Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûnkirina hevpar a PDKÎ û Komelê derheq bi îdiayên wezîrê Îtilata rejîma Îranê

19:18 - 8 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, derheq bi angaştên Mehmûd Elewî wezîrê Îtilata rejîma komara Îslamî a Îranê, rûnkirineke hevpar bilavkirin.

Deqa rûnkirinê bi wî awayî ye:

Roja Sêşemî 7’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an beramber bi (5’ê Rezbera 1393’an a Rojî), nûçeyek li medyayan de hatiye bilavkirin ku Mehmûd Elewî wezîrê Îtilata rejîma komara Îslamî a Îranê her di vê rojê de, li parlemana Şêvra Îslamî a rejîma Îranê hat ragehandin ku dezgeha Îtilatê a rejîmê tevî PDKÎ û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, bi armanca kêmkirina zirarên wan aliyane bo rejîmê, hevdîtin pêk aniye.

Di wî warî de hewceye bê ragehandin, bi berçav girtina wan rastiyane ku guherînek bi ser siyaset û kiryara rejîma Îslamî a Îranê hember bi Kurd û mafên wan de nehatiye, heya ku hewce be bi hevre rûniştin bê lidarxistin

Bi wî cureyî hemû aliyekê hayîdar dikin ku ew îdiayên wezîrê Îtilata rejîma Komara Îslamî a Îranê bi qasêkî ku pêwendî bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ve heye, bi temamî neraste û tu rûniştineke me tevî rejîmê tunebûye, belku tenê tu rasipardeyek jî di navbera me û rejîma Îranê de nehatiye guhertin, em bi temamî axaftinên Mehmûd Elewî ku nerast û bêbinema ye bi temamî ret dikin.

Sekretariya
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
7’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an
15’ê Rezbera 1393’an a Rojî