Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşanderan li Norwêjê, meşeke nerazîbûnê li dar xistin

22:27 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Kurdên akinciyên welatê Norwêjê ji bo nîşandana nerazîbûna xwe li hember siyasetên nemirovane yên dijî gelê Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve, li pêşberî Wezareta Derve a welatê Norwêjê, meşek li dar xistin.

Xwenîşanderan bi siloganên weke “xebat û têkoşîna pêşmergên Kurdistanê, li nav komên xelkê Kurdistanê de, girava aram a desthilata rejîma Îslamî a Îranê li Kurdistanê de şilqandiye, xebat ji bo azadiyê heta serkevtinê dom heye, û...hwd, li pêşberî Wezareta Derve ya Norwêjê kom bûn.

Herwiha xwenîşanderan nameyeke servekirî, wekî biryarnameya beşdarên xwenîşandanê, ji rêya heyetek bi nûnerayetiya xwe ve, gihandine bi Wezareta Derve a wî welatî.

Di beşek din a vê meşê de, xwenîşander ber bi deriyê balyozxaneya Amerîkaiyê ve bi rê ketin.

Xwenîşanderan li ber derê Balyozxaneya Amerîkariyê, Tevî vê yekê ku siloganên xwe bi dengên bilind ser didan, biryarnameyek jî, dane balyozxaneya Amerîkayê li welatê Norwêjê.

Her di vê derbarê de, Wezareta Derve ya welatê Norwêjê, û hem balyozxweneya Amerîkayê, ev daxwaza wan micid wergirtin, û soz dane wan, ku yê wê dawxaza wan ji rêyên diyarîkirî ve, wê bigehînin destê welatên xwe, û bi mifah wergirtin ji navendên Navneteweyî, pêşî ji binpêkirina yasayan ji aliyê rejîma Îranê ve bigirin, û hewl didin da ku piştevaniyê li dawxazên reva yên gelê Kurd bigrin, ku li ser wan welatên ku Kurdistan bi ser wan de hatiye parvekirin.

خۆپیشاندانێک
Xwenîşanderan li Norwêjê, meşeke nerazîbûnê li dar xistin

خۆپیشاندانێک
Xwenîşanderan li Norwêjê, meşeke nerazîbûnê li dar xistin

خۆپیشاندانێک
Xwenîşanderan li Norwêjê, meşeke nerazîbûnê li dar xistin