Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rostem Cehangîrî : Hewce ye ku xortên Îlam û Kirmaşanê jî tevlî xebatê bibin, û bi awayekî çalakane rola xwe bilîzin, û hêza xwe nîşan bidin, wê demê ye ku em dikarin bêjin şoreşa gelê Kurd giştgîr e, û ji sertaserî Rojhilata Kurdistanê ve xelk tê de beş

23:04 - 6 Gulan 2017

H: Şehram Mîrzayî

Dema ku em bas ji stema neteweyî dikin, eva em qala dîrokeke zêdetir ji 2500 salî û tejî ji dagîrkarî, jînosayd, asîmîlasiyon, Îsti’imar, çewsandin, dûrxistin, girtin, û jinavbirina jîngeha neteweyekê dikin, ku tevî van hemû cinayetan dîrokek tejî ji berxwedan, û şoreşê jê re maye, û bona bidestxistina jiyaneke mirovî û serweriya siyasî di nava bazineya erdnîgariya xwe de tomar kiriye. Ji vê dîroka pirr ji terajidî, di her navçeyeke kurdistanê bi bê cudahiya jeopolîtîkî û herwisa rewşa heyî, ya van navçeyan, em şahidê birêveçûna gellek pîlanên cuda ne ji bo jinavbirina neteweya me. Her di vê rastayê de, bona behskirina li ser rewşa siyasî û civakî a Kurdistanê, û şêweya birêvebirina pilanên dijî Kurd, û wekhevî û cudahiyên birêveçûna van pilanan li du beşên gellek hestiyar û stratejîk ên Kurdistanê ku roleke yekalîker di xebata rizgarîxwaziya gelê me de hene, digel hevalê têkoşer kak Rostem Cehangîrî endamê Deftera Siyasî a PDKÎ, me gotûbêjek pêk aniye, ku deqa vê gotûbêjê weha ye:
Pirsyar: Kêşeya zimanê dayîkê, û hewla hikûmeta Îranê bona jinavbirina zimanê Kurdî li Kirmaşanê û Urmiyê, metirsiya herî serekî ye li ser tevgera Kurdî. Partiyên siyasî û çalakên navxwe bona dijberiya digel vê siyaseta faşîstî çi erkeke wan heye, û dibe çi bê kirin?

Bersiv: Rast e ku rejîmên yek li dû yekê, ên Îranê, berdewam çi di derbazbûyî de, û çi jî niha, hewla wan ew bûye ku şûnwarekê ji zimanê Kurdî di van du parêzgehan de nehêlin, heya çend jî karîbin, hewl dane, ku li sertaserî Kurdistanê de jî, zimanê dayîkê yê neteweya Kurd, kêmreng û asîmîle bikin, û şûnwarên wê bişon. Lê digel hemû van hewlan jî, heya niha jî nekariye ku di vê pilana xwe de serkevtî be.

Nahê kirin, em vê yekê bo bandora hizbên Kurdî vegerînin û bêjin ku ew bûne sedem da ku rejîm di vî karê xwe de serkevtî nebe. Belkû bi baweriya min, bihêzbûna hesta neteweyî ya neteweya Kurd, û şanazîkirina Kurdan bi kinc û kultura dewlemend a xwe, serbarê serkuta bêrehmane ya şoreşên wê, û girtin û îdama xortên wê, sedemek girîng bûye, bona têkşikandina pilana paktawa zimanî û ferhengî, ya vê neteweya mezin.

Kurdên Xurasanê belgeyeke zindî û bihêz û haşahilnegir in, bo vê yekê, serbarê vê ku bi sedan salî ye ku ji wargehê bav û kalên xwe hatine dûrxistin, niha jî dibînin ku ziman û kultura xwe, û ji hemiyê zêdetir hesta xwe ya eteweyî parastine. Di vir de ye ku em dikarin bêjin ku rejîmên faşîst ên Îranê nekarîne, di vê pilanên xwe de serkevtî bin, û hertim di hemberî xortên Kurd de bêçare bûne.

Li parêzgeha Urmiyê de jî, digel vê ku hirûjma faşîstî bo helandina neteweya Kurd, dest pê kiriye, lê Kurd berdewam xweragir û bêminet bûye. Li ser xebata xwe berdewam bûye, û hewla parastina çand û kultur û zimanê xwe daye, û hesta rizgarîxwaziya neteweyî, ne tenê her lawaz nebûye, belkû roj bi rojê di vegeşînê de ye. Her lewra reftara rejîmê di van navçeyan de, li çav parêzgehên din ên Rojhilata Kurdistanê zor çirtir û tundtir bûye.

Diyare ku partiyên Kurdî û bi taybetî PDKÎ li serdema Komara Kurdistanê de, hertim hewla xwe daye da ku ji riya nivîs û belavokan ve, û herwisa ji riya radyo û televîzyonan ve bibe deng û rengê vî xelkî, û girîngî daye ziman û kultur û çanda Kurd, û bûye astengeke bihêz li pêşberî neyarên Kurd, li raserî Kurdistanê bi giştî, û parêzgehên Urmiye, Kirmaşan, Îlam bi taybetî, ku bi ratsî bandora erênî ya xwe jî daniye.

Pirs: Gelo hûn xalên hevbeş û cuda ên di siyasetên faşîstî ên hikûmeta Îranê de, bona jinavbirina gelê Kurd çi ji riya jînosayd û çi ji riya asîmîlasyona çandî di van du beşan de çawa dibînin?

Bersiv: reftar û siyaset û gotara faşîstên Îranê, gellek dişibhe siyaseta faşîstên Tirk û Ereb li welatên wekî Tirkiyê û Îraqa serdema Be’s de, ku bi awayekî eşkere bêhurmetî bi kultur û ziman û bi taybetî kincên Kurdan dikin, û bi çavekî sivik li welatê xwe de hatine mêzekirin, û li îdareyên hikûmetî û karûbarê rojane da , û herwisa li bazar û meclisan de, sivikatî pê kirine, û dikin jî. Herwisa hewl dane, ku vîna wan, û kesayetiya wan bişkînin, û biherifînin.

Di biyavê kulturî û çandî de, hewl dane, da ku zimanê Kurdî qedexe bikin, û nehêlane ku bi zimanê xwe binivîse û bixwîne, û heya baxive jî. Îzna nivîsîn û belavkirina rojname û her cure belavokên din bi zimanê Kurdî nedane Kurdan, da ku Kurd ji xwe bîhanî be, û ji ziman û dîroka xwe dûr bikeve, û hest û soza Kurdane ya xwe ji bîr bike. Lê ew siyasetên dijîgelî, ne tenê her bêbandor bûn, belkû berevajî, bûne sebebkar da ku Kurd zêdetir hest bi berpirsatiyê bike, û baweriyê bi xwe bîne, û di hemberî pîlanên neyarên xwe de bisekine, û wan pûç bike.

Pirs: Çima me nekariye ku di hemberî asîmîlasyona ferhengî ya neteweya xwe de, ku ji serdema Riza şahê Pehlewî ve heya niha bi awayekî çirr dest pê kiriye, siyaseteke rohn me hebe? Bi wateyeke din, çima xebata ferhengî li cem hêzên Kurdî cih û pêgeheke wisa tuneye?

Bersiv: Di serûbendê deshilata Riza şah de, bi vê sedemê ve ku serkut dest pê kiribû, û hêza Kurd gellek çalak nebû,û yan jî eger xebateke Kurdî hebû, tenê di navçeyeke berteng de dima, di vê serûbendê de, li navçeyên başûr û bakûra Rojhilata Kurdistanê de, hizbên Kurdî roleke wisa tê de tunebûn. Lewra karî ku heya astekê pêşrewiyê bike, û heya astekê jî siyasetên xwe bo asîmîlasyona Kurd ber bi pêşve bibe. Lê bi pêkanîna derfeta baş, li serdema Komara Kurdistanê de, û herwisa serdema serkevtina şoreşa gelên Îranê li sala 1357’an de, ew hemû hewla neyarên Kurd bê encam ma, û derket ku hewlên wan heder çûne. Çimkû xortên Kurd karîn li heyama çend salan de, xwe organîze bikin, û di van salan de, di biyavên ferhengî de, bi sedan rojname û pirtûk û belavokên din nivîsandin, û di nava civaka Kurdî de belav kirin, û pêşwaziyeke baş ji hêla xortên Kurd ve ji wan hate kirin, ku ew yek bûne sedema vegeşiyan û bihêzbûna hesta neteweyî û bandor danîn ser biyavê rêkxistin û yekrêziyê di nav Kurd de. Herçend ku rejîmê hewl dabû ku wan dabixe, nivîser û ronakbîran bigrin û wan bixin girtîgehan de, û hukmên dirêjheyam bi ser wan de bisepînin, lê di hemberî hest û soza Kurdan bo xebat ji bo azadî û mafê netewyeî ê Kurd aciz bûn.

Ew dîrok dibêje me, ku Kurd nahele. Serbarê vê ku rastî van hemû êrîşên çandî û siyasî û kulturî bûye, yan ji av û xaka xwe hatine dûrxistin, lê karîne xwe ragrin, rast e ku Kurd negihîştiye mafên xwe ên rewa, lê heya îro rojê xwaragirî kiriye, û berdewam bûye ser xebata bo bidestxistina mafên xwe.

Pirs: Urmiye û Kirmaşan wekî du bajarên mezin ê Kurd ku di warê jepolîtîkî de, hilkewteke gellek girîng -çi bo Kurd, û çi jî bo Îraniyan-heye, her ji serdema avakirina hikûmeta Pehlewî ve heya digihîje serdema hatina ser kar ya Komara Îslamî ya Îranê, armanceke wan ya dijî mirovî û faşîstî hebûye, da ku ji vê riyê ve pêşiya vegeşîna tevgera Kurdî di van du bajarên girîng de bigrin, û erk û wezîfeya me jî, wekî PDKÎ bona pûçkirina vê siyasetê, û vegeşandina tevgera rizgarîxwaziya gelê me çiye?

Bersiv: Bi baweriya min navçeyên Kirmaşan û Urmiyê li Rojhilata Kurdistanê de, hem bo dijminên Kurd, û hem jî bo Kurd di biyavê jeopolîtîkî û hilkewt û hêza mirovî de, gellekî girîng in. Hêza Kurd dibe di van bajarên mezin de xwe organize bike, û bihêz bike. Bi baweriya min di pêşeroja Îranê de, ew çend bajar li kontrola her aliyekî de bin, dikare hejmoniya xwe bi ser aliyê din de bisepîne. Di rastî de hemû ên ku hatin baskirin, bibandor in, di warê erdnîgarî de jî ew navçe ên Kurdistanê ne, lewra hekî ew parêzgeh di pêşerojê de ser bi deshilata siyasî ya Kurdistanê nebin, hekî Kurd hemû mafên xwe jî bi dest bixe, ew deshilat, parastina wê bizehmet dibe, wekî vê ye ku kesek nivîşkan bibe. Ew kes zindî ye û daxive, lê her du piyên xwe ji dest dane, û nikare ser piyan bisekine. Wate Kurd bi bêy wan parêzgehan nivîşkan e.

Pirs: Di qonaxa nû ya xebata rizgarîxwaziya Kurdistanê de, -wate rasanê- ku bajar navenda biryarê ye, çalakên siyasî, ferhengî, medenî ên navxwe, çawa dikarin xwe di rasanê de bibînin?

Bersiv: Li xebata vê carê de, Kurd li sertaserî Kurdistanê tê de beşdar in, û bandora xwe hene, gellek girîng e ku bi hestkirina bi berpirsayetiyê, erka xwe cîbicî bikin, bi bawera min hekî Îlam, Kirmaşan, û Urmiye bi awayekî ektîv rola xwe bilîzin, bi xatircemî ve herwekî ku di du demên dîrokî de hatiye eşkerekirin, wê serkevtinê bo gelê me misoger bikin,ya yekem serdema Komara Kurdistanê, di sala 1324’an de ye. Bi sedema vê ku Îlam û Kirmaşan û li aliyê serê jî Urmiye heya Makûyê têde beşdar nebûn, encama vê ew bû ku xweragiriya desilata Kurdî gellekî lawaz bû. Ya duyem jî di sala 57’an û serdma serkevtina şoreşa gelêb Îranê bû. Dîsan sedemeke lawaziyê ew bû ku ji Kirmaşan û Îlam û Urmiyê ew rola ku diba heban nema. Jiber ku çi di biyavê xak û rûber û hêza mirovî û qaveta aborî de, hekî ser bi deshilata Kurdî bûnaya, ew qas zû têk nedişkest, û di asta navneteweyî de, wê demê wê bandora xwe danîba.

Lewra hewce ye ku xortên Îlam û Kirmaşanê jî tevlî xebatê bibin, û bi awayekî çalakane rola xwe bilîzin, û hêza xwe nîşan bidin, wê dem ye ku em dikarin bêjin şoreşa gelê Kurd giştgîr e, û ji sertaserî Rojhilata Kurdistanê, xelk tê de beşdar e, û hekî wisa nebe, her wekî di bersiva pirsa pêşde min qala wê kir heta hekî di hinek biyavan de jî serkevtin hebin, dîsan jî bêy van herêman, deshilata Kurdî lawaz e.