Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sivikatî, alava helandinê

21:17 - 5 Nîsan 2018

Kerîm Perwîzî

Di welatekê de ku çend kultur, netewe û ayînên cuda dijîn, hikûmeta desthilatdar tevî gef û derfetên cur bi cur berbirû ye. Li wan welatan de, bi sedema pir netewîtî, pir çandî û pêkhateya aloz ya civakê ve, jiyana civakî- siyasî û herweha îdarekirina hikûmet û parvekirina desthilat, saman û poanan li nav xelkê de, erkek aloz û pir metirsî ye û her pêngav û piratîkek ku nîşan ji cudahîdanan û bêparkirina hin kes û pêkhateyan bide, dibe sedemek ji bo herifîna baweriya xelkê li hember desthilat û hikûmetê.

Li civaka pir kultorî, netewî û olî ya Îranê de, her yek ji pêkhateyên sereke ên civakê xwe bi xwedî nasnameyek serbixwe û taybet dizanin û tu yek ji wan xwe bi beş yan paşkoya beşa din nizanin.

Her çiqas ku çend dehsal in desthilata serdest li Tehranê de cehda helandin û nehiştina nasnameyên cuda dide û carek bi navê neteweya dîrokî ya xwedî şaristaniyeta kevnar ya Îranî! û carek din bi navê civaka yekdest ya îslamî ya Îranî! xwestine ku nasnameya civaka rengîn ya akinciyên Îranê yekdest nîşan bidin, lê ne Kurd xwe bi Fars dizanin û ne jî Ereb xwe bi şopînerên neteweyek din dizanin û ne jî, tu ol û ayînek din xwe bi paremayî û ayîna din bi pêşketî dizane.

Di civakek wusa û erdnîgariyek siyasî ya weha de, hikûmetek dadperwer a pêkhînerê wekheviyê di navbera neteweyan de ku hemû pêkhate bi awayek yeksan bihevre têde beşdar bin, dikare bi hemû aloziyan re bigihîje û gav bi gav girêhişkên dîrokî veke û di pirosesek demdirêj de, cehdê ji bo nehiştina şûnwarên tepeserî, sivikatî û bêpariya netewî û ayînî bide.

Lê di gotar û hizra desthilata Tehranê de ya ku heya niha cih negirtiye, bi yek çav dîtin û nihêrtinek wekhev e ji hemû neteweyan!
Desthilata Tehranê çi bi navê îdeolo jiya Wilayeta Feqîh û çi li jêr navê şaristaniyeta kevnare Îranî! hewl û xebat kiriye ku înkara cudahiyan bike û nasnameyek destçêkirî bi ser hemû erdnîgariya Îranê de ferz bike. Lê ji ber wê ku ev pênaseya destçêkirî rastîn nine û li nav hinavên civaka pirpêkhateyî ya Îranê de derneketiye, ji bo sepandinê hewcehî bi tepeserî û helandina nasnameya neteweyên ne Fars û ayînên derweyî Şîeya Wilayeta Feqîh hebûye û yek ji alavên tepeseriyê ku mifah jê standine, sivikatî bi nasnameya netewe û ayînên din bûye.

Bi dehan sal in ku pêvajoya han berdewam kiriye û bi sedan hezar çîrokên tejî sivikatî li jêr navê henek û qers li dijî neteweyên xeyrî Fars û ayînên cuda de çê kirine û bi sedan fîlm û pirogramên televîzyonî li her du serdemênPaşatî û Wilayeta Feqîh de weşandine, û mînaka herî davîn jî, li bernameya Newrozî ya îsal (1397) de ye li jêr navê “Paytexet”ku nerazîbûna neteweyên derweyî Farsan bi dûre hatiye.

Sivikatî bi nasnameyên din û bi sivik, paremayî û cihê şermezarzanîn û nîşandana wan, alava destê desthilata faşîstî ye ku dixwaze neteweyên derweyî Farsan û ayînên derweyî Şîeya Wilayeta Feqîh biçok de bîne, dagîr bike û paşan jî dûr bavêje. Lê ev metod ji siyaset û desthilatdariyê, ne tenê neteweyên zulmlêkirî û jêr stem yên Îranê biçokde nahîne, belkî tenê kerb û kîna zêdetir li nav civakê de diçîne û siberoj e ku bahoz jê berhem tê.