Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Swêd/ Li ser pirsa pêwendiyê Herêma Kurdistanê û welatên cîran semînarek bi rêve çû

19:35 - 14 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Komîteya PDKÎ li Stokholmê, bi pişikdariya Dr. Xalid Xeyatî û Dr. Êdrîs Ehmedî û Azad Xerîb nûnerê Tevgera Goranê, semînarek bi navê “Pirsa pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û welatên cîran li hola ABF li bajarê Stokholmê birêve bir.

Li gor raporta malpera Kurdistanemdia, di vê semînara ku roja Şemî 10’ê Çileya Paşîn a 2015’an de bi rêve çû, li destpêkê de Dr. Xalid Xeyatî mamostê zanista siyasî basek li ser pirsa dîplomasî pêşkeş kir û di dirêjahiya axaftina xwe de dîplomasiya Herêma Kurdistanê şirove kir.

Piştre Êdrîs Ehmedî mamostayê zanîngeha Stokholmê di liqa zanista siyasî, li ser aliyên li Tirkiyê, Îran û Kurdistanê rola wan li ser pêwendiyê dîplomasî heye, gotinek pêşkeş kir.
Navborî tekez kir ku di Herêma Kurdistaê de aliyeke diyar nine ku li ser siyaseta derve û pêwendiyan biryar bide.

Herwuha Azad Xerîb Nûnerê Tevgera Goran hinek mînakên rastîn li ser dûberekî bûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê anîne ber bas û ew mijare weke xaleke nerînî li pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û welatê cîran de wesfand.

Di wê pêwendiyê de her yek ji amadebûyên semînarê nerîn û pêşniyarên xwe anîne ziman û ji aliyê korgêrê ve bersiv hat dayîn.