Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tehrîm di pêxema siyasetkirinê de

00:13 - 23 Gulan 2017

Areş Salih

Yekem, Komara Îslamî bi tu awayekî di Kurdistanê de xwediyê tu rewayiyekê nebûye û nine, lê! -di vir de “lê”yek heye, ew jî ew e ku handana xelkê bo beşdariya di hilbijartinê de, û hêvîdarkirina wan bi beşek ji vê pêkhateyê rewayiyê bo deshilatê nû dike. Rewayî babetek nine ku bi yekcarî rû bide, û tewaw be, belkû rewayî di derbazbûna demê de, tûşî kirîzê dibe, û kirîzên wê çareser dibin. Bo mînak Komara Îslamî ya Îranê piştî hilbijartinên sala 1388’an tûşî mezintirîn kirîza rewayiya xwe bû, lê di bestêna zeman de, ji wê demê ve heya niha destpêkê bi serkut û piştre jî bi rakêşana xelkê bo ser sinduqên dengdanê ew kirîz heya radeyeke berçav çareser kiriye. Lewra gellek şaş e, hekî tenê bêjin ku Komara Îslamiya Îranê rewayiya wê tuneye, û ew “lêbelê”yê em nebînin.

Duyem, mijara hilbijartinê li Îranê bi giştî û li Kurdistanê bi taybetî civak tûşî barekê kiriye, ku em dikarin navê wê danin, “retkirina siyasetkirinê”. Di vê rewşê de, mijara siyasetê bi sedema pirsa hilbijartinê, li Îranê dikeve derve. Wate çalak û ên ku mijara siyasetê bo wan xwediyê girîngiyê ye, bi beşdariya di hilbijartinê de, hest bi vê dikin, ku mijûlî siyasetkirinê ne, lewra hevdem digel wan zext û givaşên ku pêkhate dixe ser wan, xwe ji mijara siyasetê diparêzin, wate çalak yan hevwelatî bi mijûlbûna bi sîbera siyasetê li ser dîwarê eşkewtan-bi têgihîştina Eflatonî-nahê kirin ku bîr ji siyastê bixwe bikin, hevdem jî zincîra pêkhateyê jî ew wisa girê dane, ku şiyana vegeriyan û çavxişandinê bo cihekî din nine.

Ya sêyem, li derve mana mijara siyasetê bi sedema mijara hilbijartinê, yan xweparastina ji siyasetkirinê xwe di bizavên civakî de nîşan daye. Tevgerên curbicur û civaka medenî îro rojê li Kurdistanê û li Îranê ketine bin barê mijara hilbijartinê û yan bi sedema vê mijarê du parçe û çend parçe bûne, yan êdî tu basek pê nînin, yan çalakiyeke wan nine, tenê mijara hilbijartinê nebe.

Ya çarem, beşdariya di hilbijartinê de, yekem pêngav e bo berdewambûna rewşa niha. Yek ji metirsîdartirîn encamên retkirina siyasetkirinê jibîrkirina rexneyan li rewşa niha û nemana xwest bo guherînkariyê ye. Yên ku her car bas ji beşdariya di hilbijartinê de dikin, mezintirîn hokaran bo beşdariya xwe vê dizanin ku li egera beşdarînekirinê de, rewş xiraptir dibe. Wate beşdariyê di hilbijartinê de bo ragirtina rewşa heyî bi baş dizanin.

Pêncem, tirs emraza faşîsmê ye. Faşîzm jî hevalê dest di nav destê ketina tengaviyê ya siyasetkirinê ye. Tirs ji koçberî, tirs ji Amerîkayê, tirs ji Reyîsî û tirs ji Ehmedînijad. Xwe radestkirina bi vê tirsê di civakê,yekem pêngav e bo vekirina derî li hemberî faşîsmê de. Di sala 1384an de, heya niha îslahteleb roj li pey rojê, wekî stratejiya muhendisiya civakî ya xwe, zêdetir ji her demekê hawara xwe dibin ber tirsê. Ya ku di du dehikên borî de û bi hatina Rûhanî û zêdebûna rengê pembeyî bi rengê kesk ve rû da, popolîsm e. Hekî Ehmedînijad sembola popolîzma rast li Îranê de bû, eva Rûhanî sembola popolîzma çep e. Popolîzm emrazeke din a faşîzmê ye, lewra niha li ber nebûna hestiyariya civakî li çav nîşaneyên faşîzmê, zêdetir ji her demekê vê gotinê em dikarin bikin “dengê piyê faşîzm”ê.

Ya şeşem, destpêka rasanê û nûbûna xebatekê ku xwediyê xwesta guherînkariyê ye, hilgirê bernameyekê û altirnatîvekê ye ku li bihêzbûna rola Kurd li Kurdistana Rojhilat û “bûn bi hêz” kurt dibe.

Tehrîma hilbijartinan bo hêzên Kurdistanî ku hêza pêşmerge anîne ser sînor û di vê derheqê de, mijûlî destpêkirina xebateke nû ne, liv û tevgereke taktîkî ye bo vê dibe ku yekem, derfeta pêwîst bo vegeşandina zêdetir ya vê alternative di nav civakê de bihêz bikin, û ya duyem jî potansiyela hêza mirovî û enirjiya civakî bo bihêzkirina birêveberên vê alternatîvê zêdetir be.

Lewra bi tehrîma hilbijartinê, em tenê li pey vê nînin ku em bêjin Komara Îslamî rewayiya wê nine, belkû em li pey vê ne, ku yekem pêşiya piroseya rewayîdaneke din bi sîstemê bigrin, û ya duyem jî em bikarin rewşê xweş bikin, bo alternative, bo rexnekirina rewşa niha, û di peyvekê de, em bîr ji siyasetkirinê bikin.