Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zarokên Rojhilata Kurdistanê, Alan Kurdî ji bîr nakin

14:11 - 8 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: Li Mirgewera Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê, di Festîvala “Bûkên Berfê” de, Alan Kurdî hate bibîranîn.

Li gor nûçeyên belavbûyî, zarokên Urmiyê di çarçoveya Festîvala “Bûkên Berfê” de, ji berfê peykerê Alan Kurdî çêkirin. Alan Kurdî ew zarokê ku ji Rojavayê Kurdistanê bû, û di rêya koçberiyê de, li Deryaya “Ege”yê (Êjê) de xeniqibû.

Ev festîvale li bajarokê Zêwê ya navçeya Mirgewerê, ji aliyê xelkê navçeyê ve, pirr bi germî hate pêşwazîkirin, herwiha her peykereke ku hatibû çêkirin, wate û peyamek dida. Di vê Festîvalê de hejmareke zêde jin û mêr, û zarok beşdarî Festîvalê bibûn.

Xelkê bajarê Urmiyê, hêvî dikin ku kar li ser bihêzkirina Festîvalên bi vî rengî were kirin, da ku ev pêşketin di navçeya wan de çêbibe, herweha navçeya wan baştir were naskirin.