nûnerên Kurd li parlementoya Îranê, ku li wir nûnertiya herêmên xwe vekin, û avirekê li herêmên xwe bidin, hekî ew li wir hene, di encama dengê xelkê xwe de li wir in. Serbarê girêdayîbûna wan ya herêmî, girêdayîbûna wan ya neteweyî jî heye, ku dibe bergiriyê ji mafên xwe yên neteweyî bikin”.

Xwe hekî tu yek ji wana jî bibandor nebûn, “Xelkê Kurd di Kurdistana Îranê de heqê xwe ye, ku vî mafî ji xwe re bihêle, ku di çarçoveya qada navdewletî de jî, jiber ku hatiye qebûlkirin, û tişteke mirovî û yasayî ye jî, hawara xwe bibe ber dengê xelkê xwe, û referandomê bike”. (Peyama îsal ya newrozî a Kak Xalid Ezîzî).

Eva jî soza deynekê ye ku bi xelkê tê dayîn, bêy vê ku dem û çawaniya birêvebirina wê diyar û xûya be, jiber ku dema xebat çekdarî serkevtî nabe, kak Xalid her bi hêza parlemantarên Kurd û civata bajaran, vê referandomê bi ser Komara Îslamî de disepîne? Yan riyekî din heye? Bi vî rengî em dibînin ku peyama newrozî ya birêz Kak Xalid Ezîzî û ew çend gotûbêjên piştre, ku hemû jî bona retkirina peyama sekreterê giştî ê PDKÎ bûne, tejî ne ji nakokî û dubendî, çandina tovê bêhêvîtiyê, û bêhêznîşandana xelkê Kurdistana Rojhilat, û ji aliyekî din ve moralbexşîna bi Komara Îslamiya Îranê, di hemberî zindîbûn, û xebatkariya vî xelkê de ku di heyama nêzîk bi çi salan stem û zordariya vê rejîma hov de, berxwe dane, û baca wê jî, dana bi hezaran şehîd û birîndar û girtin û derbiderî bûye.

Herwisa ew şêwe boçûna, û bênirxkirina xebat û tekoşîna bi hezaran pêşmergeyên refên xebata li dijî Komara Îslamiya Îranê ji destpêkê ve heya niha, digel wan pêşmergeyên ku di nav refên Partiya Kak Xalid de şehîd bûne, yan ên ku her ji niha ve di bin serkirdayetiya rêzdarî de xebatê dikin, û hejmareke berçav jî ji wan hemû temenê xwe yê ciwaniyê bi şanazî ve di vê riyê de gorî kirine.

Serbarê hemû vana jî, ew boçûna digel nawerok û cewherê pirograma siyasî ya partiya kak Xalid jî nateba ye, ku tenê çend mehan berî niha di kongireya wan de hatiye pejirandin, wekî: “Di rewşeke bi vî rengî de partiay me li ser vê baweriyê bû ku dibe em bala xwe û xelkê xwe û aliyên din jî bo aliyê vê rastiyê rabikêşin ku hêz û şiyana siyasî û xebatkarane, ya Rojhilat berî her tiştî bona bihêzkirina vê para Kurdistanê bê danîn”…. “Em xweragirî û xebata çekdarî bi mafê xwe wekî neteweyeke xwedî mafê çarenûs dizanin, jiber ku ew rejîm bedela derfeta çareseriya siyasî bi awayên herî honvane me serkut dike. Lewra em vê xebatê bi mafê rewa û heya erka li ser milê xwe jî dizanin”.

Lê rastiyên di nava civaka Kurdistana Îranê, berevajiyê eva ku Kak Xalid jê têgihîştiye, pêk tê ji hêvîdariya bi xebatê, xebata li dijî rejîmê, û retkirina siyasetên dijî gelî ên hikûmeta Komara Îslamî, ew rastiyên ku tîmên pêşmerge di navxwe ya welat ji moral û hezkirina xelkê bona domandina xebatê, bi çavên xwe dîtine, û bi dil hest pê kirine, û bê guman pêşmergeyên partiya wê, digel Kak Xalid jî bas jê kirine.

Em ji vê yekê xatircem in, ku xelkê Kurdistanê gellek ji vê yekê hişyartir in, ku bi van cure axivtinan ji aliyê her kes û aliyekî ve be, morala xwe ji dest bidin, û ji rê û şopa rastîn ya xebat bona bidestxistina mafên xwe poşman bibin, lê bêguman çavnihêriya wan jî ji partiyên siyasî ên dijberî Komara Îslamî û bi taybetî rêberiya wan ew e ku wan bi pêşerojê hêvîdar bikin, û moralê bidin wan, ne eva ku îrade û morala wan têk bişkînin, û wan ji derbazbûyiya pirr ji xebat û qurbanîdanê poşman bikin, û di vê derheqê de gellek qise bo gotinê hene, lê carê her ew qas bes e.

Di dawiyê de cardin, em dibêjin ku em hêvî dikin ew boçûnane dûr bin ji boçûnên partiya Kak Xalid û navbirî cardin bîr ji encamên nîgatîv ên wan şêwe boçûnan û axivtinan bike.

PDKÎ
Komîsyona Ragehandinê

15.01.1395
03.02.2016