Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sekreterê gişt yê Hizba Demokrat, serdana buroya Senator Can Mekkeyn kir

14:43 - 6 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Li serdana Mistefa Hicrî, sekreterê gişt yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de ji bo deftera senator Can Mekkeyn, li ser guhertinên vê dawiyê ên Îran û deverê û nerîna Hizba Demokrat I ser pirsên cur bi cur bas û nîqaş hat kirin.

Li gor rapora Kurdistan Media, Mistefa Hicrî, sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, roja çarşemî 3ê Hezîrana 2015an, serdana Can Mekkeyn, senator Komarîxwazên Amerîkayê kir.
Mistefa Hicrî li vê serdanê de, pirsa metirsiya Îranê jib o berjewendiya tev aliyekê, dubare kir û bi mezintirîn astenga ser riya aştî û demokrasiyê li deverê da hesiband û got: nehiştina astenga mezin bi navê Komara Îslamî, hewcehî bi hevkariyên tev alî heye û tenê bi hêzekê nahê cbeckirin.

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana îranê tev îşare kirin bi rola tevdanîkarane ya rejîmê û gurûpên girêday wê li deverê de, ragihand: Hewce ye ku cîhan ji rola tevdanîkar a Îran û ew deskevtên ku li encama lihevhatina navikî de bidest dixe, haydar be û bizanibin ku xelkê Îranê, biçûktirîn qazancê ji vê rêketinê nabîne.

Hicrî li dor raya hin kesan ku jêve ne xelkê ranê ji rewşa vî welatî razîne, got: xelkê Îranê bi giştî û netewên Îranê û bi taybetî, ji rewşa Îranê nerazî ne û gelên ranê ji her derfetekê mifahê distîînin û bêdengkirina xelkê nerazî yên Îranê, nahê wateya razîbûna xelkê ji rewşê.

Sekreterê PDKÎ ragihand: neteweya kurd bi giştî û PDKÎ bi taybetî, şiyana berbirû bûna bi rejîma Îranê re heye, lê jib o bi encamp gihandina vê xebatê, hewcehî bi alîîkariya tevaliyekê heye.
Mistefa Hicrî, li vê serdanê de tevî îşarekirin bi dîroka xebata Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, rewşa xebata neteweya kurd I Kurdistana Rojhiatê de şirove kir.

Hicrî li vê serdanê de, di bersiva pirsiyarek deftera senator Can Mekkeyn de I dor rewşa Îraqê, da zanîn ku, take riya aramî û ewehiya Îraqê û cihgîrbûna aştiyê li vê deverê de, neman û herifîna rejîma Komara Îslamî ya Îranê ye. Rejîma Îranê nîşan daye ku bi tu awayekê reftara xwe naguherîne û amadebûna li ser maseya got û bêjê jî, bi wateya poşmanbûn ji bidestxistina çeka navikî nagehîne.

Hicrî li doma hewlên diplomatic ên xwe I devera Waşington DC de, serdana buroya rêxistina çavdêriya mafê mirov li vî bajarî de jî kir û binpêkariyên mafên mirov I Kurdistana Îranê de anî rojevê.
Tepeserkirina xekê kurd I Kurdistana Îranê û xurtbûna zulm û çewsandinan ji aliyê rejîma ranê ve beşek ji van mijaran bûn ku ketin berbas.

Şandeya PDKÎ nîgeraniya xwe ji piştguh xistina tepeserkirina çalakên kurd nîşan da û ragihand: Serbarê givaş û tepeseriyên berfireh li ser çalakên kurd, lê ew pêtir ji hemû beşên îranê hatiye piştguh xistin û cîhan bi kêmî li ser wan bi deng tê.