Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şoreşa Agirî

13:32 - 29 Hezîran 2015

Şehab Xalidî

Piştî vê ku dewleta Tirk şoreşa Şêx Se’îdê Pîran serkut kir, û dawî bi vê şoreşê hat, xortên Kurd nehêlan ku rêbaza Şêx Se’îdê Pîran bê rêvîng bimîne. Eva bû ku Rêkxistina Xoybûnê biryar da ku dest bi organîzekirina şoreşeke din li dijî dewleta Tirkiyê bike, ew dewleta ku bi tu awayî amade nebû mafên Kurdan qebûl bike, û diruşma yek ala, yek xak, yek ziman û yek netewe bilind kiribû, û radigehand ku her cihekî sernîzeya Tirk hebe, nabe kes daxwaza mafê xwe yê neteweyî bike.

Di vê çarçoveyê de, Îhsan Nûrî Paşa û Biro destên xwe dane hev, û çiyayê Agirî kirin nawenda şoreşa li dijî zordariyê. Wan di sala 1926 û 1927’an de dest bi komkirina ciwanan li dewra hev kirin, û bi xwe jî civînek li dar xistin, û di vê civînê de marşeke taybet, û alaya Kurdistanê (ku li gora nivîseke Îhsan Nûrî Paşa bi xwe, ew alaya Kurdistanê ji rengê sor li aliyê serê, rengê spî di nîvekê de, û rengê kesk li aliyê xwarê pêk hatibû, û tîrêjên rojê jî di nîveka alayê de hebû) pesend kirin, û biryara alîkarî û dostatiya bi Ermeniyan re hate dayîn ku bê guman biryareke cesûrane û di cihê xwe de bû, û Îhsan Nûrî Paşa jî wekî fermandarê giştî yê tevgera Agirî hate diyarkirin, û Biro jî bû berpirsyarê karûbarê siyasî ê vê tevegrê.

Dewleta Tirk di hemberî van hewldanên tevgera Agirî de bêdeng nema, û di meha Hezîrana sala 1930’î de êrîşeke pirr mezin (li gora nûçeyeke rojnameya “Cumhuriyet” êrîşek ku ji 6o hezar leşker û 6 hezar jandirmeyên Tirk û 100 balafiran pêk hatibû) kirin ser vê tevgerê. Lê berxwedaniya şoreşgerên Kurd ên li ser çiyayê Agirî ew qas cesûrane bû, ku bala rojnameyên wê demê bo aliyê xwe rakêşa, lê mixabin Kurd bê piştevan bûn û berjewendiya dewletan di piştgiriya Kurdan de nebû, û tenê çiya bûn ku pişt û penayê şoreşgerên Agirî bû.

Lewra jî wan bi îman û baweriya ku bi xak û welatê xwe hebûn, li ber xwe dan, û karîn hêzên dewleta Tirk têk bişkînin. Lê dewleta Tirk di dawiyê de ew der dorpêç kir, da ku xwarin û vexwarin negihîje destên wan, lewra Îhsan Nûrî Paşa xelkê sivîl ên ku li cem wan bûn, derbazî Îranê kirin da ku nehêne kuştin, û rêvebirên tevgerê jî cihê xwe guherîn û çûne herêmên Abaxan, Bûlanix û Zîlanê. Lê şoreşa agirî di dawiyê de hate serkutkirin.

Ji bîra me neçe, kesên ku di serokatiya şoreşa Agirî de bûn, mirovên gellek neteweyî bûn, û ji bo wan sînorên destçêkirî tu wateyeke tunebûn, bo mînak yek ji serkirdeyên şoreşa Agirî bi navê Ferzende Beg, ku di sala 1925’an de beşdarî Serhildana Şêx Se’îdê Pîran bûbû, piştî têkşikana serhildana Şêx Se’îd, digel 150 siwarên xwe derbasî Îranê bibû, û mil bi milê Simkoyê Şikak xebat li dijî dewleta Îranê kiribû. Navbirî piştre ku şoreşa Simko têk çûbû, hate Bakura Kurdistanê û digel hevalên xwe şoreşa Agirî bi rê ve birin.
Biroyê Heskê Têlî jî heta, di payîza 1932’an de ku şoreşa Agirî têkçû, xwe teslîm nekir, û di çiyayên li ser sînorên Turkiyê û Îranê de, bi herdu dewletan re şerên girîng kirin.

Lê mixabin navbirî digel hevjîna xwe, ji aliyê çend îxanetkaran ve hatin kuştin.

Îhsan Nûrî Paşa jî ku di bûyera hatûçûnê de cane xwe ji dest da, herçend ku di Îranê de dima, lê tu carî pişt li gelê xwe nekir, û li Îranê de dest bi nivîsandina pirtûkekê li ser şoreşa Agirî û pirtûkek jî li ser jiyannameya xwe kir. Her wisa navbirî bi kesên Kurdperwer re pêwendiyên baş danîbû.

Bo mînak navbirî di dema havînê de gellek caran serdana malbata Dr. Qasimlo dikir, û di gundê wan de dima. Lewra malbata Dr. Qasimlo jî piştî mirina navbirî çûne Tehranê û di serxweşiya wî de beşdar bûn. Herwisa Îhsan Nûrî Paşa jî yek ji wna kesayetiyan bû ku serdana Simkoyê Şikak kiribû, û piştî vê ku Simko çûbû Kurdistana Başûr, ew ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatibû girtin, û ber bi Zencanê ve hatibû dûrxistin, lê navbirî karîbû ku xwe ji detsên wan rizgar bike, û here Kurdistana Bakûr û li wir şoreşa Agirî li dijî deshilata Tirkiyê dest pê bike.