Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Salvegera avabûna Komara Kurdistanê li welatê Otrîşê bilind hate ragrtin

16:04 - 30 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: 71’mîn salvegera avabûna Komara Kurdistanê li bajarê “Viyen” a welatê Otrîşê, di rêûresmeke berfireh de bilind hate nirxandin.

Roja Şemî berwarê 9’ê Rêbendan a sala 1395’an a Rojî, Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê–Otrîşê, bi hinceta 71’mîn salvegera avabûna Komara Kurdistanê, bi pişikdariya hejmarek berçav ji Kurdên her Çar parên Kurdistanê, rêûresmek li bajarê Viyenê lidar xist.

Rêûresmê bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û parastina bêdengiyê bona rêzgirtin ji ruha pakê şehîdan dest bi karê xwe kir.

Paşan peyama Komîteya Hizba Demokrata Kurdistanê ji aliyê berpirsê Komîteya Hizbê li Otrîşê, wate Dr.Ceza Salihî ve hate xwendin.

Dr.Ceza Salihî di peyama xwe serbarê pîrozbahiya ji pişikdaran bi boneya vê roja dîrokî, liser du mijarên damezrandina Komara Kurdistanê di rewşa wî çaxî ya navnetewî û çavaniya avakirina Komarê, û herweha destkewtên Komara Kurdistanê, bitaybetî damezrandna Hêza Pêşmerge û danîna Ala Kurdistanê sekinî.

Navbirî di beşeke din a peyama xwe de basek li ser qonaxa nû ya xebatê, wate Rasan û girêdana xebata bajar û çiya kir, û têde cangorîtî û fîdakariya hêza pêşmerge di her 2 şerên Qereseqel w Sewlawayê de pir bilind û bi buha nirxand.

Di vê rêûresmê de çend hizb û aliyan peyama pîrozbahiyêa xwe pêşkêşî rêûresmê kirin ku, navên wan bi vî awayî ne:

-Yekitiya Niştimanî a Kurdiatanê
-Rêkxiraw a Partiya Demokrat a Kurdistanê
-Hizba Şiyû’î a Kurdistanê
-Nûneratiya Awrûpa û Nemsa a ENKS’ê
-Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê
-Tevgera Gorran

Hêjayî basê ye ku hevalên berê û herweha Partiya Azadiya Kurdistanê jî, di vê rêûresm de pişikdar bûn.

Piştre rêûresmê bi govend û dîlan û sitranên her du hunermend “Nasir Rezazî” û “Sozan Kobar” dawî bi karê xwe anî.