Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Swêd/Simînarek bi boneya 22’emîn salvegera şehîdên Mîkonûs bi rêve çû

16:00 - 24 Îlon 2014

Kurdistanmedia: komîteya partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Swêdê, simînareke taybet bi boneya şehîdên Mîkonûsê lidarxistin û ew boneye bilind nirxandin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Şemî 20’ê Îlona 2014’an, simînarek seba 22’emîn salroja şehîdkirina Dr.Seîd Şerefkendî û hewalên wî, Fetah Ebdulî, Humayon Erdelan û Nûrî Dêhkurdî, di Sitokholm a paytexta Swêdê, bi pişikdariya çend endamekî rêberî yê PDKÎ û endam û alîgirên vê Partiyê û beşek zor ji Kurdên akincî yên welatê Swêdê, herwisa nûnerên partî û alîgirin siyasî û kesayetiyên navdar yên wî welatî hat lidarxistin.

Simînar bi xandina marşa neteweyî a “Ey reqîb”û deyqeyek bêdengî bi hurmeta Şehîdên Kurdistanê, bi xasmanî şehîdên Mîkonûsê dest pê kir.

piştre ji aliyê rêveberê simînarê ve bi mêhvanan, hemû aliyên PDKÎ û aliyên siyasî û sivîlên di hemû rengî de, xêrhatin hat gotin.

Pryama komîteya Swêdê ya PDKÎ di wê simînarê de ji aliyê Enver Kakayî, berpirsê simînarê ve hat xandin.
Kakayî di peyama xwe de wiha got: “Em li wir kom bûne heya ku wê cinayeta hovane û dij mirovayetî, protesto bikin û kîn û nefreta xwe ji terorîzm û rejîma terorist perwer ya komara Îslamî nîşan bidin û rênedin heya ku ew tavana rûreş a rejîma Îslamî bê bîrkirin.

Kakayî di beşek din di peyama xwe de işare bi vê hindê kir ku Dr.Şerefkendî ew sekreterekî bi wec û jêhatî bû ku piştî terora rêberê mezin Dr.Ebulrehman Qasimlo, rêbirina PDKÎ’ girte stûyê xwe û bi xurtbûn û jêhatî bûna xwe ev erka mezin bi rêve bir û alaya xebata rizgarî xaza PDKÎ’ bilind hilgirt û rêneda pîlanên dij mirovane yên rejîma axundî ya Îranê ser bikevin.

Di beşa duhem a simînarê de, Qasim Qehremînî û Muhemmed Mohtedî, axiftinek bi vê boneyê pêşkêş kirin.

Peyamên partî û aliyên ku bi boneya 17’ê Îlonê bo simînarê şandibûn:
- Peyama fidrasiyona civatên kurdistaniyan li welatê Swêdê, ji aliyê Pirşing Tevana
- Peyama komîteya alîkariya hêzên siyasî yên kurd û Kurdistaniyan ku pêkhatibû ji 27 partiyên Kurd, ji aliyê Rizgar Seîd ve
- Peyama tevgera Goran ji aliyê Fayêq Serçinarî ve
- Peyama 3 ê rêkxirawên medenî yên Yarsanan ji aliyê Elî Esxer Xusrewî ve

Birûskeyên matemîniyan:
Birûskeya matemîne ya kongireya neteveyên Îrana Fidiral
Birûskeya matemîne ya PDKÎ lijneya devera Partiya Swêdê
Birûskeya matemîneya yeketiya Niştimana kurdistanê a komîteya Swêdê
Birûskeya matemîneya Komeleya Şorişgêrê zehmetkêşên Kurdistanê /komîteya Sitokholmê
Birûskeya matemîneya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê/Swêd
Birûskeya matemîneya PDKB/Swêd
Birûskeya matemîneya Yeketiya ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê/Swêd
Birûskeya matemîneya Yeketiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê/Swêd