Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tagirên Rasanê

20:18 - 5 Kanûna Paşîn 2017

Kerîm Perwîzî

Rasana Rojhilat, qonaxa nû û fesleke din e ji pirtûka pirr rûpel, û paja Kurdistana Rojhilat, ku bi dehan sal e, li dijî stemkariyê û bo selmandina îradeya neteweyî û mirovî ya xwe têdikoşin, û qurbaniyê didin û şanaziyê tomar dikin, û hemaseyan diafirînin.

Ew fesla ji kitêba Xebat di Pêxema Azadiyê de, fesleke dijwar û di heman demê de, fesleke pirr ji rûdaw û diyarde û remz û sirên nû ne, û pêwîstî û û derfet û gefên nû pê re ne. Xebata Kurd û Kurdistanê di pêxema azadiyê de, û bo gihîştina bi rizgariya neteweyî û civakeke azad û geşekirî, xebateke yekalî ye, û di pêxema berjewendiya tenê çîn û girûpekê de nîne, xebateke demkî û di qonaxeke zemanî ya taybetî de nine, ku girêdayî rewşa taybetî ya navçeyî û derdorê be, ku dem derbaz bû, êdî şûnwarek ji germahiya wê nemîne, û bibe arê nava keleman de.

Xebata neteweyekê ye ku mafê wê hatiye zewtkirin, û neteweyek e ku dixwaze wekî hemû neteweyên cîhanê, di pêxema wan de bi azadî û yeksanî bijî. Azadî jî tenê azadiya siyasî ya tak nagre, belkû sertir ji vê, manaya îradeya azadiya jiyanê û biryarê dide, ku çi wekî tak û çi wekî tex, û ji hemiyan meztir, neteweyek e ku mafê cewherî hene, ku azad bijî, û hebûna xwe li ser xaka xwe bi xeyal û nasname û îradeya xwe ve biselimîne, û bineqişîne.

Xebateke bi vî awayî dirêjheyam û pirr naverok, û çav li asoyeke geş û dûr û rohn, tenê li ser milê girûpek û çînekê nine. Xebat bo berjewendiya girûpeke taybet jî nine, û di dawiyê de xebatek e ku hemûwekî mirovekî azad û şayî bi xwe û yeksan, di nîştimaneke geş û azad d pêkve bijîn.

Di vir de ye ku em digihîjin vê binemayê, ku Rasana Rojhilat bi ezmûn ji feslên din ji kitêba xebat di pêxema azadiyê de, û bi lênêrîna ji demsalên pêşiya xwe, dixwaze bi moral û hêzeke bibandor ve pêşve biçe. Dibe hemû tex û qatên civaka Kurdistanê bigre xwe, û di vê xebatê de cemawerê Kurdistanê ku hêz û îrade û çavkaniya cihê baweriya rasteqîne ya xebatê ne, bi hemû aliyekî ve, tê de beşdar bin, û her girûp û çîn û texek bi şêwaz û bi riya berdest û bi nirxdan di pêxema azadiyê de, erk bigrin stûyê xwe, û mohra xwe li ser xebatê bidin, û bi vî rengî hemû civaka Kurdistanê pêkve wekî netewyeke mafxwarî û xwedî îradeya xebatkarane, berbin canê dijminan, û gund û bajar bi wateya xwe ya rastîn, pêkve van xetên dîroka xebatê binivîsin.

Cemawerê Rasan pêk tê ji hemû tex û qatên civaka Kurdistanê. Cemawerê Kurdistanê xwediyê pîşe, û endazyar û nivîskar û hunermend û jin û law û xwendekar û bazergan û kedkar û cotyar û baxevan û dukandar û karsaz û ronakbîr û mamostayên ayînî û …hwd û hemû ew kesane ne, ku di kurdistanê de, sivikatî bi nasnameya wan hatiye kirin, û dilê wan bo azadî û bo bexteweriyê lê dide.