Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendina “Rasan”ê, di gefên Spaha Pasdaran bo ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê de

21:16 - 20 Çirriya paşîn 2016

Elborz Rû’înten

Gefxwarinên Spaha Pasdaran, îsal ketiye qonaxeke nû de, jiber ku rengê gefxwarinên îsal digel salên berê pir cuda ye, û serbarê nîşandana tirsa rejîmê, pîlanên rejîmê jî eşkere dike.

-Çima gerek Spaha Pasdaran weha bi eşkere li dijî Herêma Kurdistanê û hêzên Kurdistana Rojhilat û bitaybetî rêberiya “Rasan”ê, wate PDKÎ ku bi hizbekî “Hiloşandî” nav dibe, gefan bixwe?
-Çima gefxwarinên Spahê rasterast ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokatiya Herêmê ye, di demekî de ku niha serdemê yasa û bingehên dîplomasiyê ne?

-Pîlana veşartî ya wan gefxwarinan çi ne?

Bersivdana van pirsyaran, wêneyek zelal ji siyasetên Spaha Pasdaran li hemberî gelê Kurd nîşan dide. Bersiva pirsyara yekemîn vedigere bo serkevtina “Rasan”ê di gelale û cîbicîkirinê de. Jiber ku gefxwarinên Spaha Terorîst ya Pasdaran, weke nawenda herî sereke û girîng bona parastina rejîmê, vedigere ser nîgeranî ji tehlûkeya “Rasan”ê bo ser rejîma Îranê, hekî wisa nebe êdî gefxwarina hêzekî weke Spahê ji hêzeke din (PDKÎ) ku bi xwe îd’iaya hiloşîna vê hizbê dike, wateya xwe ji dest dide.

Lê eva ku Spaha Pasdaran neçar maye bi vî rengî gefan bixwe, nîşaneya meznahî û bandora “Rasan”ê ducarî dike, ew jî ji zimanê dujmin ve. Lewra girîngî û hewcehiya piştevaniya giştî ya gelê Kurd ji “Rasan”ê careke din bo hemûyan derdikeve, jiber ku dujmin jî be hemû awayekî dijatiya “Rasan”ê dike û gerek Kurd jî bi hemû awayekî piştevaniyê jê bike.

Bersiva pirsyara Duyemîn ji hêza Spaha Pasdaran ji destêverdanên di karûbarên welatên Herêmê de çavkanî digire. Jiber ku gefxwarinên ji damezraweyekî yasayî ku têkiliyên dîplomatîk bi Îranê re hene, ew jî gefên weke êrîşa leşkirî û dujminatîkirin Herêma Kurdistanê, diselimîne ku rejîm bê hêvî bûye, lewra dixwaze bi awayekî eşkere zext û givaşê bixe ser Hikûmeta herêma Kurdistanê, da ku ew jî bi her wayekî be, rêberiya rasanê ji berdewamiya pilanên xwe poşman bike.

Xala balkêş eva ye ku Spaha Pasdaran şêwe û cura gefên xwe jî tîne ziman. Gefên weke êrîşa mûşek û êrîşa Dewleta Nawendî ya Îraqê bo ser Herêma Kurdistanê û tenanet veqetandina beşek ji axa Herêma Kurdistanê û piştevaniya ji hinek aliyên Kurdi ji rêya alîgirên xwe di welatên din de bona dijatîkirina Herêma Kurdistanê û serkirdatiya siyasî ya Kurdistana Başûr bi eşkere berçav dikevin, eva jî bi vê wateyê tê ku pêşveçûna “Rasan”ê bi qasekî zext û givaş xistiye ser Spaha Pasdaran ku, rasterast gefan ji Herêma Kurdistanê dixon.

Bersiva pirsyara Sêyemîn mirov dikare di nava wav peyvan de peyda bike, ku di kakila gefxwarinan de tînin ziman, di despêkê de ku serdar “Selamî” ji tirîbûna fermî ya Komara îslamî, wate nimêja Înê de, bas ji êrîşa mûşekî û bejahî kir bo nawendên şoreşê, ku dikevin derveyî sînorên Îranê, nîşan dide ku tirs ji bersiva Hizba Demokrata Kurdistana Îranê di hundir Kurdistana Rojhilat de heye, bi awayekî ku be êdî ditirse rewş ji kontrolê derkeve.

Gefa duyemîn a Sefewî yê şêvirmendê Xamineyî bo karûbarên leşkirî derheq bihevre girêdana Kurdistanên Başûr û Rojava bû. Gellek şirovekarên siyasî û rojnamevanî li ser vê baweriyê ne ku, merema rejîma Îranê jî avakirina hikûmetekê ye li Kurdistana Başûr ku, nêzîk be ji “PKK”ê û bikare ji rêya nêzîkatiya ji deshilatdariya Kurdistana Rojava, bikarin hevdu bigirin û “Hîlal a Şî’e” ya Îranê bigehînin encamê.

Lê eva ku min ji wan gefxwarinan fam kir bi vî rengî nine, jiber ku şêvirmendê Elî Xamineyî bi başî dizane ku, Partî û Serokatiya herêmê, bi sedema siyasetên xwe, nikarin di vê hevkşeyê de cih bigirin, lewra merem ji wan gefxwarinan, bihevregirêdana Şingalê ye bi Kurdistana Rojava ve, ku ji rûyê coxrafî ve gellek bi qazancê Îranê ye. Lewra her piştî wan gefxwarinan bû ku Turkiyê jî hest bi pîlana rejîmê kir û bi fermî ragehand ku, em rê nadin qendîleke din li Şingalê ava bibe.

Di gefa xwe ya herî dawiyê de ku dîsan her Sefewî xwar, bas ji vê yekê dike ku Kurdistana Başûr nikare pêngavan ber bi xweseriyê ve avêje, jiber ku wî çaxî tenê esman ji wan re dimîne, eva jî bi vê wateyê tê ku me herêma Kurdistanê bi tewahî dorpêç û kontrol kiriye û tenê rêya esmanî digîje Kurdistana Başûr.

Hekî em bên û bas ji parevbûna hêzên dostê Îranê bikin, renge eva rast be, jiber ku beşek berçav ji vê dorpêçê, ji aliyê hêzên Kurdî ve hatine encam dan, ew hêzên ku Îran wan bi beşek ji xwe dizane, lewra tenê rêya esmanî ji Kurdistana Başûr re hêlaye. Eva jî vê yekî îsbat dike ku pîlana rejîma Îranê bona lêdana derbê û anîna zext û givaşê bo ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji rêya hêzên Kurdî ve tê cîbicîkirin, û hekî bêt û ew hêzên Kurdi bona parstina berjewendiyên netewî guherînkariyê bi siyasetên xwe de pêk bînin, pîlana rejîmê ser nagire û “Rasn” jî gelle hêsantir û bêtir wê biser keve, û Kurd û cîhan jî ji destê dujmnek dirinde û hov rizgar be.

Di dawiyê de eva ku ji gefxwarinên Spaha Pasdaran derdikeve, di despêkê de ji tirsa “Rasan”ê ye, û piştre ji dîtina serkevtina Rasan”ê ye û di dawiyê de xûyakirin û eşkerebûna pîlanên wan in li dijî gelê Kurd û “Rasan”ê.

Lewra eva nîşa dide û diselimîne ku erkê ser milê “Rasan”ê çiqas giran e, û serbarê vê qursiyê jî kariye ku bi vê qasê bihêz be ku dujmin neçar bike hemû hewlên xwe bide û hevdem hêviyên me bona rizgarî û serbestiyê jî du hemberî bike.