Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zara Mihemedî : “Şehîd Êqbal daxwaza min qebûl kir, û bi fermî ez bûme endamaHizbê, û sala paştir min qonaxa xebata xwe guherî, û bi fermî bûme pêşmerge”

14:08 - 6 Nîsan 2017

H: Arif Vêlzî

Birîna jidestçûna rêberên şehîd û hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê, bi qasekî biêş e, ku her mirovekî xebatkar ku hest bi bindestî û êş û elemên gelê xwe bike û, hevdem cangorîtiya wan şehîdan ji bîr neke, ku bona parastina kerameta gelê xwe canê xwe pêşkêşî baregehên azadiyê kirine, dibîne ku piştî derbeazbûna bi dehan salî, hêj birîn kûr û bijan e.

Zara Mihemedî jî yek ji wan xebatkarên jin di refên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê de ye ku niha jî birîna jidestçûna rêberên şehîd, giraniyê dixe ser dilê wê, û dibêje ku; “Roja şehîdketina wan tu carî nahên jibîrkirin”.

Zara Mohemedî keça “Rehîm”, sala 1976’an (1355) li gundê “Dere Simayîl” a ser bi bajarê Seqizê hatiye dinê.

Zara Mihemedî seba nasyariya xwe digel Hizba Demokrat û tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd li Kurdistana Rojhilat dibêje: “Min bo cara Yekemîn di sala 1983’an (1362) de Hizba Demokrat nas kir, wî çaxî temenê min 7 salî bû, min digot ezê herim bibim pêşmerge, lê malbata min ji min re digotin ku, şoreş dûr û dirêj û berdewam e, bila hinek din temenê te mezin bibe, piştre here û tevlî refên pêşmerge be.”

Zara Mihemedî herweha tevlîbûna xwe ya di nava refên Hizba Demokrat de, weha tîne ziman: “Sala 1990’î (1369) ez digel Şehîd “Êqbal Bêygî” nasyar derketim, ku di Komîteya Şaristana Seqizê ya PDKÎ de pêşmerge bû, min daxwaz ji wî kir ku min weke endam di teşkîlata Hizbê de qebûl bikin, şehîd Êqbal daxwaza min qebûl kir û bi fermî bûme endama Hizbê, û sala paştir (1991)1370’î min qonaxa xebata xwe guherî û bi fermî bûme pêşmerge di Hibza Demokrat a Kurdistana Îranê de”.

Zara Mihemedî ya xebatkar derheq bi jiyana xwe ya hevpar ji Agiriyê re dibêje: “ Sala 1991’an a Zayînî (1370) min digel “Seyfollah Xêyrî” yê pêşmergeyê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê jiyana hevpar pêk anî ku xwediyê 2 birayên şehîd e.”

Zara Mihemedî piştî bi salan jiyana di nava şoreşê de dibêje: “Piştî derbazbûna wan hemû salan bi ser jiyana pirr ji zehmetî ya di nava şoreşê de ku hemû di nava awareyiyê de derbaz bûye, niha jî şanaziyê bi xwe dikim ku di refên PDKÎ de me, û wê berdewam jî bim li ser rêbaza xwe, heya gihîştina bi rizgariya Kurdistana Şirîn.”

Pêşmergeya xebatkar Zara Mihemmedî derheq çavnihêriya xwe ji PDKÎ û hevjînê xwe yê pêşmerge dibêje: “Çavnihêriya min ji Hibza Demokrat û hevjînê xwe yê pêşmerge eva ye ku, dirêjîderê rêzaba rêberên şehîd Qazî û Qasimlo û Şerefkendî bin, jiber ku weke rêberê me yê şehîd Dr.Qasimlo dibêje; “Baştirîn padaş bo şehîdan berdewamiya rêya wan e”.

Zara Mihemedî roja herî xweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Yek ji bîreweriyên herî xweş ên jiyana min eva bû ku, wî çaxî binke û baregehên Hizbê zêde û berbilav bûn, mixabin temenê pêşmergatiya min jî tenê yek sal bû, lê bi vî halî ji, ev şanazî bûye nisîbê min ku berî şehîdkirinê, ez Dr. Se’îdê rêber ji nêzîk ve bibînim û wêneyekî ji digel wî bikişînim, eva yek ji rojên herî xweş ên jiyana min e, û tu carî bal min nahê jibîrkirin. Xûya ye ku rojên herî xweş ên jiyana min hindik in, lê serkevtin û destanrêsiyên hêza pêşmergeyên Hibza Demokrat di hejmarek şerên li dû hev di sala 1989’an de, ku Melbenda 2 ya Seqizê tomar kir yek ji wan rojên xweş ên jiyana min in. Di wan şeran de hêza pêşmerge li hemberî êrîşên rejîmê de sekinî û bi şikandina êrîşa dujmin, rejîm şermezar kirin”.

Zara Mihemedî li hember de roja herî nexweş a jiyana xwe weha tîne ziman; “Rojên nexweş di jiyana siyasî ya min de jî zêde ne, lê roja herî nexweş ew roj bû ku Dr. Se’îdê rêber, bi destê terorîstên rejîma Komara Îslamî ya Îranê hate şehîdkirin”.

Zara Mihemedî bi vê peyamê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Ez daxwazê ji keç û jin û dayîkên Kurdistanê dikim ku, di perwerdekirina zarokên xwe de, bihêzkirina hesta welatparêziyê liberçav bigirin, da ku nifşek perwerde bibe ku tevlî refên pêşmerge bibe, bone serxistina armanca şehîdan”.