Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Turkiye ber bi hilbijartinek din a çarenivîssaz

15:13 - 11 Çirriya pêşîn 2015

Hêriş Kerîmî

Hilbijartina parlemêntoya Turkiyê ku di 7’ê Hezîrana 2015’an (17.03.1394) de hate lidarxistin û, tê de %84 ji dengderên Turkiyê anî ser sindûqên dengdanê û bi vî awayî qedera partî, lîste û aliyên serbixwe ên welatê Turkiyê zelal û yekalî kirin û, partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ku heyama 13 salan piraniya reha ya dengên parlemêntoya Turkiyê ji xwe re misoger kirinbûn, di 25’mîn gerra hilbijartinan de piraniya xwe ji dest da, û herweha Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku wekî partiyeke Kurdî li Kurdistana Turkiyê tê hesibandin, bi awayekî berçav li gorî hilbijartinên berê dengên xwe zêde kirin û, karî ku berbesta %10 bişikîne û derbas bike.

Encama hilbijartinên Parlemêntoyê (2015)
-Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) 258 kursî
-Partiya Gel a Komarî (CHP) 132 kursî
-Tevgera Neteweperest a Turkiyê (MHP) 80 kursî
-Parta Demokratîk a Gelan (HDP) 80 kursî
Bona pêkanîna kabîneya hukûmetê û avakirina qewareya dewletê di welatê Turkiyê de, hewce ye ku aliyek 276 kursiyan bi dest bixe, eva jî piraniyek bû ku di heyama 13 salên derbazbûyî de AKP’ê bi tenê bi dest dixist, û hikûmet ava dikir. Niha piştî derbazbûna 2 heyvan bi ser encamên hilbijartinan de, AKP’ê hêj nekariye ku hikûmetê ava bike û, li gorî bendeke yasayî ku di makezagona Turkiyê de hatiye, hewce ye ku careke din hilbijartina pêşwexit bê lidarxistin.

Sernekevtina gotûbêjan bona avakirina hikûmeta kovalisyonê
AKP’ê bi sedema vê ku nekarî piraniya kursiyên paremêntoyê bi dest bixe, bi neçarî rêya hikûmeta kovalisyonê girte pêşiya xwe û, piştî sê heyvan danûstan û gotûbêjan tevî 3 partiyên hevrik ê xwe, wate CHP û MHP û HDP, xincî pêkanîna dewleta demkî heya hilbijartina demzû û pêşwext, tu rêçareyeke din li pêşiya xwe nedidît.

Pêkhatiyek ku Ehmed Davûdoxlûyê serokwezîran, pirojeyasaya xwe bi merema pejirandinê pêşkêşî serkomarê welatê xwe dikir, û li gorî vê pêkhateyê piraniya wezaretxan diketin destên AKP’ê de.
Lê di vê pêkhateyê de çar bijarde û post cihê niqaş û gotûbêjan bûn. Hebûna jineka xwedî hicab weke wezîrê malbat û karûbarên civakî, rexne û nerazîbûnên partiyên sekolar bi dû xwe re anîn, lê hebûna 2 wezîrên Kurd(Wezareta Çandiniyê û Wezîrê Karûbarên Malî) di dewleta demkî de, ku ser bi HDP’ê bûn, pirsa hilbijartinan û siyaseta çendîn sale ya Turkiyê ber bi qonaxeke din ve bir.

Receb Teyîb Erdoxan di demekê de pêkhateya dewleta demkî pejirand ku, Davûdoxlo daxwaz ji HDP’ê kiribû ku pişikdarî hikûmetê be û, her piştî wê ku navê wezîran hate eşkerekirin, serkowezîrê Turkiyê pişikdariya nûnerên Kurdan bi hewleke “bi zorî û sepandî” da zanîn, û ragehand ku “daxwaza me nebû ku em kabîneya dewletê tevî Kurdan ava bikin” Herweha bas ji vê jî kiribû ku HDP piştevaniya “terorê” dike.

Di rastî de di navbera sê partiyên hevrik de, tenê HDP bû ku serbarê hebûna kêşe û nakokiyên zaf tevî partiya deshilatdar, her çû nava dewleta demkî de, û herweha her du partiyên CHP û MHP ne tenê daxwaza û qala Davûdoxlo red kirin, belkî li ser tan û rexnegirtina xwe ji dewleta demkî her berdewam bûn.

Elî Heyder Konca wezîrê Pirs û Karûbarên Ewrûpayê û Muslim Doxan wezîrê Geşepêdanê, navê wan du wezîran bû ku di rûniştina dûhemîn ya heyeta wezîrên dewleta demkî de, dest ji kar vekêşana xwe ragehandin. Wan du wezîran sedema sereke ya dest ji kar vekêşana xwe vegerandin ser wan zext û givaşên ku di vê heyama Kurt de xistibûn ser wan.

Herweha ev yeke jî eşkere kirin ku piştî hilbijartinan guherîn bi ser piroseya aştiyê di Turkiyê de hat, û eva jî bi wateya ducarîbûna bûyerên dehika 90’î li herêmên Kurdakincî tê. Jiber ku ragehandina hikûmeta leşkirî û nîzamîkirina Kurdistanê bûye sedem ku herêmên Kurdî wêran bibin.

Hilbijartina demzû (pêşwext) û pirsa Kurd

Bombebarankirina binke û baregehên PKK’ê, siyaseta dewleta Erdoxn li hemberî partiyên Kurdî, piroseya aştiyê tevî PKK’ê û hebûna HDP’ê di qada deshilatê de, ji wan xalan in ku di hilbijartina heyva Çiriya Paşîn a Turkiyê de, dikarin bandorê bixin ser dengan. Berî hilbijartinên parlemêntoyê ya heyva Hezîranê di Turkiyê de, piraniya nîqaş û gengeşeya tevî AKP’ê, li ser sê xalên aborî, siyaseta derve û azadiyên civakî bû, lê pirsa herî girîng ku piştî hilbijartinan derket holê, siyaseta Erdoxan li hemberî piroseya aştiyê tevî PKK’ê û pirsa Kurd di Turkiyê de bû.

Di piropagandayên hilbijartinî de, Erdoxan û parek ji serkirdeyên AKP’ê, bi awayekî berdewam tekezî li ser pirsa Kurd dikirin û, hewla vê yekê didan ku bi veqetandina PKK’ê ji Kurdan, dengê parek ji eşîretên Kurdan bi dest bixe û, hêl û sînoreke cudakirinê jî derheq bi siyaset û nêrîna xwe bo pirs Kurdan, tevî Tevgera Neteweperist a Turkiyê (MHP) diyarî bike.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP jî ev siyaseta Erdoxan ku li hemberî PKK’ê û piroseya aştiyê girtiye pêşiya xwe, bi hêcetekê bona serkut a Kurdan dizane û, bi awayekî berdewam jî tekezê li ser pêşveçûna piroseya aştiyê di Turkiyê de dike.