Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojavaya Kurdistanê

17:54 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2017

Cemîl Ehmedî

Piştî parvebûna Kurdistanê di navbera her du împeratoriyên Sefewî û Osmanî de, nêzî sê li ser çar a Kurdistanê kete jêr deshilata Osmaniyan de, lê piştî şerê yekem ê cîhanî û hilweşiyana împeratoriya Osmanî, cardin ew para Kurdistanê ku di bin deshilata Osmaniyan de bû, kirin sê beş, ku beşa herî biçûk ya vê sê parçeyê, Rojavaya Kurdistanê ye. Rojava ne tenê her beşa herî biçûk ya Kurdistanê ye, di warê erdnîgarî û nifûse de, belkû bi xwe jî parve bûye bi ser du beşan de. Lewra kêşeya Rojava a Kurdistanê zêdetir e ji parçeyên din. Lê îro rojê hêviyek di nava Kurdan de çêbûye, ku ew beşa ji Kurdistanê bighîje maf û azadiyên xwe, (wekî Başûra Kurdistanê), û êdî ji aliyê dagîrkeran ve nehê çewsandin, bêguman ew yek jî bi hewl û mandîbûn û yekgirtîbûna Kurdên vê para Kurdistanê, û berçavgirtina riya eqlanî û lojîk bi dest bînin, hekî ne, gellek tiştan renge ji dest bidin, ku derfeta bidestveanîna wan tiştan niha ketiye dest wan de.

Bêbextî

Ew bêbextiyên ku di sed salên borî de bi ser xelkê Kurdistanê de hatine, bêguman zêdetir nebe ji beşên din ên Kurdistanê, kêmtir nine, û belgeya herî baş jî, bo selimandina wê, ew e ku heta mafê wergirtina nasname yan belgeya Sûrîbûnê jî tunebûne, û zêdetir wekî aware li wan nihêrî ne, ew jî aware di welatekî faşîst û dijî mirovî wekî Sûriyê de. Çewsandin û haşakirina ji Rojava ji aliyê deshilatên yek li pey yekê ên Sûriyê, gihîştiye astekê ku hinek aliyê Kurd jî haşayê ji hebûna vê para Kurdistanê bikin, û Kurdên Rojava wekî Kurdên aware ên Sûriyê dizanin. Herçend Kurdên Rojava ji sedsala borî ve heya berî raperîna gelên Sûriyê, di sala 2011`an de gellek caran li dijî deshilatên Sûriyê rabibûn, lê bê encam bû.

Serhildana vê carê ya Sûriyan li dijî deshilata dijî mirovî ya Beşar Esed û malbata wî, derfeta vê bi rûyê Kurdên Rojava vekiriye, ku hem hebûna xwe biselimînin, û hem jî rizgar bin ji dest çewsandin û haşakirinê, hekî bixwe deriyan bi rûyê xwe de danexin.

Qonax

Ji sala 2011`an şûnda Rojavaya Kurdistanê, ji çendîn qonaxan re derbaz bûye, ku em dikarin qonaxan bi vî awayî parve bikin:
1-Destbidestkirina deshilatê di navbera rejîma Be`is ya Sûriyê û PYD de, yan jî valakirina navçeyan ji aliyê rejîmê ve, bo PYD`ê.

2-Êrîşa girûpên cîhadî bo Rojavaya Kurdistanê û bi taybetî êrîşa hovane ya DAÎŞ`ê û bergiriya bê mînak û dîrokî ya kur û keçên Rojava, û şandina hêza piştevaniya ji Başûra Kurdistanê.

3- Bidestxistina piştevaniya navdewletî û hatina hundir ya hêzên Tirkiyê, bo nav xaka Sûriyê.

4-Pêkanîna hêza Sûriyeya Demokrat bi rêbertiya PYD`ê, destpêka rizgarkirina navçeyan, û bi taybetî bajarê Reqa a paytextê xelafeta Îslamî, li Îraq û Şamê. Herçend Rojava jî di van çend salan de, gellek qonaxên dijwar û pirr ji şanazî birîne, lê hêşta jî di nîveka rê de ye, û dibe nîva din jî bi awayekî serkevtiyane bibire, bona vê ku, bigihîje lêva aramî û vegeriyana jiyaneke hêja bo xelkê xêrnedîtî ê xwe.

Berfirehkirina navçeyên di bin deshilata PYD`ê û zeliqandina wan bi Rojavaya Kurdistanê ve

Hêzên Rojavaya Kurdistanê (PYD), piştî têkşikandina peleçengên (şevkorên) xelafeta DAÎŞ`ê di Kobanê de, û bi piştevaniya pêşmerge û pêkanîna hêzên Sûriyeya Demokrat û bidestxistina hinek piştvaniya siyasî û leşkerî û…hwd, di asta navdewletî de, niha ji bilî piraniya Rojavaya Kurdistanê navçeyeke berfireh ya Erebê Sunî meseb di destan de ye, û tê pêşbînîkirina ku piştî azadkirina Reqayê, navçeya di bin deshilata hêzên Sûriyeya Demokrat, dirêjî hebin bo başûra Dêrezoerê, heya ku digihîje bajarokê Ebû Kemal, li ser sînorê di navbera Sûriye û Îraqê. Hinek çavkanî û zanyarî jî, bas ji vê dikin, ku hewl û pîlanek heye, ku hêzên Sûriyeya Demokrat bi rêberatiya PYD`ê û bi piştgiriya Amerîkayê, navçeyên jêr deshilata xwe berfireh bikin, li parêzgeha Idlib û Laziqiyê, bona vê ku Rojava girêgirê bidin bi deryaya Medîterane ve. Herçend ku ew yek heya astekê dijwar e, lê di vê alozî û nerohniya pêşerojê a Sûriyê de, renge gellek tiştên cihê heyrîmanê rû bidin.

Serhildana şer di navbera hêzên rejîmê û PYD`ê de

Her wekî ku em agehdar in, îro jî beşek ji hêzên delweta Sûriyê di navçeyên Kurdistanî ên Rojavaya Kurdistanê de mane, û beşek ji karûbarê îdarî ê wan navçeyan jî di destên wan de ye, ji bilî vê yekê rejîm di van navçeyan de xwe bi xwedanmal dizane, û PYD û hêzên din jî mêhvan dihesibîne, lê di ratsî de, ne wisa ye û hêzên Beşar Esed dagîrkar in di van navçeyên Kurdistanê de. Serbarê vê lênihêrînên cuda, ku têne xûyakirin, hindî ku tê, zêdetir PYD û rejîma Sûriyê ji hev dûr dikevin, û PYD nêzîî Amerîka û hevalbendan dibe, û Beşar Esed nêzî Rûsiye û Îranê. Lewra dibe di vê navberê de em çavnihêrê şerê yekalîker bin di van navçeyan de ku hêzên rejîma Beşar Esed tê de cihgir in, lê ew şer di demekê de, dest pê dike, ku DAÎŞ nemabe, yan jî lawaz bibe, û heya radeyekê jî balansa hêzê di navbera hêzên Sûriyeya Demokrat û hêzên Beşar Esed de çê bibe, lewra zû yan dereng wê ew şer her rû bide.

Bertekên di hemberî berfirehbûna deshilata Kurd de

Renge tişteke xwezayî be, di cîhana siyasetê de, ku bi berfirehbûna deshilata siyasî, leşkerî û erdnîgarî, û ..hwd, hinek di asta navxweyî û cîhanî de pê kêfxweş bin, û hinek jî nîgeran bin, lê kêfxweşî û nîgeranî hemû demekê cuda ne, û bi taybetî derheq berfirehbûna deshilata Kurd de. Di heyama borî de jî, Tirkiyê gellek hewl da, berbest û astengiyan ava bike, di hemberî pêşrewiyên PYD`ê de, lê negihîşte armanca xwe, lê piştî destpêkirina operasiyona Reqayê ku derket dewleta Sûriyê û Rûsiyê jî bi pêşrewiyên HSDê kêfxweş nînin, ku hevpeymaniya navdewletî piştevaniya wan dike, lewra PYD bi vê yekê tawanbar kirin, ku derwazeyek vekirinê bo derketina DAÎŞ`ê ji Reqayê, eva jî bûye sedema bertekên PYD`ê û çend berpirsan bi tundî bersiva rejîma Sûriye û Îranê û Tirkiyê dan. Di hember de pêşrewiyên HSDê cihê kêfxweşiyê ne, bo hevpeymaniya navdewletî û bi taybetî Amerîka û ew deskevtên bi deskevta siyasî û leşker a xwe dizanin, ji aliyekî din ve renge welatên Erebî jî, bi rêbertiya Erebistanê bi pêşrewiyên HSD kêfxweş in, ku hem DAÎŞ ber bi jinavçûnê diçe, û hem jî nakokiya di navbera HSD û rejîma Sûriyê berfireh dibe.

Parvebûna Sûriyê bi bê xwesta zilhêzan û welatên navçeyê

Di destpêka meşên Sûriyê de, û heya sala 2014`an hêviyek hebû ku rejîma Beşar Esed hiloşe, û dewleteke nû li Sûriyê bê ser kar, û aramî û xweşborandin û avedanî vegere Sûriyeya yekgirtî, lê piştî avabûna bi dehan girûpên terorîstî, û dagîrkirina yek li ser sê, a xaka Sûriyê û Îraqê ji aliyê DAÎŞ`ê ve û hatina hundir ya welatên navçê û zilhêzan bo nava xaka Sûriyê, êdî kes baweriya bi vê nemaye, ku Sûriye yekgirtî bimîne, û di rastiyê de dabeş bûye. Di sê salên borî de, hemû hêzên navdewletî û navxweyî di Sûriyê de, bi rejîmê ve jî, vê rastiyê dizanin ku Sûriye yekparçe namîne, û hêz ketin rikeberiya hevdu, bona vê ku zortirîn xakê bi dest bînin, û wekî rastiya heyî bibin fermanrewayê vê navçeyê, îca kontroldikin û destbiserdegirtina vê navçeyê, rasterast be, yan ji aliyê hêzeke hevpeymanan ve be.

Ew hêzên êrîşker ên di Sûriyê de, di hewla kontrolkirina navçeyan de ne, bi hêzên rejîmê ve jî, her yek ji wna ji aliyê zilhêzeke navdewletî yan navçeyî ve, piştevanî ji wan tê kirin, û heta bas ji piştevaniya ji girûpên terorîtsî dikin, eva jî bûye sedema bê baweriya bi yektir, û kûrbûna nakokiyan di navbera welatên din de, û bi taybetî Amerîka û Rûsiyê. Hekî caran Amerîka û Rûsiye tenê di rikeberiya yektir de bûn, bona kontrolkirina xak û esmanê Sûriyê, û ew welat parve nekiribûn, lê îro dibînin ku ne tenê her hewlên xwe çirr kirine,bo girtina zortirîn xakê, belkû esmana Sûriyê jî parve kirine û firokeyên wan ên şerker nikarin sînorê esmanî yê din bibezînin. Di çend rojên derbazbûyî de, me dît ku ew lihevkirina di navbera Rûsiyê û Amerîkayê de hebû, bi sedema xistina xwarê ya balafireke rejîma Sûriyê ji aliyê Amerîkayê ve, Rûsiyê lihevkirina xwe digel Amerîkayê hiloşand, û hişdariyeke tund da hêza esmaniya Amerîkayê, ku sînorê hêzên wan nebezînin. Di hember de Amerîkayê jî hişdarî da balafirên rejîma Rûsiyê, ku nêzî esmanê hêzên HSD`ê nebin, hekî ne, ewê balafirên wan bixin xwar.

Avabûna dewletekê li Rojava û beşeke Sûriyê

Herwekî ku pêştir me bas kir, dabeşbûna Sûriyê tişteke çavnihêrnekirî ye, û bawer nakim ku tu kes û aliyek bikare rêgir be, ji perçe perçebûna vî welatî, ew yek jî renge xewna mêjîn ya beşek ji Kurd bi cî bîne. Pêngavên nû ên PYD û avakirina HSD û bidestxistina piştevaniya Amerîka û beşeke zaf ji welatên bibandor ên navçe û cîhanê, ji bo rizgarkirina xaka jêr destê DAÎŞ`ê, egera vê yekê bihêz dikin, ku di pêşerojê de dewletek di van navçeyan de ji dayîk bibe, û bibe rastiya heyî, û bêguman ew dewlet bi rêbertiya Kurd (PYD) û beşdariya beşek ji Erebên Sunî be, lê di vir de çend pirsên girîng çê dibin:

Yek: Gelo ew dewleta ku bi hevbeşiya Kurd û Erebê Sunî ava dibe, dikare bê alî be, di rikeberiyên navçeyê de?

Duyem: çi garentiyek heye ku şerê Kurd û Ereb li ser çawaniya îdarekirina dewletekê çê nabe?

Sêyem: Çi xatircemiyek heye ku guherîna demografiyê di berjewendiya Ereban de rû nede? Çi garantiyek heye, ku Erebên Sunî dest bi ser dewletekê de negre ji riya hilbijartinê ve? Dibe ew yek li be rçavê me be, ku di van navçeyan de rêjeya dengê Kurd û Ereb gellek li hev nêzîk e, û piraniya aliyên Kurdistanî ên din hatin dûrxistin ji siyasetê ji aliyê PYD`ê ve.

Pêwendiya di navbera Kurd û Amerîkayê de

Gellek caran bas ji dostatiya di navbera Kurd û Amerîkayê tê kirin, û pirania çavdêrên siyasî û aliyên siyasî li ser vê yekê hevdeng in, ku pêwendiya baş di navbera Kurd û Amerîkayê, di berjewendiya herdu aliyan de ye, lê hinek bi guman ve dinihêrin pêwendiyan, û li ser vê baweriyê ne, nabe ku baweriyê bi Amerîkayê bikin, û wan heya ku pêwîstî bi Kurd hebin, dostatiya wan dikin. Kurd dibe vê yekê bizanin ku di cîhana siyasetê de, (ne dijminatî bo heta heta ye, ne jî dostatî). Wate ya ku du aliytan dike dost û dijminê hevdu, berjewendiya hevbeş û dij bi yek e, her demekê ku du aliyan berjewendiya hevbeş hebûn, dibin dost, û berevajiyê vê yekê jî, dibin dijminê hevdu, yan bi hev re dikevin nava rikeberiyan de. Di dema niha de ez bawer im, bo heyameke domdirêj jî, Kurd û Amerîkayê berjewendiyên wan bi hev re hene, û di pêxema van berjewendiyan de, her du alî, neçar in ku dostê hev bin, guman jî di vê de me tunebe, ku her ew berjewendiya hevbeş e, ku Kurd di her du beşên Kurdistanê de pêwendiyeke baş digel Amerîkayê heye, û palpiştê hevdu ne, çiqas Amerîka berjewendiya wê di pêwendiya bi Kurdan re hebe, bêguman ew qas jî berjewendiya wan pêwendiyan bo Kurdan e jî, lewra nabe ku Kurd çaverê be, ku tenê ew ji vê dostatiyê qazanc bike, yan xwe wekî qurbanî bibîne.