Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke Komîteya PDKÎ li Swîdê serdana Mela Mihemed Ciwanroyî kir

14:52 - 23 Çirriya paşîn 2016

Kurdistanmedia: Şandeke komîteya PDKÎ li welatê Swîdê serdana Mela Mihemed Ciwanroyî kir, û pîrozbahıya kongireyê ji wî kir.

Roja Duşemiyê 1’ê Sermaweza 1395’an, şandeke komîteya PDKÎ li bajarê Îskîlîstona bi serperestiya Hebîb Behramî serdana Mela Mihemed Ciwanroyî endamê Deftera Siyasî ya Partiya Şiyo’î kir.

Di vê serdanê de, vê şandê pîrozbahiya kongireya Partiya Şiyo’î ji wî kir.

Herwisa di navbera vê hevdîtinê de, komeke bas û mijarên li ser rewşa niha ya Kurdistanê bi giştî û gugertinên herêmê bi taybetî û encamên şerê piştî DAÎŞ’ê û çawaniya serderiya digel vê rewşê hatin baskirin.

Di vê hevdîtinê de, herwisa pêdagirî li ser yekîtî û yekrêziya nav mala Kurd hate kirin.