Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ beşdarî di rêûresma sersaxiya Şêx Taha Kemalîzade de kir

16:29 - 20 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistamedia: Roja 16’ê Çiriya Pêşîn şandeke PDKÎ bi serperestiya Çiya Elyar berpirsê Pêwendiyên Kurd û kurdistanî û Îranî ên PDKÎ li Swîdê, beşdarî di rêûresma sersaxiyê ya Şêx Taha Kemalîzade de kir.

Di vê rêûresmê de, peyama pirse û sersaxiyê ya PDKÎ ji aliyê berpirsê birêvebirina vê rêûresmê ve hate xwendin, ku di vê peyamê de, serbarê nîşanda hevxemiyê ji bo jidestdayîna vî kesayetiyê welatparêz û ayînî, bas ji çalakiyên vê dawiyê ên pêşmergeyên PDKÎ hatibû kirin, û hêvî hatibû xwestin ku hemû azadîxwazek li dijî rejîma Îranê alîkarê vê xebata nû be.

Di dawiyê de jî têkoşerê navdar ê gelê Kurd, Mamosta Mela Hesen Şêweselî ku kesekî nêzîk û hevalê Şêx Taha bû, basek li ser kesayetiya navbirî kir, û ew wekî kesekî welatparêz û alîkarê PDKÎ û şoreşa gelê Kurd bi nav kir.