Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xecîc Lahîcanî: “Babê min ez li hembêz girtim û got, Ya Xec! tu cihê şanaziya min î, jiber ku di mal de keçek rûsor, di karê hizbî de dilgerim û di girtîgehê de xweragir bûyî”

17:47 - 23 Adar 2017

H: Arıf Vêlzî

Dewrana herî xweş a jiyana her mirovekî, temenê zarokatiyê ye digel malbata xwe. Digel dayîk û bab û xûşk û birayên xwe. Eva ku vê dewrana jiyanê ji her zarokekî tal dike, dûrî û bêpariya ji hebûna Dayîk û bab e. Wate çiqas zehmet û ne xweş e, ku mirov rojên herî xweş ên jiyana xwe, dûr ji dayîk û babê xwe derbzb bike.
Xecîce Lacanî yek ji wan zarokên serdemê xwe ye ku her di zarokatiya xwe de ji dîtin û jiyana digel babê xwe bêpar bûye. Bi awayekî ku babê wê bi navê “Mela Ebdulrehman Lahîcanî” zêdetir ji 12 salan di girtîgeha rejîma paşatiyê de bûye.

Xecîce Lacanî keça “Mela Ebdulrehman Lahîcanî” sala 1961’an a Zayînî (1340) li bajarê Pîranşarê hatiye dinê.

Xecîce Lacanî derheq bi nasyariya xwe digel PDKÎ weha dibêje: “Min di zarokatiya xwe de PDKÎ nas dikir, eva jî vedigere ser jiyana siyasî ya babê min, jiber ku babê min endamê Komeleya “J-K” û herweha kadrê serdemê Komara Kurdistanê bûye. Babê min rêbaza Demokrat berneda, û li ser karên xwe yên Hizbî berdewam bû heya ku di sala 1953’an a Zayînî(1332) heyamî 2 salan ji aliyê “SAWAK’ê vê tê girtin.

Piştre di dehika 40’î de careke din tê girtin û di despêkê de bi îdamê û piştre bi hepsa dirêjmideh tê mehkûmkirin. Wî çaxî ez û Muradê birayê xwe ji babê xwe dûr bûn, û dayîka min erkê babînî û daykîniyê ji me re dikir.

Dema şoreşa gelên Îranê li sala 1978’an dest pê kir, babê min 2 sal bû ji girtîgehê serbest hatibû berdan, wate heyamê 12 sal û 6 heyvan di girtîgeha rejîma paşatiyê de ma. Bi sedema vê ku cihê baweriya xelkê bajarê Pîranşar û derdorê bû, di rêkxistina meşên nerazîbûna li dijî rejîma Paşatiyê li Pîranşarê û herweha piştî serkevtina şoreşê rola sereke dilîze, weke berpirsê PDKÎ li Pîranşarê.

Piştî serkevtina şoreşê, serbarê babê min, mamê min “Wehab” û birayî min “Murad” jî bûne pêşmerge û çeka şerefê kirne milê xwe de. Eva bûne sedem ku ez her di zarokatiya xwe de PDKÎ û tevgera Kurd li Rojhilat nas bikim”.

Xecîce Lacanî herweha derheq bi jiyana xwe ya hevpar dibêje: “Piştî ku hêza pêşmere bajar bicih hêlan, ez ji aliyê rejîmê ve hatme girtin, piştî srbestberdanê min biryar da ku ez tevlî refên pêşmerge bibim.

Jiber ku min dizanî ku dayîka min dikare carnacar serdana me hemûya bike, lê bab û birayê min nikarin serdana me bikin. Lewra min biryar ku ez serdana babê xwe bikim, di vê serdanê de digel pêşmergeyek PDKÎ bi navê “Luqman Mêhfer”, ku wî çaxî endamê Komîte Şaristan û berpirsê Navçê bû, û niha endamê Komîteya Navendî a PDKÎ ye, nasyar derketim, û piştre jiyana hevpar ava kir û berhema jiyana me kurek û 5 keç in ku hemûyan zanîngeh bi dawî anîne û jiyana hevpar ava kirine, tenê keça me ya biçûk bi navê “Kanî” maye, û niha li Ewrûpayê akincî ye”.

Xecîce Lacanî ku hemû temenê xwe di nava şoreşê de derbaz kiriye, çavnihêriya xwe ji PDKÎ û hevjînê xwe yê pêşmerge weha tîne ziman: “Bi baweriya min PDKÎ piştî xebata xwe ya 71 salî û pitir ji 4 hezar şehîdên pêşmerge û 50 hezar şehîdên endam û xelkê sivîl, xwediyê erkek dîrokî ye, lewra ez weke endameke Hibzê ku bab û mam û bira û biraziyê min di refên hizbê de şehîd ketine, hêvî û daxwaz dikim ku berjewendiyên Hizbî bixin serweyî berjewendiyên takekesî, jiber ku me dujminek hov heye.

Herweha çavnihêriya min ji hevjînê min eva ye ku, weke berê li ser rêbaza xwe sor be, û tu astengek pêngavan lê sist neke, û li ser xebata xwe berdewam be”.

Xecîce Lacanî roja herî xweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Rojên xweş kêm in, lê roja herî xweş roja daweta min bû, dema babê min û mamê min û birayê min hatin û pîrozbahiya xwe gotin min, û babê min ez li hembêz girtim û got, “Ya Xec” tu cihê şanaziya min î, jiber ku di mal de keçek rûsor, di karê Hizbê de dilgerim û di girtîgehê de xweragir bûyî, niha ku te jiyana xweş a bajar bi cih hêla û jiyana di nava şoreşê û digel pêşmerge hilbijartiye, ez şanaziyê bi te dikim, wî çaxî min zanî ku min bi dilê babê xwe kiriye û ez pir kêfxweş bûm”.

Xecîce Lacanî di hember de roja herî nexweş a jiyana xwe jî weha tîne ziman: “Bîreweriyên tal zêde ne, nizanim bas ji kîjan yekê bikim, şehîdbûna birayê min yê fermande, şehîdbûna rêberên Hizbê, şehîdbûna mamê min di salvegera şehîdbûna birayê min de, şehîdbûna babê min û wefata dayîka min ku weke “Xecê û Siyamend” ew û bavê min, li kêleka hevdu bi axa nîştiman hatine spartin, an birîna nû ya Şehîd “Rasûl Mihemedzade”yê zawayê min, ku hemû ji hevdu biêş û jantir in, û dema çavê min bi “Arsan” ê kurê şehîd “Rsûl” û “Kinêr” a keça min dikeve, hemû birînê min ji nû ve kul dibin”.

Xecîce Lacanî bi vê gotinê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Peyama min eva ye ku, bê hêvî nebin, û şanaziyê bi xwe bikin, jiber ku hûn dayîk û xûşk û keçên şehîd, pêşmerge, girtiyên siyasî, kêm endam, çalakvanên siyasî û medenî, rewşenbîr, siyasetvan û hemû xebatkarên rêya serbestiyê ne.