Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Swêd/ Şandekî PDKÎ di semînara parlemana Kurdistanî de pişikdarî kir

13:32 - 19 Şibat 2015

Kurdistanmedia: Semînareke berfireh, bi pişikdariya heyetek ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi serperestiya Enver Kakayî û şandek ji parlemana Kurdistanê û hejmareke zaf ji partî û aliyên siyas, çivakî , wejeyî li welatê Swêdê bi rêve çû.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Duşemî bervara 16’ê Şibata 2015’an, komîteya harîkarî ya hêzên siyasî ên Kurdistanê bi alîkariya nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fidrasiyona Komeleya Kurdistanî semînareke berfireh bo şanda parlemana Kurdistanê li welatê Swêdê bi birêve bir.

Di destpêka semînarê de bi ragirtina deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij yê şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Piştre çend gotinek ji aliyê Sosen Kurdistanî seroka Fidrasiyona Komeleya Kurdistanî bi du zimanên Kurdî û Engilîsî hatkirin.

Piştre ji aliyê Mihemed Ehmedî serokê komîteya harîkarî ya hêzên siyasî ên Kurdistanê bixêr hatina amadebûyan û bi xasmanî şanda parlemana Kurdistanê hat kirin û paşan gotara xwe pêşkeş kir.

Herwuha daxwaz ji serokê Parlemana Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed hatkirin ku li ser rewşa Herêma Kurdistanê û û bûyerên wan dawiyane ku hatine pêş axaftinek pêşkeş bike.

Di dawiyê de hejmarek ji amadebûyên pişkdar ên di wî semînarê de li ra û bûçûnan û rexne û pêşniyaran de beşdarîkirin û ji aliyê serokê parlemana Kurdistanê ve bersivan wan hat dayîn.