Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojnamevaneke jin xelata sêyemîn festivala rojnamevaniyê li Hewlêrê wergirt

16:55 - 21 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Sêyemîn ferstivala xelata rojnamevanî li bajarê Hewlêrê birêve çû û têde 22 rojnamevan li hemû bajarên Kurdistanê weke rojnamevanên ektîv xelat wergirtin.

Gulbax Behramî bi malpera “Kurdistanmedia” ragehand, ew festîvale bi boneya 115’mîn salroja bilav bûna yekemîn rojnama Kurdî (Kurdistan) ji aliyê sentera rewşenbîriya Jiyaw li bajarê Hewlêrê birêve çû.

Li sêyemîn festîvala xelata rojnamevaniyê de 22 rojnamevan li navbera 300 rojnamevanan hatin berbijartin û yek ji wan Gulbax Behramî helbestvan û nûserê Kurdistana Rojhelatê bû ku xelata wergirt.

Gulbax Behramî xelkê bajarê “Dîwandere”yê û endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û li ragehandinên Herêma Kurdistanê mêjûlê çalakiyê ye.

Biryare Gulbax Behramî ji aliyê wezareta rewşenbîriya hikumeta Herêma Kurdistanê weke rojnamevan û medya kar xelat wergire.

Rojnamevana han hevdem weke helbestvanek çalakî dike û çendîn berhemê li vê buarê heye.