Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Vejiyan û Newroz

16:02 - 23 Adar 2016

Kerîm Perwîzî

Salek ji jiyan û temen derbaz bû, û dîroka neteweyan, û bi taybetî neteweya Kurd jî, saleke pirr ji bûyer û ezmûn û kêşe û bi taybetî saleke pirr ji liv û tevger derbaz kir.

Hatina sala nû, û nûbûna salê, daxistina dosyiyeya sala kevn, bi wateya demê ye, hekî ne eva ku salek derba dibe, û bandore xwe li ser sala bê jî dike, di warê piratîkê de bi awayekî din dest pê dike.

Nûbûna salê, hekî em wekî bûyereke asayî û wekî pêvajoyeke herdemî ya hatin û çûyîna salan em lê binêrin, yan herwisa bi awayekî asayî bi ser me de derbaz bibe, manayeke taybetî nabexşe, û dibe derbazbûna xwezayî ya derketin û avabûna bi sedan milyon carî ya avabûna rojê!.

Lê bûyerên xwezayî û bûyerên bi hezran carî ducarîbûyî, wekî hilatina rojê, û roj avabûn, wekî derbazbûna erdê ji xala navgîn (Mu’tedil) ya payîzî û buharî, wê demê bi îde û xeyal û xwesteke taybetî ya mirovî, yan jî neteweyî, di wê demê de ye ku dîmenên xwezayî, wateyê dibixşin, û ji bûyerê ve dibin afirînerê bûyeran.

Nûbûna salê hekî di Kurdistanê de girê didin bi agirê newrozê, û agir nîşana germîbexşîn û ronahîdan û serîtewandina bi tarîtiyê dibin, di wê demê de ye ku Newroza Kurdistanê manaya nûbûna jiyanê dide, û wateya wê cardin avakirina hêvî û xweziyan e.

Lewra gellek bûyerên mezin ên dîrokî ên Kurd û kurdistanê di newrozê de hatine afirandin. Jiber ku newroz bûye remza serhildan û rabûna neteweyekê.

Sala 2716’an a Kurdî hekî wekî hemû salên din tenê di rewteke asayî de dest pê bikin, û bo neteweyek û girûpekê, bûyerên derdorê bi awayekî asayî derbaz bibin, herwisa bi awayekî asayî jî sala 2716’an a Kurdî bi dawî tê, û li ser hêla ducarîbûnê, salek bi ser de zêde dibe, lê hekî nûbûna salê, mizgîniya nûbûna jiyanê jî hebe, û bi taybetî mizgîniya nûbûna xebat û şoreşê digel de be, wê demê ye ku gel û neteweyek îrade kiriye ku di nav dilê hêma û remzên newroz û agirê newrozê û nûbûna salê, vejînê ava bike.

20 sal bi ser sala 1375 (1996)’an re derbaz dibe, ku wê demê şoreşgeran bi her sedemekê be, çiraya şoreşê kêmronahî (kiz) kirin, gelo piştî 20 salan ew tilism hatiye şikestin, û xebateke nû wê îsal dest pê bike? Eva mizgîniyek bû ku sekreterê giştî ê PDKÎ li peyama xwe ya newrozî de da gelê Kurd: Di sala nû de, vejiyan û xebateke nû dest pê bikin.