Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye/ Hêzên leşkerî yên rejîma Îranê 3 kolber dan ber guleyan

15:23 - 4 Tebax 2015

Kurdistan Media: Hêzên leşkerî yên rejîma Îranê di deverên sînorî yên bajarê Urmiyê de, teqe ji Kolberên Kurd kirin û di encamê de yek ji wan birîndar bûye.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja şemî, 1’ê Tebaxa 2015’an, hêzên rejîma Îslamî ya Îranê di deverên sînorî yên ser bi parêzgeha “Urmiyê” de, teqe ji 3’ê Kolberan kirine û di encamê de du ji wan Kolberan hatine binçavkirin û yekî din jî bi rijdî birîndar bûye.

Ew 3’ê Kolberên Kurd xelkê gûndê “Kelaz” a ser bi parêzgeha Urmiyê ne û heya niha nasnameya wan nediyar e.

Kolberî di deverên sînorî yên navbera Rojhilat û Kurdistana Başûr de bi salan e ku xelkê deverê ji bo bidestxistina bijîva jiyana xwe mifahê jê distînin û her di vê pêxemê de jî gelek ji wan dibine gorî, lê bi neçarî diyardeya han jî didome.

Nebûna fabrîka û Kargehên pêşeyî, nebûna derfetên karî û û herweha çavkaniyên ewle jib o bidestxistina bijîva jiyanê bûye sedema daketina asta xweşbijîviya xelkê deverê û xelk bi neçarî rû ji karê metirsîdar ê kolberiyê li ser sînoran kirine.

Eva li halekê de ye ku amarên berdest didin zanîn ku ku di heyama 5 mehên destpêka îsal de 16 kolber bi teqeya rasterast ya hêzên rejîmê li sînorên Kurdistanê de bûne gorî ku 8 ji wan hatine kuştin û 8 ên din jî birîndarketine.