Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şehram Nazirî xelata stranbêjê herî baş ê Îranê bidest xist

15:06 - 27 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Stranbêjê kurd “Şehram Nazirî” xelata “Tendîs Hafiz” ya stranbêjê herî baş yê Îranî li 15 mîn cejna “cîhana wêneyî” de bidest xist.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, stranbêjê navdar ê kurd û xelkê Kirmaşanê “Şehram Nazirî” bi strana tîtrajî ya dawiya fîlma sînemayî ya “ Îran Bêrgir” ji derhêneriya sînemakarê Lor “ Mesûd Ceferî Cewzanî” li 15mîn cejna sîneme- televîzyonî a “cîhana wêneyî” a Îranê de jib o wergirtina xelatê hatibû berbijarkirin.

Nazirî ji aliyê endamên lijneya dadwerên vê cejna sînemayî ve wekî baştirîn stranbêjê sale yê Îranê li ware sînemayê de hat destnîşan kirin û xelata “ Tendîs Hafiz” jêre hat pêşkeşkirin.

Şehram Nazirî li sala 1328 ji bajarê Kirmaşanê jidayîk bûye û ji ber wê ku li malbatek hunerperwer de bû, diya wî her li temenê zarokatiyê de bi helbest û awazê re daye nasîn û ji ber hogiriya bi mosîqa û hunerê, qonaxên zehmet û dijwar ên mozîkê borandin û niha li warê stranbêjî, awaz danîn û mamostatiya mozîka Îranî û kurdî de çalak e.

Nazirî li jiyê 9 saliyê de yekem bernameya xwe li radyoya Kirmaşanê de birêve biriye li jiyê 11 saliyê de jî, li radio televîzyona Îranê de dest bi strîna lawje û staranan kiriye.

Şehram Nazirî ku bi “ Şiwaliye”yê awaza Îranê hatiye nasîn, li piraniya berhemên xwe de mifah ji helbestên “ Mewlana” standiye.