Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekrengiya du helwestan, û derswernegirtina ji dîrokê

22:07 - 23 Hezîran 2016

Teymûr Mistefayî

Îro 25’ê Cozerdanê 36 sal bi ser veqetiyana taqima 7 kesî ji Hizba Demokrata Kurdistana Îranê derbaz dibe. Gotin û basên vê dawiyê ên birêz Xalid Ezîzî derheq bi helwêsta wan di rewşa niha de û çewaşekirina dîroka Hizba Demokrat û birine jêr pirsyar a helwêsta cesûrane û berxwedana Hizbê, ez anîme ser vê baweriyê ku weke kesekî ku para herî zêde ya temenê xwe di refên xebatkarên vê hizbê de derbaz kiriye, nêrîn û boçûna xwe derheq bi wan çewaşekariyan di dîroka Hizbê de, herçend bi kurtî jî be nîşan bidim.

Min hêvî dikir ku helwêsta vî birêzî di cihê pêdagirî li ser vê siyasetê, pêdagirî li ser yekgirtin tevî Hizba Demokrata Kurdistana Îranê ba, ku helwêsta duyem helwêsteke guncaw e, û wê biba cihê rêzgirtinê ji aliyê civatên xelkê Kurdistanê ve.

Bila em di despêkê de bas ji yekrengiya di navbera gotin û helwêstên birêz Xalid Ezîzî, û helwêstên taqima 7 kesî bikim, ku 36 salan berî niha û rast di vê rojê de, daxûyaniya veqetiyana xwe ji Hizba Demokrata Kurdistana Îranê ragehand, û piştî 10 salan û di daxûyaniyeke din de hiloşandina xwe, bi vî navî ku ji Hizba Demokrat veqetiyabûn, ragehandin û daxwaza lêborînê ji xelkê Kurdistanê kir. Di vê daxuyaniyê de ku di roja 10’ê Xakelêwe ya sala 1369 (1990)’an de hate weşandin hatiye ku: “Çi bi giştî û çi bi tak, pişka xwe, xwe bi hevbeş û berpirsyar di şaşitiyên Hizbê li ser şoreşa Îranê û bi taybetî mijara Kurd dizanin”.

Di kakila hevpeyvîna şeva Înê berwarê 21 Cozerdanê ya Kak Xalid Ezîzî de hatiye ku, herifandina rejîmê ne karê rêkxistinên Kurd e, û bi çend sed pêşmergan em nikarin berbirûyê hêzên rejîmê bibin, helwêsta me ya berê şaş bûye û gerek pêdeçûnê bi xwe de bikin.

Eva bi vê wateyê tê ku çavê me li kerema rejîma dagîrker û kevneperest ya Komara Îslamî be, û bi xwe teslîmkirinê dadikevin danûstan û ...hwd.

Di helwêsta daxûyaniya Taqima 7 kesî de jî hatibû ku: Hizba Demokrata Kurdistana Îranê gerek bikeve xizmeta xebata li dijî Empiryalîstê de, û bikeve xeta Îmam de, û bi mafê “Xodgerdaniyê” razî be, û dev ji şerê tevî rejîmê berde, û heya wî qasî jî çûne pêş ku Hizba Demokrat bi dijî şoreş û dardestê bîhaniyan bi nav kirin, û navê “Banda Qasimlû” li ser Hizba Demokrata Kurdistana Îranê danî, wate heman hizba ku ji Makûyê ve heya Îlamê berbirûyê rejîmê bibû.
Xwînerên hêja hekî bi hûrî li wan peyv û risteyên televîzyonî binêrin,ku di hevpeyvîna şeva Înê berwarê 21 Cozerdana 1395’an de hate dîtin, û herweha digel daxûyaniya Taqima 7 kesî vê bidin berhev, yekrengiyeke zêde di navbera wan de heye, gelo eva ducarîbûna dîroka şikestxwarî nine?!

Xincî wan du yekrengiyan ku di her du daxuyaniyan de heye, xaleke din ya ku nehatiye ragehandin jî, di van helwêstan de heye, ev jî eva ye ku piştî helwêsta Taqima 7 Kesî, destê rênîşander yê Hizba Tûde hebû, hizbek ku bi xwe jî bû bi qurbaniyê vê siyaset şaş. Li pişt helwêsta daxûyaniya birêz Xalid Ezîzî jî de ku şeva Înê li Rûdawê belav bû, bi eşkere destê tqima “Çaksazîxwazên hikûmetî” tê dîtin.

Di bersiva wan helwêstan de hewce ye ku weke şahidekî dîroka hizba xwe, vê yekê eşkere bikim ku, her di rojên despêkî ên hatina ser kar a Komara Îslamî ya Îranê de, hizba me hewlên zêde dan da ku mafên gelê Kurd ji rêya danûstanan ve bêne çareserkirin, û bo vê meremê jî çendîn hey’etên Hizbê serdana Tehranê kirin û tevî Xumêynî û karbidestên din ên rejîmê ketin danûstanan, lê eva ku karbidestên rejîma kevneperest ya Îranê tenanet bîr jî jê nekirin, dabînkirina mafê gelê Kurd bû, û tenanet berevajî dest avêtin pîlangêriyê û, di yekemîn roja Newroza azadiyê de, Sine de di xwînê de winda kirin, û di 31 Xakelêwe ya sala 1358 (1979)’an de, şerê Nexedê bi ser gelê Kurd de sepandin, û di her du şeran de jî Hizba Demokrat hewla vê yekê da ku şer dirêj nebin. Hizba Demokrat heta di vê derheqê de daxwaz ji Xumêynî kir ku nûnerê xwe bişîne Kurdistanê û tawanbarên xweşkirina agirê şer bi xelkê bide nasîn.

Lewra Xumeynî bi nûneratiya xwe kesek şande Kurdistanê û navbirî di rapora xwe de ya bo Xumeynî dibêje ku, aliyê ku agirê vî şerî xweş kiriye, aliyê li hemberî Hizba Demokrat e, lê Xumeynî ne tenê guhê xwe neda wê raporê, belkî di pîlaneke din de li bajarê Pawe agirê şer xweş kir, û di encam de “Fetwaya Cîhad”ê li dijî gelê Kurd û Hizba Demokrat da. Hizba Demokrat wî çaxî neçar bû ku di navbera du rêyan de yekê hilbijêre: “Teslîmbûn û ketine ber xezeba jînosayda rejîmê, yan berbirûbûna êrîşên hêzên dagîrker û serkutker û cînayetkar ên rejîmê, ku bi xweşî ve Hizba Demokrat rêya berbirûbûnê hilbijart, û niha jî şanaziyê bi helwêsta xwe dike.

Di hevpeyvîna şeva Înê ya kak Xalid de hate gotin ku diruşma hiloşandina rejîmê, hêzên çep û Îranî bi ser PDKÎ de sepandine, ku ew boçûna yan nîşanderê neşarezabûn li ser dîroka PDKÎ ye, yan jî armanceke din li piştê ye, hekî ne, ew dizane ku di yekemîn referandoma diyarîkirina sîstema rejîmê de, ku li 10.01.1358 (1979)’an de, bi rê ve çû, û di roja 12.01.1358’an de, encama wê hate ragehandin, dikarim bêjim ku PDKÎ yekem hêz û heya tenê hêz jî bû, ku ew referandom baykot kir, jiber ku naweroka pirsa diyarîkirî bo referandomê pêk dihate ji: “Komara Îslmaî, belê yan na?”.

Ku ew şêweya pirskirinê nademokratîk bû,jiber ku tenê vebijêrkek ku di ber destê dengder de hebû, dengdan bi Komara Îslamiya Îranê bû, û tu şêwe rejîmeke din, di pirsê de tunebû, da ku dengder mafê hilbijartinê hebe, û ji aliyekî din ve, Komara Îslamî ji bo xelkê rejîmeke naskirî û ceribandî bû, lewra PDKÎ di vê helwesta xwe ya cesûrane de daxwaz kir ku xelk dengê xwe nedin rejîmekê ku naweroka wê zelal nîne.

Piştî çendîn salên din, hêzên din ên rejîmê ew helwesta bilind nirxandin, û wekî helwesteke rast hesibandin.

Derheq diruşma “rûxandinê” jî dibe em bêjin ku PDKÎ diruşma hiloşandinarejîmê wê demê bilind kir ku ji çareseriya mafên xwe bi awayekî aştîxwazane bêhêvî bû, û di diyarîkirina vê diruşmê de jî, ne tenê nekete pey rêkxirawên çep û Îranî, belkû bixwe pêşeng bû, û eva rêkxirawên din bûn, ku piştre gihîştin vê encamê ku diruşmeke wekî me bilind bikin.

Ew rêkxirawên çep û Îranî ku wî rêzdarî îşare pê kiriye, ku gotina diruşma hiloşandina rejmê bi ser PDKÎ de sepandine, ne tenê her diruşma hiloşandina rejîmê bilind nekirine, belku ketin xizmeta rejîma serkutker (wekî Partiya Tûde, û baskê piranî ê Çirîkên Fedayî û …hwd). Heya rêkxiraweke wekî Mucahidînê jî, ku niha xwe wekî dijberê rejêmê jî nîşan dide, heya roja 30.03.1360 (1981)’an, ku ketin ber pêla êrîşa rejîmê, tu kêşeyek digel esla hebûna rejîmê de nebû, û heya di edebiyata Mucahidînê de, rejîm heya vê rêkevtê jî, wekî rejîmeke xwedî rewayî dihate nasîn, û tenê piştî reviyan û avakirina “Şêvra Bergiriya Nîştimanî” bû ku di yekem civîna xwe de , di meha Rêbendan û Reşemeya sala 1360 (1981)’an, ew diruşm pejirand, lê PDKÎ diruşma rûxana rejîmê di kongireya pêncem ya xwe de, ku li 15.09.1360 (1981)’an, de bi rê ve çû, pejirandibû, û nêzî salekî berî vê rêkevtê jî, diruşma rûxanê hatibû nava edebiyata PDKÎ de, û ew kesên ku dixwazin vê rastiyê bizanin, bila çav li rûpelên rojnameya “Kurdistan” di wê serdemê de bikin.

Di vê hevpeyvînê de hate gotin ku rêkxirawên Kurdî altirnatîv nînin. Gelo ew gotin, ji bilî serîtewandina bi Komara Îslamî û her rejîmeke din ku di pêşeroja Îranê de bê ser kar, çi watayeke din dibexşe? Xalid Ezîzî di vê hevokê de dixwaze ku wisa li guhdarê Kurd bike, û bêjê ku dibe tu kole bî, û nabe di diyarîkirina siyaset û îdareya welat de beşdariyê bikî, û dibe çavên te ji destên dilovanî û kerema vê rejîmê be, ku welat bi rê ve dibe.

Berevajiyê vê boçûnê, rêkxirawên Kurdî dibe hewl bidin, ku di egera (îhtimala) her guhertinekê de, beşdarê sereke û çalak di birêvebirina welat de bin, bona vê ku bikarin mafên kurd desteber bikin, û hekî rewşeke baş û hejî bête pêş, bona vê ku bikarin ji dava dapîrojka Îrançîtiyê rizgar bin, û bigihîjin mafê qedera gelê me, nabe heya kêliyekê jî rawestin.

Gotinên derheq vê hevpeyvînê de gellek in, lê ez zêde ser naçim, û dixwazim bêjim ku gelo ma nabe em ders û ceribandinan wergirin? Gelo ma mesela danûstandinên di navbera Dr. Qasimlo li Viyenê digel rejîmê ji bîra wan çûye? Gelo kuştin û birîn û qirkirina bi dehan hezra kes ji xelkê Kurdistanê û girtin û îdama bikom ya ciwanên Kurd tenê li ser xwesta mafxwaziya wan, ji bîra wan çûye? Gelo ma dawî mînaka belengaziya xebatkarê Kurd Mihemed Sidîq Kebûdwend li pêş çavên me nîne, ku tenê bi tawana vê ku di rêkxiraweke mafên mirovan de tekoşîn hebûye, bi vî awayî hovane di îşkencegehên rejîmê de, serederî pê re tê kirin?

Bila ji vê yekê jî zêdetir bêjim ku gelo ma qedera hevalên Xomêynî wekî Kerobî û Mûsewî û..hwd li ber çavên me nîne?

Ku wisa bû, çima nabe em vê hemû stem û serkutkariyan nebînin, û bi peyama nûnerekî ast nizim yê rejîma kevneperest ya Komara Îslamî ya Îranê, em semayê bikin, û em hemû şanaziyên xwe yên berê bibin jêr pirsyar, û bikin hêvinê danûstandineke bê wata, û bê nawerok digel rejîmê de.

Dawî gotina min rû li wan hevalên pêşîn e, û dixwazim ku ji wan pirs bikim ka gelo we temeneke dûr û dirêj yê xwe di pêxema vê siyasetê de derbaz kir, hekî wisa niye, bes çima bêdeng in?