Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rostem Cehangîrî endamê Deftera Siyasî û berpirsê Komisyona Siyasî-Nizamî a Hizba Demokrata Kurdistanê di rêûresma 26’ê Sermawezê Roja Pêşmergeyên Kurdistanê de, peyamek pêşkêş kir

13:50 - 22 Kanûna pêşîn 2016

Eva deqa peyamê ye:

Xelkê xwedî şeref ê Kurdistanê!
Mêhvanên hêja!
Endamên rêzdar ên rêberiya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê!
Pêşmerge û endamên Hizbê!

Hûn bixêr hatin bo rêûresma rojekê ku bi merema rêzgirtina ji fêdakariya xortên herî emegnas ên gelê Kurd hatiye diyarîkirin, û ew jî roja Pêşmerge ye.

71 salan berî niha û di rojeke weke îro de, û li bajarê dîroksazê Rojhilata Kurdistanê de, li bajarê Mehabadê dawî binke û sekoya dagîrkaran, û mirovkujan ên Reza Şahê Pehlewî bi destê xortên gelê Kurd, hate girtin, û dagîrkerên Kurdistanê hatin derxistin.

Her di vê rojê de, û bi destê wan xortên leheng, alaya dagîrkeran anîne xwarê, û bo yekem car alaya pîroz ya Kurdistanê, li ser avahiya herî bilin ya vî bajarî hate hildan, ew hereketa sembolîk bû bingeha avakirina dewleta Kurdî û pêkanîna Spaha Kurd û bidetsveanîna hêviyên sedansale ên neteweyekê, ku bi dirêjahiya dîroka xwe, bona vê ku wekî mirovekê çav lê bihê kirin, wekî neteweyekê li ser xaka xwe bijî, û bona vê ku hebûna xwe biparêze, hewl daye û zehmetî kêşane.

Ew netewe bi dirêjahiya beşeke zaf ji dîroka xwe hatiye serkutkirin, hatiye bê serûşûnkirin, li ser mal û halê xwe hatiye derkirin, hatiye talan û îdamkirin, û bendîxaneyên wê tejî bûne ji xortên wê, û niha jî li her çar dorên wê, dijmin pîlanan dadinên da ku Kurdistanê bixin qedeman.

Rûdawa 26’ê Sermaweza sala 1324’an a Rojî, (sala 1945’an a Zayînî) hemû ew pîlan pûç kirine, û Kurd her nehatiye tunekirin. Bi sedema hebûna hizra azadîxwaziyê û hebûna pêşmergê Kurdistanê, xebata Kurd li ser rêbaza xwe berdewam e, û dijminan bê hêvî dike.

Heyanîn niha tu hikûmeteke stemkar û serberedayî nekariye pêgeheke civakî û siyasî ya girîng ji xwe re di nava civaka Kurd de pêeyda bike, jiber ku Kurd wan dewletan wekî dagîrker dibîne, ew jî bi bê ferq û cudahî wekî dijmin çav li Kurd dikin.
Bi dîroka rizgarîxwaziya gelê me de, li her kunceke xaka welatê me de, hekî derfeteke hebûbe, şoreşa Kurd serî hildaye, û li dijî dijminan derketine, û ew amadeyiya Kurdan û lehengiya wna bûye sedema vê ku dijminan hertim tirs ji Kurd hebûne.

Berxwedana hêz apêşmerge li heft dehikên borî de, belgeya selmînerê vê rastiyê ne, lewra PDKÎ 32 salan berî nihga bi berhevdana vê dîroka pirr çirûsk ya pêşmerge, roja 26’ê Sermawezê, ku hevdem roja alaya Kurdistanê ye jî, wekî roja pêşmerge hatiye diyarîkirin, û pêşniyar dike, heya ku li raserî Krdistanê de jî bê pejirandin.

Li Rojhilata Kurdistanê

Ji serdema avakiirna Komara Kurdistanê ve bigre heya şoreşa sala 47-48 (1968-1969)’an, û heya piştre ku digihîje şoreşa gelên Îranê, pêşmergê Kurdistanê xev ji cave rejîma milhor ya pehlewî zirandibûn, û girava aram li wan têk dabûn.

Piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê, û beşdariya Kurd li serkevtina vê şoreşê de, hêviyek peyda bû, ku gelê Kurd div ê beşa Kurdistanêl de, bigihîje mafên xwe ên rewa, lê her zû êrîşa kevneperestiyê li ser Kurdistanê, ew hêvî ji nav bir, û bo carek din jî rola pêşmerge li berbirûbûna horojma kevneperestiyê û dagîrkerê taze bi deshilat gihîştî, a Komara Îslamî nîşan da ku Kurd ew alî nine, ku serî bo dijmin bitewîne.

pêşmerge bi çeka herî sivik ku di detsê wê d eye , karî ku derba herî giran li hêza teyar ya rejîma Komara Îslamî bixe, ku fermana cîhadê li dijî gelê Kurd dabû, jiber ku pêşmerge li dest û çiya û li hgund û bajar li her kunceke vê nîştimana dagîrkirî, bi moral û îradeya bilind ya jiyandostiyê, û dijmin be’ecîn, berbnirûyê hêza herî hov û serkutkar ya dijminên Kurd û Kurdistanê bûye, û bihust bi bihust û kevir bi kevir a vê Kurdistanê şahidê qehremantîiya pêşmerge bûn, û mal bi malên nîştiman stargeh û çeper bûn bo pêşmergeyên rêbaza serbestî û serfiraziyê.

Piştî 20 salan ku hêza pêşmergeyê Kurdistanê liv û tevgera xwe di Rojhilata de ragirt, da ku Başûr a welat geşe bike, piştî 20 salan ku pêşmergeyên çavnetirs ên Kurdistanê, teqe ragirtin, da ku derfet bi dengê sivîl bihê dayîn, belku rejîma Îslamiya Îranê dengê gel bibihîse, piştî 20 salan ku riyên cur bi cur ên xebatê hatin cerbekiirn, hêz apêşmerghê Kurdistanê, bo carek din, û li şêwazeke din de, bi biryara serkirdayetiya xebat û şoreşê li Kurdistana Rojhilat, pê danî ser riyênjêhelçûna bi bejna çiya û geriyana di nava baxên Kurdistanê, da ku birêjne nava dilê gel de û digel evîndarên azadiyê herin jiwana xebat û berxwedanê.

Di dawiya salên 1370’î (1992)’an de, rêbertiya PDKÎ hate ser vê baweriyê ku berjewendiya bilind ya neteweyî wisa dixwaze ku çalakiya hêza pêşmerge li Rojhilata kurdistanê guhertinê bi ser de bîne, û xebata çekdarî bi awayekî din bê sekinandin, da ku hêcetê nedin destê rejîma serberedayî û serkutkar a Komara Îslamî, ku sînorên başûra Kurdistanê binpê bike, û ezmûna sawa ya deshilatdariyê li Başûr de têk bide.

He rdi heman demê de îdi’aya vê dihate kirin, ku rejîma Komara Îslamiya Îranê pêvajoyeke bi nave reformxwaziyê tê d epeyda bûye, û Komara Îslamî renge bixwaze ku mafê xelkê bide, û çalakiya çekdarî dibe hêcetek bo baskê tundajo da ku di Kurdistanê de çi karekî nekin.

Niha piştî bîst salan ku em awiran li kar û kiryar û siyasetên Komara vÎslamî û rewşa navçê didin, em dibînin ku Komara Îslamî ne tenê ji vê derfeta bîst salan bona çareseriya kêşeya Kurd mifah wernegirtiye, belku kêşe kûrtir kiriye, û siyaseta serkut û helandin û tunekirina ferhengî û nasnameyî tundtir û pilandarêjtir kiriye, û ne tenê kêmekê jî mafê Kurdan di Kurdistanê de nedaye, belku kuştin û îşkencve û îdam û girtin û bêkarkirin û di hejariyê de hêlan û tûşkiirna wan bi madeyên hişber û dehan pîlanên din, li dijî Kurdan û neteweyên din di Îranê de bi rê ve birine, û baskê tundajo û reformxwaz û navendgir û hemiyan pêkve tenê hewla xapandina çalakan Kurd dane.

Bîsta salan xebata çekdarî hatibû ragirtin, lê Kurdsitan wêrantir kirine, û kuştar berfirehtir kirine, û tu derfet û senaryoyek bona beşdariya medeniyane ya xelkê Kurd li birêvebirina asayî ya cihê xwe ê jiyankirinê nedan. Komara Îslamî tenê serkut û kuştar û îdam û sivikatîkirin bûne rastiyan heyî!.

Her derheq kurdistana Başûr de jî, Komara Îslamî ne tenê rêzê ji sînor û serweriya Başûşr negirt, belkû heya nav malên hizb û aliyên siyasî de jî çû pêş, û hewl da ku di her tiştî de destêwerdanê bike, û hemû hêzan berde canê hevdu, û di navxwe ya hêzan de jî girûp û desteyên cuda berde canê hevdu, da ku di dawiyê d ejî her hemiyan stûxwar û çav li destê Spaha Quds bike, da ku kêşeyên wan çareser bike, û wan li hev bîne.

Her bi gotina wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, di ware aborî de, Komara Îslamî pîlana vê yekê bi rê ve biriye ku Kurdistana Başûr hertim çavên wê li ser Komara Îslamî bin, ku tiştên herî sade jê re dabîn bike.

Spaha Pasdaran her demekê ku hez kiribe, êrîş kiriye ser Başûra Kurdistanê, û terror û ajawegerî tê de rê ve biriye, û heya bi pîlan û bername berê spaha hov ya DAÎŞ’ê daye Kurdistanê.

Ji aliyekî din ve Başûra kurdistanê bi hemû kêmasiyên xwe ve ku hebin, niha êdî deshilateke naskirî ye, di cîhanê de, p hevpeymanê hêzên bihêz e bedela wan şer li dijî terorê dike.

Bi vê rewşê û herwisa bi vê rastiyê, ku bihêzbûna xebat û şoreşê, li Rojhilatzextê dixe ser rejîmê, û rejîma hov û dijî mirovî ya Tehranê lawaz dike, û lawaziya rejîma Îslamiya Îranê bi qazancê hemû Kurd ekî ye li hemû beşan de.

Herwisa piştî bîsta salan hovîtî û birêvebirina siyaseta tunekirinê, ji aliyê Komara Îslamî ve êdî xelkê Kurd li Rojhilata Kurdistana bêzar bûne, û daxwazkarê detspêkirina xebateke ciddîtir û tevalî li kurdistana Rojhilat bûn .

Bi vêpêkê xebatkarên Kurd, rêbertiya şoreşê û tekoşîna netewyeî, û demokratîk, li Rojhilat, biryara rabûna xebatê dan, û hêza bihêz û xwedîbawer û îradeya hesinîn, ya pêşmerge jî amade û can li ser dest pêş merg û mirinê ket, û bi afirandina destanan li Şino û Kosalan û Mokiryan û Selmasê çirûska rasanê pêxistin, û bi ew qasê canfîdayî ve, qada xebatê bi panahiya Kurdistana Rojhilat germ û bigurr kirin.

Rasan xebata Kurde bo rizgariyê û gihîştina bi pşerojeke ronahî û geş lewra bi tenê bi hêza pêşmerge bi rê ve naçe, û dibe hemû xelk û hemû tex û qat û her yek bi şêwaz û şiyan û îmkanên xwe ve, tê de beşdar bin, û ne eva ku ew piştevanê pêşmerge, belku pêşmerge piştevanê xelkê bo serhildana yekcarî be.

Em di destpêka “rasan”ê de ne, û he rtiştek di destpêkê de, bêguman bi dûr ji kêmasiyan û alwaziyan û tiştên çavnihêrnekirî nabin, û pêşmergê qehreman ê gelê Kurd jî, bi dûr nebûye ji xalên lawaz, û birêvebirina vê xebata tund û qahîm., kêmasî jî tê de hebûne, lê deskewta herî mezin ya rasanê her di detspêkê de moralbexşîn û hêvîbexşîn bûye bi xelkê û zendeqçûna dijminê sereke ê gelê me.

Riya pêşberî me, gellek maye û evraz û nişîvên zaf li pêşberî me ne, div ê riya dijwar de jî me hewcehî bi yekbûna hemû hêz û şiyanan, û beşdariya hemû aliayne ya xelkê û fedakariya zêdetir heye.

Xatircem bin ku xelkê têkoşer û azadîxwaz ê Kurd û hêza pêşmerge bi baweritir û bi pişt û penahê hevdu vê xebatê wê bigehînin encama rohn.

Bo vê armanca sere hevdengî û yekrêzî hewce ye, neteweya Kurd ji me hemiyan xebateke ciddî dixwaze, û hemû aliyên siyasî erk û wezîfeya wan e ku ji caran micidtir di vî warî de kar bikin.

Rast e ku hêza leşkerî ya rejîma Îranê teyar e, û çek û cebilxaneyên pêşkevtî di ber detsên wê de ne, lê rejîm di navxwe de pirr e ji gendelî û navmala wê bi tewahî tevlîhev e, bi awayekî ku heta ji aliyê Weliyê Feqîh ve jî nahê kontrolkirin, û bo gotina wî nakin.

Rewşa wî dia stê navnetewyeî d ejî xirap e, û tu hitbarek di asta cîhanî d etune ye. Siyaseta destêwerdana di nava karûbarên welatên herêmê tûşî şikestê bûye, û aboriyeke xirap, û herifî heye, şerê deshilatê di nava baskên wê de bi tewahî xûya ye, û hevdu qebûlkirin di nava wan de gellek zehmet e.

Hêzên çekdar ên rejîma Îranê, êdî hêza xwedî îman û îdeolojîkî nîni9n, ku xwe ji o wan deshilatdaran bidin kuştin, hekî xebateke binecî bihê kirin, bi baweriya me, bi hêza hemû azadîxwazên Îranê, ûhemû neteweyan, û bi hevdengiya hemû hêzên Kurdistanê em dikarin paşekêşê bi rejîmê bikin.

Ku wisa bû tevegra Kurd tu riyeke din jê re nemaye, berjewendiya gelê Kurd vê yekê ji me dixwaze, ku bi îmana pêşmerge û bi hewla tevalî a civaka Kurdî, em vê xebatê bibin pêş, da ku digihîje asoyeke rohn.

Di destpêka Rasanê de, tevgera Kurd li Rojhilata Kurdistanê çendîn şehîd pêşkêşî baregeha rizgariya neteweya me kirin, ku di vir de em wan bi bî rtînin, û soz didin, ku rê û rêbaza wan bernedin, û berdewam bin û riya wna bidomînin, û me amadeyiya vê heye ku nirxeke zêdetir jî bidin div ê rêbazê de.

Hezraan silav li riha pak ya şehîdên hizb û gel û silav li şehîdên Rsana Rojhilat ku di van du salên dawiyê de, ji Selmasê ve heya Mukiryan û heya ku digihîje Kosalan û Sineya xwînîn canê xw egorî kirin.

Roja Pêşmerge li we pîroz, Ey pêşmergeyên Kurdistanê û ey pêşmerge dost

Serkeve xebata pêkvegirêdana çiya û bajar
Silav li xweragiriya Kurdistanê

Bijî pêşmerge baskê bihêz ê gel

26.09.1395
16.12.2016