Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Veguhestina yek ji binçavkiriyên xwenîşandana Mehabadê bo girtîgeha giştî

21:04 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Piştî derbasbûna 80 rojan bi ser diyarnebûna çarenivîsa “Umîd Debaxçî Mukrî” yek ji nerazîbûnên xwenîşandana bajarê Mehabadê re, hat zanîn ku ew ji bo girtîgeha Mehabadê hatiye veguhestin.
Li gor rapora malpera Kurdistan Media,hefteya borî “Umîd Debaxçî Mukrî” piştî 80 roj bi ser binçavkirina wî re ji bo girtîgeha navendî ya bajarê Mehabadê, hate veguhsitin û ewa jî li halekê deye ku heya vê demê tometa bi wî hatî dayîn, nehatiye zelalkirin.

Piştî mirina biguman a “Ferînaz Xousreanî” karmenda hotêl “Tara” ya bajarê Mehabadê, xwnîşandaneke nerazîbûnê hatibû lêidarxistin û paşê jî hevwelatiyên Kurd yên bajarê Mehabadê li gel reftara tûnd û kirêt ya hêzên ewlekariyê berbirû bibûn, di encamê de jî deha hevwelatî hatibûn binçavkirin.

Umîd Debaxçî xwendekarê endaziyariya Komputerê, yek ji wan binçavkiriyane ku piştî binçavkirênê çarenivîsa wî neron maye.

Hêzên ewlekarî yên rejîma Îslamî ya Îranê di meha Nîsana 2015`an, avêtibûn ser mala navbirî û ew binçav kiribûn.

Hatiye ragehandin ku di vê pêwendiyê de 150 kes ji xwenîşanderên ku hatibûn binçavkirin, ji bo azadkirina beşek ji wan, rejîm dawaya barametên 50 milyon tûmenî ji wan kiriye.

Roja pênçişemî, 7 Nîsana 2015`an, hevwelatiyên bajarê Mehabadê bi armanca nîşandana nerazîbûna xwe li hember mirina bêgoman a “Ferînaz Xosrewanî” di pêşberî hotêl “Tara” de, meşek lêdarxistibûn, ew meş li gel êrîşa hêzên leşkerî yên û ewlekarî yên reîma Îslamî ya Îranê berbiro bibûn.