Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandekî PDKÎ di konfransa “Komkara Herêmên Kurdistanê” li Berîtanyayê pişikdarî kir

20:58 - 30 Nîsan 2016

Kurdistanmedia: Roja 26’ê Nîsanê şandekî Hizba demokrata Kurdistanê bi serperestiya Akam Rehîmî nûnerê peywendiyên derve yê Hizba Demokrat li Berîtaniyayê, di konfiransekî de bi merema rasipartina daxwazên hevpar ên hizb û aliyên siyasî ên Kurd bo parliman û welatê Berîtaniyayê, pişikdarî kir.

Ev konfirans ji aliyê Komkara Herêmên Kurdistanê û bi pişikdariya hejmarek berçav ji nûnerên hizbên herçar parên Kurdistanê hate lidarxistin.

Di vê Konfiransê de “Mihemed Hacî Mehmûd” ê sekreterê Hizba Sosyalîst ya Kurdistanê û herweha Ebdulla Muhtedî sekreterê giştî yê Komelê û Dr.Îsma’îl Bêşikçî nivîskarê naskirî yê Turk û herweha hejmarek berçav ji nûnerên hizb û aliyên din ên Kurdistanî û hejmarek ji lêkoler û endam parlimanên Berîtaniyayê hate lidarxistin.

Di despêkê de kêşe û astengên ser rêya herçar parên Kurdistanê ketin ber bas û piştre tekez li ser yekrêziya di navbera hizb û aliyên herçar parên Kurdistanê hate kirin.

Di vê konferansê de nûnerê Hizba Demokrat ragehand ku siyaseta Hizba demokrat tevî hizb û aliyên parên din ên Kurdistanê, liser bingeha dostatî û hevkariyê ye, lê bi sedema rewşa siyasî û hewcehiya hebûna têkiliyna tevî welate cîran, nabe bi tu awayekî rêgiriyê ji xebata hevdu bikin.

Di beşek din a konferansê de pişikdar û nûnerên herçar parên Kurdistanê tekez kirin ku mafê gelê Kurd e ku, bi xwe mafê çarenivîsa xwe diyarî bike.

Ev xalên ku nûnerên Kurdistana Rojhilat rasipardeyî konfiransê kirin pêk hatibûn ji:
1-Deshilata Îranê gerek vê yekê qebûl bike ku Îran welatek fire netewe ye, lewra hewce ye ku deshilatek “Federal” li Îranê bê avakirin, daku bikare daxwaziya hemû netewe û pêkhateyên Îranê dabîn bike.

2-Mafê hemû hemwelatiyekî Îranê bi bê ferq û cudahiyên netewî û olî bê dayîn.

3-Gerek mafê Kurdan li Îranê bi fermî bê naskirin û di warê yasayî de mafê vê yekê hebe ku bi zimanê xwe bixwîne û geşeyê bi çanda xwe bide.

4-Piştî guherînkariyên vê dawiyê û bitaybetî lihevkirina etomî, serbarê vê ku Komara Îslamî soz daye ku çalakiyên xwe yên etomî bide sekinandin, gerek hikûmeta Îranê xwe bi berpirsyar bizane li hemberî binpêkirina mafê mirov di Îranê de û herweha zêdebûna perçav ya hukmê Îdamê.

5-Hewceyî basê ye ku qirar waye ku Komkara Herêmên Kurdistanê wan rasipardeyan pêşkêşî parliman û hikûmeta berîtaniyayê û herweha çend welatên din bike.