Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sekreterê Giştî yê PDKÎ piştevaniya xwe ji kempêyna “Ez jî Şalê Kurdî li xwe dikim” nîşan da

19:40 - 15 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmeda: Mistefa Hicrî Sekreterê Giştî yê PDKÎ derheq bi bêrêziyên nawenda nûçegehaniya rejîmê “ÎRNA”yê bi kincên Kurdî, piştevaniya xwe bo kempêyna “Ez jî Şalê Kurdî li xwe dikim” ragehand.

Mistefa Hicrî Sekreterê Giştî yê PDKÎ roja Duşemî berwarê 23’ê Sermawez a sala 1394’an, bi lixwekirina kincên Kurdî, piştevaniya xwe ji kempêyna navbirî ragehand.

Herweha “Ebdullah Muhtedî” Sekreterê Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê jî, bi lixwekirina kincên Kurdî piştevaniya xwe ji kempêyna “Ez jî Şalê Kurdî li xwe dikim” nîşan da, û sivikatî û bêrêziyên nawenda nûçegehaniya rejîmê “ÎRNA” yê, bi kincên Kurdî, pirotesto kir.

Piştî serdana Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bo welatê Tirkiyê, nûçegehaniya ÎRNA ya ser bi rejîma Komara Îslamî ya Îranê, bêrêzî bi kincên Kurdî kir û Mesûd Barzanî bi “Merdê Şelwarpûş” bi nav bir, û eva jî pêleke nerazîbûnên siyasî di herêmê de bi dû xwe re anî.

Her di vê derheqê de jî çend kesatiyên siyasî û çandî, û civakî ên ne Kurd jî, li hemberî bêrêziyên ÎRNA yê, ya bi kincên Kurdî û, herweha bona piştevaniya ji kempêyna “Ez jî Şalê Kurdî li xwe dikim”, bêrêziyên ÎRNA yê bi tundî pirotesto kirin.

12881.jpg

12882.jpg