Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yek Milyon Birçî di Sûrîyê de jîyanê dikin

15:48 - 9 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: Neteweyên Yekbûyî radigihîne ku nêzîkî yek milyon welatîyên Sûrî pêdivî bi xwarinê hene.

Programa Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî herwiha radigihîne ku ji ber tundûtijîyan û kêmîya sotemenî, dabeşkirina xwarinê zehmet e.

Peyvdara WFP Elisabeth Byrs, dibêje ku ajansa wê di her mehekê de xwarinê pêşkeşî yek milyon û 500 hezar Sûrîyan dike, lê belê yek milyon kesên din pêdivî bi alîkarîyan hene.

Welatên alîkar ên Sûriyê weke Alman û Amrîka ê, heya niha 117 milyon Dolar dane Nawenda Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî.

Rejîma Sûrîyê bi tenê rêkê dide hejmareke kêm a rêxistinên mirov dost ku li wî welatî kar bikin.