Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeve helbestek bo tewahiya devokên zimanê Kurdî li Tehranê birêve çû

15:36 - 3 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Şeve helbestek bi ked û mandîbûna Xwendekarên Kurd bi beşdariya wêjedost û çalakvanên Kurd li zanîngeha Biheştî a bajarê Tehranê birêve çû.
Malpera Xwendekar malpera fermî û zimanhalê Yeketiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê bilav kir, hejmarek ji xwendekarên Kurd ên zanîngeha Biheştî bi alîkariya xwendekarên Kurd ên zanîngeha Tehranê, şeve helbestek bo hemû lehcên zimanê Kurdî li zanîngeha Biheştî a bajarê Tehranê li roja Duşemî 2\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, birêve çû.
Li gor rapora han mamosta û helbestvanên naskirî ên zimanê Kurdî di vê şeva helbestê de amade bûn.
Ew şeve helbeste bi ked û mandîbûna Xwendekarên Kurd ên zanîngeha Biheştî birêve çû ku li gel pêşwaziya xwendekaran û edebdostên Kurd berbirû bûn.