Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teyîmûr Mistefayî: Rejîma Îranê dixwaze Yarsanan ku pişkek ji netewa Kurdin, ji naw bibe

14:50 - 9 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Teyîmûr Mistefayî endamê Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ragehand, rejîma Îranê hertim bêrêzî bi peyîrewên ayîniyan kiriye û ev bêrêzîkirinane bi ola Yarî bandoreke nerênî li ser hibijartinê tê hebe.

Piştî ev ku du hevwelatiyên Yarsan seba bêrêzîkirina rejîma Îslamiya Îranê bi ayîna Yarî agir bi xwe berdan û di encam de yek ji wan mir û evê din ji saxlemiya vî nebaşe, narizayetî û xwenîşanda ji bajarê Sehne û cihên din çêbû. Malpera Kurdistanmedia bi hevce zanî ku li ser vê pirsê li gel Teyîmûr Mistefayî endamê Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hevpeyîvînek biket.

Rêzdar Teyîmûr Mistefayî li vê pêwendiyê de got: Diyare di nav rejîma Îslamiya Îranê de bêrêzîkirin bi ayînan û bi kesan tûştekî teze nine û dîrokekî dûr û dirêj di nav sîstema rejîma Îranê de heye û herweha got: Çend sal berî niha jî em şahîdê vê ne ku li bajarê Mîyandav û Urmiyê jî bêrêzî bi ola Yarî kirin.

Mistefayî eva jî anî ber bas: Rejîma Îranê bi wan karane dixwaze vî olê bi fermî nenase û wusa ji Yarsanan bike ku ji ola xwe peşîman bin û her çend heya niha bi giştî nekarîne bandor li ser civaka Yarsanan hebe û Yarsanan jî li pişkekî zaf ji Kurdistanê de ne û cihên û pêgeha tayîbetiya wan heye.

Endamê Deftera Siyasî a PDK Îran ji ber evê Yarsan çend qatin zilm ji wan tê kirin çumku Kurdin, eva anî ser zimn, ev bîr û baweriye bi tewahî raste, Yarsan ji ber vê ku Kurdî û ola van Yarî ye bi berdewamî zilm ji van têkirin û niha jî wusa lê hatiye ku rejîma Îranê yarî bûn bi sûçek mêze dike û bi hemû avayekê ku hevce be berengariya gelê Kurd dibît û li vê rêyê de dixwaze Yarsanan ku pişkek ji netewa Kurdin ji naw bibet û asimîle biket.

Birêz Mistefayî pêwendî bi geşedana narizayetiyan li ser vî bawerê ye, Yarsan û peyrewên ola Yarî hevceye vê bêrêziyê ba avayeke hemû aliyan bi xwe bên û hemberî ev zilm û zoriyane bisekinin û hevceye ev hereketa xwenîşandanê ji aliyên xelkên bajarên din jî pşêvazî bihêkirin û ev herekete di paşeroj de çiqvedayî dibe.
Hêja Teyîmûr Mistefayî di lihevdana xwe de bo malpera Kurdstanmedia got: Ev bêrêziye bêguman kargeriya xwe li ser hilbijartinên rejîma Îranê de hebe û bandora xwe li ser Yarsanên Hemadan, Qesra Şîrîn, Dalaho, Miyandav, Kirmançan û Sehne û cihên din yê Kurdistanê hebe û Xelkê van cihane baweriyeke wusa bi vî rejîmê namîne.