Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wênegirekî Kurd di fistîvala wêneyan a Amerîkayê de sê dîplomên şanaziyê (Êftixarî) bi dest xistin

15:59 - 5 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistan Media: Wênegirekî Kurd ê xelkê bajarê Mehabadê di festivala “Photo Awards” ya Amerîkayê de, karî sê dîplomên şanaziyê bi dest bixe.

Yek ji wênegirên Kurd xelkê bajarê Mehabadê bi navê “Mensûr Mihemedî” ku di beşa taybet a festivala nav dewletî ya Photo Awards a Amerîkayê de beşdarî kiribû, karî sê dîplomên şanaziyê bi dest bixe.

Festivala Photo Awards ya Amerîkayê bi beşdariya 17 hezar û 841 wêneyan ji 130 welatên cîhanê hate lidarxisitin.

Mihemedî di sala borî de jî di festîvala navdewletî ya wênegiran a “Lusî Awards” ya Amerîkayê de dîploma şanaziyê bi dest anî.

Mensûr Mihemedî wênegirê Kurd ê xelkê bajarê Mehabadê heya niha 5 xelatên herî baş ji vê festîvala navdewletî û çend xelatên din jî ji festîvalên din yên cîhanî de bi dest xistne.

Wî heya niha 20 pêşangehên wêneyên takekesî û giştî di derve û navxwe yê welat de bi rê ve birine.

Mensûr Mihemedî jidayîkbûyê sala 1976’an e, û bawernameya karnasiya bilind a girafîkê heye.