Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke Partiya Sosyalîst a Kurdistana Bakûr serdana PDKÎ kir

16:22 - 11 Nîsan 2018

Kurdistanmedia: Di hevdîtina Partiya Sosyalîst a Kurdistana Bakûr û PDKÎ de, derheqê rewşa Kurd û xebata neteweyî a Kurd nîqaş hate kirin.

Roja Duşemî, 20`ê Xakelêweya 1397`an, şanda “Partiya Sosyalîst a Kurdistana Bakûr” bi serperestiya “Mes`ûd Tek” serokê giştî yê vê partiyê, serdana “Desteya Kargêrî a PDKΔ kir, û ji aliyê heyeteke ji rêberiya hizbê bi serperestiya “Mistefa Hicrî” lêpirsyarê giştî yê PDKÎ ve pêşwazî ji wan hat kirin.

Di vê civînê de, “Mes`ûd Tek”, pîrozbahî ji lêpirsyarê giştî û hizbê bi boneya birêveçûna kongireya 16.mîn kir, û piştre jî “Mistefa Hicirî”, axavtinek derheqê pêvajoya karê kongireyê û guherînkariyên vê pêkhateyê, û herwisa sîstema hizbê pêşkêşî hevalên Partiya Sosyalîst kir.

Di doma vê civînê de “Mes`ûd Tek”, derheqê rewşa Kurdistana Bakûr, û siyaseta dewleta Turkiyê û herwisa dîtingeha xwe derheqê pirsa Kurd di Kurdistana Bakûr de, û herwisa şerê Efrînê û bandora nebaş a vê êrîşê bo ser tevgera mafxwazî a Kurd di Kurdistana Rojavayê de axivî.

“Mes`ûd Tek” herwisa derbarê rikeberiya di navbera hêz û aliyên siyasî yên Turkiyê de, û givaşên wan yên ser siyastên Erdoxan zanyariyên zêdetir dane beşdaran.

Di dawiya wan axavtinên siyasî de, her du partiyan, alîkarîkirin û ji yektir fêmkirina aliyên siyasî yên Kurdistanê, bi faktora berev pêşveçûna piroseya siyasî a Kurd dane zanîn, û bi taybet li ser rêzgirtin ji xebata her yek ji beşên Kurdistanê û bilindnirxandina îradeya gelê Kurd di wan beşên Kurdistanê de ku weke siyasteke rast dikare xebata Kurd bigehîne asteke bilind, û piştevaniya bîrûraya giştî ji bo aliyê xebata Kurd rabikêşe, axivîn.

Di dawiya vê hevdîtinê de, her du aliyan derbarê domandina pêwendî û alîkariyên di navbera xwe de pêdagirî kirin.