Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojavayê welat ber bi kuderê ve diçe?

21:28 - 8 Tebax 2016

Elî Munezemî

Bab û kalên me digotin ku hekî derfet û şans hate ber deriyê te û te der jê venekir, diçe ber deriyê keseke din. Derfet tiştek nine ku her roj bê ber deriyê mirov. Lewra hewce ye ku mirov derfetan jidest nede, da ku bikare bi awayê herî baş mifahê jê bistîne.

Di jiyana neteweyekî de jî, renge bo her nifşekî yan çend nifşan yek car derfet û şansek zêrîn bê afirandin bona vê ku bikare pêbgavan di pêxema pêşxistin û perepêdana rewşa xwe bide. Bi vê meremê jî, di her civakekî de erkê ser milê rêber, partiyên siyasî û rêkxistinên çalak ên nava civakê de ne ku bikarin derfet û pêşhateyan şirove bikin û di dema hewce de pêngavên hewce bona mifah sitandina jê avêjin.

Piştî vê ku Sûriye tûşî kirîz û şerekî malvêranker a navxweî hat, deshilata tepeserker ya Be’is a Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê ber bi lewaziyê ve çû û, Kurdan karî ku ji aliyekî ve vê walahiyê tijî bikin û heya radeyekî çarenivîsa xwe bigire destê xwe û ji aliyeke din ve jî, li hemberî “Dêv”a teror û girûpên terorîstî ên weke DAÎŞ’ê berxwe bide û bi hemaseya Kobanê, navê Kurdan li cîhanê belav bike û bibe hêzek û sîstemekî mirovî ava bike ku bibe bînak li hemû Rojhilata Navîn, bitaybetî pêgeha jinê di vê sîstemê de ku netenê xwedî maf e, belkî xwedî deshilata birêveberî jî be.

Lê serbarê wan hemû guherînkariyên erênî, cardin nesaxiya ku di dîroka şoreşên Kurd de bandor hebûye, karî ku di demekî kêm de hêzên Rojavayê Kurdistanê jî tûş bike û derdê hevdu qebûlnekirin û zêdexwaziyê bûye kiltureke rojane û riftarên digel hevdu li Rojava û duberekî û modêla nerast ya hizbayetiyê di hinek qonax û cihên Kurdistanê de hatine kopî kirin û aliyên Kurdistana rojava biser du aliyên PYD û ENKS de parvekirin. Lê bi xweşî ve heya niha nakokî negehîştine wî astî ku hemû pirên peywendiya di navbera xwe de biherifînin. Bi destpêşxeriya xêrxwazan û kesatiyên netewî, gelek zû hewlên hewce hatin dayîn ku bona diyalog û gotûbêjan tev alî lihevdu kom bin û hewla çareseriya wan nakokiyan bidin ku tenê bi sedema zêdexwazî û berjewendiyên hizbî bûn. Serokê Herîma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, PYD û ENKS li Dikokê kom kirin û karî rêkevtinanameyekî di navbera wan de vajû bike û desteyekî hevbeş bi navê “Desteya Bilin” ji her du aliyan pêk bîne, bo vê ku Kurd li Rojava tûşî şerê navxweyî nebe û bikare hêza xwe yekgirtî bike. Lê di pirektîk de tu yek ji aliyan nekarî bi vê rêkevtinê girêdayî bin û di bin siya vê de kar bikin.

Piştî vê mixabin hinek bûyerên ne xweş di navbera wan de derketin û li Amûdayê PYD hinek ji alîgirên ENKS ku nerazîbûn li hemberî PYD ji xwe nîşan dan, kirin armanca agirê çekên xwe û eva jî bûye sedema dilxweşiya dijminên gelê me bi giştî û rejîma dagîrker ên Tehran û Demişqê bi taybetî.

PYD heya radeyekî zêde daxwaza sîstema Tek Hizbî dike û tu bîr û boçûnekî cuda ji xwe qebûl nake. Lê hewce ye ku bê gotin di warê siyaseta derve de PYD kariye balansa di navbera her du eniyên sereke ên şerê Sûriyê de biparêze ku Amerîka serperestiya eniyek dike û eniya din jî Rûsiye. PYD herweha bi vê siyasetê ku girtiye pêşiya xwe li hemberî dewleta Beşar Esed de, bûye sedem ku bi aliyê kêm ve Kurdistana Rojava digel Deshilata beşar Esed danekeve nava şer de, û pitir şerê DAÎŞ’ê bike.

ENKS jî bona vê ku bikare rola xwe bilîze, pêşmergeyên xwe li şerê li dijî DAÎŞ’ê li Herîma Kurdistanê bikar tîne. Ev karê ENKS hekî bi liberçavgirtina berjewendiyên netewî bê nirxandin, jikar û xebata PYD kêmtir nine.

Jiber ku serkirdatiya ENKS karîne ji aliyekî ve di xebata netewî û parastinma axa Kurdistanê de pişikdar bin, û ji aliyekî din ve xwe mijûl bikin da ku nekevin nava hizr û ramanê şerê birakûjiyê û rikeberiya nebaş digel PYD nekin ku di necam de zirarê bigihîne gelê me.

Serbarê vê ku PYD û ENKS rikeberiyên nebaş û ne rast bihevre dikin, lê her du alî liser vê baweriyê ne ku şerê digel rejîma beşar Esed bidin sekinandin da ku Kurdistan ji vê ku heye wêrantir nebe.

Ji aliyeke din ve ENKS karî di civînekî de digel opozisyona Sûriyê ku li Îstanbûlê hate lidarxistin, lihev bike û xala herî girîng di wî rêkewtinî de çareseriya pirsa Kurd bû li Rojava û qebûlkirin û pesindkirina Kurd û mafên Kurdan bû di yasaya bingehîn ya Sûriyeya nû de, û herweha ragirtina hemû ev pirojeyên regezperistî ên li dijî Kurdan û dana xerameyê bi Kurdan û guherîna navê Sûriyê bo Komara Sûriyê bû. Lê wûsa dixûye ku ev lihevkirin jî negehîşt encamê.

Hekî em bixwazin liser vê lihevkirinê amaje bi hinek sedeman bikin, hewce ye ku em bêjin esedema sereke eva ye ku li Rojhilata Navîn de û di nava neteweyên serdest de ku Kurdistan dagîr kirine, kesên xwedî kesatiyên demokratîk ku bikarin îtirafê bi mafên Kurdan bikin, netenê kêm in, belkî her nine. Mînaka herî berçav ya vê jî qedera Kurd li Kurdistana başû re ku serbarê guncandina mafên Kurdan di yasaya bingehîn ya Îraqê de, hêj karbidestên Bexdayî ku liser milê Kurdan gehîştina deshilata xwe ya niha,mafên Kurdan binpê dikin.

Jiber rastiyekî weha bû ku rêberiya ENKS heyamek berî niha, bersiva “Ne” dan daxwaziya serokê Îtilafa Opozisyona Sûriyê bona şandina pêşmergeyên wan bo E’izazê û herweha di Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de jî pişikdarî nekirin ku ji aliyê Îtilafa Opozisyona Sûrî ve hatibû avakirin û sedema pişkdarî nekirina xwe jî vegerandin ser vê ku, îtilafa navbirîji girûpên olî nêzîk e ku dijî Kurdan in û ji Kurdan hez nakin.

Ji aliyekî din ve xincî Kurdan rê bi tu pêkhate û kêmaniyekî din yê Sûriyê, ên weke Turkman û Asûrî û ...hwd nehatibû dayîn ku têde pişikdar be. Lewra ENKS xwes ku pêşmergeyên xwe di eniyeke din de pişikdar bike ku ji aliyê PYD hatiye avakirin û bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tê naskirin. HSD di despêkê de ji 13 aliyan pêk hat ku hemû aliyên Kurd, Ereb, Asûrî, Sryanî û Turkman li xwe girtin û ji aliyê gelek welatan ve jî hatin piştevanîkirin û niha jî roleke berçav di şerê li dijî DAÎŞ’ê de dilîzin.

Ev pêngava ENKS û pişikdariya wan digel vê hêzê, yek din ji wan pêngavan aqilmendane ên birêveberiya ENKS bû ku hêviya çareserî û jihevdu nêzîkbûna wan digel PYD zêdetir kir, ku tenanet Rûsiyê jî ji rêya Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsiyê “Mîxayîl Bogdanov” bi nûneratiya ENKS hatibû ragehandin ku Rûsiyê ji nêzîkbûna PYD û ENKS kêfxweş e.

Lewra yekgirtin û jihevdu nêzîkbûna aliyên Kurd li her parçeyekî Kurdistanê daxwazên gelê me misoger dike û nakokî jî dibin sedema biçûkkirin û jidestdana wan daxwaziyan. Lewra em hêvî dikin ku bi sedema hinek berjewendiyên Kurdtmideh ên hizbî ve, wan derfetan jidest gelê xwe nedin.