Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeş aliyên kurdî yên her çar parçeyên Kurdistanê li Almanê de civiyan

13:04 - 7 Gulan 2015

Kurdistan Media: Desttêwerdanên rejîma Îranê li deverê û beşên din ên Kurdistanê de, kakila axaftina berpirsê komîteya partiya Demokrat li civîna şeş aliyan de bû

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, şandekî Komîteya Giştî ya PDK Îranê li bajarê Koln a Alamanê bi serperestiya \'\'Şehriyar Neqşbendî\'\' roja înê, 11ê banemra 1394an a Rojî(1ê Gulana 2015an) tevî şandekî rêberiya PDK- Bakûr civiyan û li ser komek pirsên taybet bi Kurdistan û deverê guhertina bîr û rayan kirin.

Çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd li Bakûr û desttêwerdanên rejîma Îranê li dor xitimandina vê pêvajoyê beşek ji naveroka dîdarê bû.

Li gor wê raporê, berpirsiyarê Komîteya PDKÎ li Alman di heman rojê de bi cuda li gel nûnerê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê civiya û bas ji têkiliyên dostanê ên di navbera Hizba Demokrat û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê û herweha domandina hevkariyên dualî li Bakûr û Rojhilatê de hatiye kirin.

Li doma serdana berpirsê Komîteya Partiyê li bajarê Koln a Amanê, roja Şemî, 12ê banemra 1394an a Rojî (2ê Gulana 2015an), bi hevrêtî û serperestiya Şaho Husênî, endamê rêberiiya PDKÎ beşdarî li civîna giştî ya Kongireya Netewên Îrana Federal kirin.

Civîna Kongireya Netewên Îrana Federal bo midehê du rojan li bajarê Koln a Almaniya pêk hat û hevkêşeyên siyasî û huhertinên li deverê û bi taybetî rewşa Îranê û rewşa xirab a gelên Îranê û pêpeskariyên mafên wan ji aiyê rejîma Komara Îslamî ve ji basên sereke ên civînê bûn.

Li gor vê raporê roja Yekşemî, 13ê Banemera 1394an a Rojî, Şehriyar Neqşbendî dîdar û civînên xwe bi part û aliyên siyasî re berdewam kirin. Di heman rojê de şeş aiyên siyasî ên kurd êi Koln a Almaniyayê de bihevre civiyan û bas ji çawaniya alîkariyên bi hevdu re kirin.

Li wê dîdarê de berpirsê giştî yê komîteya Partiyê axaftinek pêşkêş kir û îşare bi kumpilo û fitneçîtiyên Rejîma Komara Îslamî a Îranê li deverê,Îraq, Sûriye û Kurdistanê de kir.