Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serxwebûna Kurdistanê nêzîk e

20:27 - 5 Kanûna Paşîn 2017

Hêmin Ebdullah

Beriya çend rojan li Zanîngeha Amerîkayê ya Duhokê li ser serxwebûna Kurdistanê konferaseke girîng hat sazkirin. Herçend min biyar dabû ez di hefteya dawîn a sala 2016an de li ser mijareke rojane binivîsim jî, lê min dît ku bo destpêka sala nû ji pirsa bi salane em ji xwe dipirsin “Serxwebûna Kurdistanê nêzîk e?” ti mijar girîngtir nîne.

Heta nîvê sala 2016 dema behsa serxwebûna Kurdistanê dihatkirin serkirde û rêberên me digotin; “Ev mafê me ye lê hê jî demê wê nehatiye.” Lê meha borî dema operasyona Mûsilê dest pê kir tona dengên wan hat guhertin.

Vê carê mijara serxwebûnê li şûna medyayê li Bexdayê hat gotubêjkirin. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî herî dawî diyar kir ku li gel Tirkiyê hê jî mijara serxwebûnê bi awayekî fermî nehatiye gotubêjkirin lê ev mijar dê salê bê de were gotubêjkirin.

Li gel her tiştî ez bawer nakim ku sala 2017ê bibe sala serxwebûna Kurdistanê. Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn di civînekê li gel rojnamevanan de mijara serxwebûna Kurdistanê weke mijarekê navxweyî ya Iraqê da û got Rûsya naxwaze xwe tevlî karên navxweyî yê Iraqm bike.

Heger mijara serxwebûnê were paşxistin dê rê li ber destwerdanê veke. Li gel vê yekê ra û îradeya iraqiyan nîne li ser mijara pêkve bijîn yan nejîn bidin.

Ew belgename û beyana Emar el Hekîm amade kirî û beşeke mezin a şîe û kurd piştgiriyê dikin, dikare bibe bingeheke baş ji bo gotûbêjen pêkhateyên li Iraqê ji hev çi dixwazin.

Endamekî şanda Kurdistanê ya serdana Bexdayê kirî ji min re got, dema wan li Bexdayê behsa mijara serxwebûnê kiriye şîeyan ji wan re wiha gotiye, “Ji aliyê ve me ve ti pirsgirêk nîne, lê hûn dê çawa Îran û Tirkiyê razî bikin.”

Rastî ew e ku herdu dewletên navborî heta niha serxwebûna Kurdistanê qebûl nekirine. Lê herdu dewlet jî û hemû pêkhateyên Iraqê û hemû hêzên navnetewî baş dizanin bi rewşa û mercên niha Hewlêr û Bexda nikarin bi hev re bimînin.

Ji ber vê yekê ez dibêjim rêveberiya Herêma Kurdistanê di sala 2017an de li ser daxwazkirina serxwebûnê berdewam be.

Lê çareseriya nû ya vê qonaxê ya ji bo pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê ew e, ku Iraq û Kurdistan li ser bingehê konfederalîzmê hev bigrin. Ev yek ti dewletekê aciz nake û hemû alî jî dê jê bixwin.
Kurdan xweserî ceribandin lê dîtin ku di encama rêkeftinan de Bexda bihêztir dibe poşman bûn. Piştre jî fereralizim ceribandin. Dema ku rêveberiyekî wekî ya Nurî Malikî mezhebperest bû desthilatdar me dît ku wî rêkeftin hilweşandin û mafê kurdan nedan. Ji ber vê yekê çareseriya kutayî serxwebûn e.

Eger di vê qonaxê de serxwebûn zehmet be, bi sistema konfederalî ku hikûmetên heremî ji ya navendî bihêztirin, Hewlêr dikare heta heyamekê weke yariya mişk û pisîkê xwe ji Bexdayê bihêz rizgar bike.