Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sivikatiyên rejîma Komara Îslamî bi olê Yarsan, di meşeke nerazîbûnê de li welatê Almaniyayê, hate şermezarkirin

15:21 - 14 Adar 2016

Kurdistanmedia: Meşeke nerzaîbûnê li hemberî sivikatiyên rejîma Tehranê bi peyrewên ola Yarisan, û herweha bona piştevaniya Yarsanan li Kurdistanê, li welatê Almaniyayê hate lidarxistin.

Li gorî nûçeya gehiştî destê Kurdistanmediayê, roja Yekşemî berwarê 13’ê Adara 2016’an, komîteya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê li welatê Almaniyayê, maşake nerazîbûnê li dijî sivikatiyên Komara Îslamî ya Îranê bi peyrewên ola Yarsan, û bitaybetî xûşk û birxyên Yarisan li Kurdistanê, li bajarê Hamborgê lidar xist.

Di vê meşê de ku hejmarek berçav ya endam û alîgirên Hizba demokrata Kurdistanê, û herwha Kurdên Kurdistana Rojava û xelkê Azadîxwaz pişikdar bûn, belavokek ku bi zimanê Almanî hatibû çapkirin, di nava hemwelatiyên Almanî de hate belavkirin.

Her di vê derheqê de meşeke din a nerazbîbûnê, di heman rojê de li bajarê Firankfort a Almaniyayê, û liber deriyê balyozxaneya rejîma Îslamî ya Îranê, hate lidarxistin.

Xwenîşanderên bajarê Firankfortê, name xistin nava sindûqa postî ya baluozxaneya rejîma Îslamî ya Îranê, û herweha bi dana dirûşmên curbicur, kiryarên hovane yên rajîma Îranê, pirotesto kirin.

Piştre peyama komîteya Hizba Demokrat a Kurdistanê li Almaniyayê, û herweha Yekitiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îarnê, ji aliyê Kejal Neqşbendî berpirsê Yekitiya jinan ve hate xwendin.